Dîwana Navneteweyî ya Dadê
Dîwana Navneteweyî ya Dadê
| |
|---|---|
|
| |
Logoya Dîwana Navneteweyî ya Dadê | |
| 52°05′12″Bk 4°17′44″Rh / 52.0867°Bk 4.2956°Rh | |
| Dewlet | Holenda |
| Li beşa îdarî | |
| Dema avabûnê | |
| Serok | |
| Cihê baregehê | |
| Hj. endaman | |
| Nimreya telefonê | |
| Malper | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Dîwana Navneteweyî ya Dadê (bi fransî: Cour internationale de Justice, CIJ; inglîzî: International Court of Justice, ICJ) organa dadwerî ya sereke ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye ku di hezîrana 1945an de hatiye damezrandin.[1] Ew nakokiyên yasayî yên ku ji aliyê dewletan ve têne pêşkêş kirin çareser dike û li ser pirsên yasayî yên ku ji aliyê organên din ên NYê û ajansên pispor ve têne şandin, ramanên şêwirmendiyê peyda dike. Dîwana Navneteweyî ya Dadê tekane mehkema navneteweyî ye ku nakokiyên giştî yên di navbera welatan de çareser dike, û biryar û ramanên wê wekî çavkaniyên sereke yên hiqûqa navneteweyî kar dikin.[2] Ew yek ji şeş organên sereke yên Neteweyên Yekbûyî ye.
Mehkeme ji panelek ji 15 awûqatan pêk tê ku ji hêla Meclîsa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ve ji bo neh salan têne hilbijartin.[3] Pêkhateya kursiyê divê "formên sereke yên şaristaniyê û pergalên hiqûqî yên sereke yên cîhanê" temsîl bike, û du awûqat nikarin welatiyên heman welatî bin. Dîwana Navneteweyî ya Dadê li Qesra Aştiyê ya li Den Haag, Holanda ye, ev yek jî wê dike yekane organa sereke ya NYê ku ne li bajarê New Yorkê ye. Zimanên wê yên resmî inglîzî û fransî ne.[4]
Ji dema pêşkêşkirina doza xwe ya yekem di sala 1947an de, mehkemê heta îlona 2025an 201 doz li xwe kiriye. Her çend biryarên wê ji bo aliyan girêdayî û dawî ne jî, Dîwana Navneteweyî ya Dadê xwedî mekanîzmayeke cîbicîkirinê ya resmî nîne.[5] Cihbicîkirina biryarên wê di dawiyê de meseleyeke siyasî ye ji bo Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku li wir di bin desthilata vetoyê ya pênc endamên daîmî de ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Statute of the Court". International Court of Justice. Ji orîjînalê di 29 hezîran 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 tebax 2007.
- ^ J. G. Merrills (2011). International Dispute Settlement. New York: Cambridge University Press. rr. 116–134. ISBN 978-0521153393.
- ^ "No Russian judge elected to UN's top court, in first". 10 çiriya paşîn 2023. Ji orîjînalê di 14 çiriya paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 hezîran 2024.
- ^ States entitled to appear before the Court. Girêdana arşîvê 24 nîsan 2024 li ser Wayback Machine Retrieved 1 January 2024
- ^ QUELL, MOLLY (3 kanûna pêşîn 2024). "A landmark climate change case opens at the top UN court as island nations fear rising seas". The Associated Press. Roja gihiştinê 3 kanûna pêşîn 2024.