Xanedana Zendiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Dûgela Zend hat beralîkirin)
Xanedana Zendiyan

Dûgela Afşariyan
Dûgela Azad
1751 — 1794
Dûgela Qacaran

Alaya zendî Şêr û Roj


Agahiyên gelemperî
 Rêveberî
 Paytext Şîraz û Tehran
 Ziman Farisîkurdî[çavkanî hewce ye]
 Dîn Îslam
 TBH
 TBH/sal {{{tbh kes}}}
 Dirav {{{dirav}}}
 Dem {{{dem}}}
 Nîşana înternetê {{{nîşana înternetê}}}
 Kd. telefonê {{{koda telefonê}}}
 {{{agahîgelemp1 sernav}}} {{{agahîgelemp1}}}
 {{{agahîgelemp2 sernav}}} {{{agahîgelemp2}}}
 {{{agahîgelemp3 sernav}}} {{{agahîgelemp3}}}
 {{{agahîgelemp4 sernav}}} {{{agahîgelemp4}}}
 {{{agahîgelemp5 sernav}}} {{{agahîgelemp5}}}

Gelhe
{{{gelhe}}}
{{{gelhe2}}}
{{{gelhe3}}}
{{{gelhe4}}}
{{{gelhe5}}}

Rûerd
{{{rûerd}}}
{{{rûerd2}}}
{{{rûerd3}}}
{{{rûerd4}}}
{{{rûerd5}}}

Dîrok û bûyer

Serwerî
   Wekîl
 1750–1779 Kerîm Xanê Zend (yekem)
 1789–1794 Elî Xanê Zend (dawî)
{{{serokA6}}}
   {{{sernav serokB}}}
{{{serokB1}}}
{{{serokB2}}}
{{{serokB3}}}
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   
{{{serokE6}}}
{{{serokE7}}}
{{{serokE8}}}
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}

Ya berê Ya paşê
Xanedana EfşaranXanedana Efşaran
Dûgela AzadDûgela Azad
Xanedana QacaranXanedana Qacaran

Xanedana Zendiyan, xanedan û dewleteke kurdên lek bû li Îranê. Damezrînerê dewletê Kerîm Xanê Zend bû. Xanedanê di navbera 1750/1751 û 1794an de hikûmdarî lê kir[1].

Piştî mirina Nadir Şah li sala 1747ê li Îranê kaos peyda bû. Di nav vê kaosê de kurdekî bi navê Kerîm Xan Zend, desthilata xwe îlan kir.[2] Ji sala 1750 heta 1779ê desthilata wî berdewam kir. Bi xiyanetekê desthilata wî jî hatiye rûxandin.[3]

Kerîm Xanê Zend

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexşeya Îranê di sala 1750 û li rojavayê û Bakure Xorasanê Dûgelen Kurd

Xanedaniya Zend di navbera salên 1750 û 1794’an de weke dewlet li Rojhilatê Kurdistanê hikum kiriye. Xanedan ji Îlamê, ji aliyê Şah Afşar ve sirgunî Rojhilatê Îranê tê kirin, lê piştî mirina Şah Afşar dîsa vedigerin warên xwe.[4] Dewleta Zend ji hêla kurdên Lekî[5][6][7] ve hatiye avakirin. Sazûmankarê dewletê Kerîm Xanê Zendî ye.[8] Lê Kerîm Xan tu carî xwe weke hikûmdar pênase nekiriye, xwe wekî wekîlê gel bi nav kiriye. Paytextê dewletê Şîraz e. Di Newroza 1750’yan de hatiye îlankirin. Kerem Xanê Zendî dewleta Safevî ji holê radike û dewleta Zend a Kurd ava dike. Di karên xwe yên derve de, di enacama polîtîkayên xwe yên li dijî Azad Xan û Împeratoriya Osmanî de Azerbaycanê û Besrqyê dike bin rêveberiya xwe. Ala Zendan li ser zemînê spî sêgoşeyek bi xêzên kesk heye. Di hundirê sêgoşeyê de jî sûretê şêr û li pişt şêr jî şiklê rojê cih digire. Di demek kin de Îran, Azerbaycan, Ermenistan, Gurcistan û piraniya welatê kurdan digire bin hikûmdariya xwe. Mîna Medan dewleta Zend jî artêşek ji jinan ava kiriye. Bi dewleta Qaçaran re şerên mezin kirine û ew têkbirine. Dema ku Osmaniyan xwestiye Mîrektiya Baban a kurdan ji holê rakin, dewleta Zend alîkariya Baban kiriye. Ji ber vê navbera Zendan û Osmaniyan xira bûye. Bi artêşa Osmaniyan re jî li Besrayê şerek mezin kirine. Artêşa Osmaniyan têkbiriye û gelek leşkerên Osmanî dîl girtine. Bexda û piraniya Iraqê ji Osmaniyan standiye. Taybetiya herî mezîn a Kerîm Xanê Zendî ew e ku xwestiye dewletek nûjen ava bike. Ji bo vê gelek girîngî daye aborî, zanist, wêje û çandê. Gelek kanî, hemam, xan, mizgeft û qesrên bêhempa çêkirine û yên heyîn jî nûjen kirine. Her wiha atolyeyên çêkirina şûşe û çînî dane avakirin. Di dema Zendan de Şîraz bûye navendek girîng a zanist, wêje, çand, huner û aboriyê. Gelek wêjevan û zanyar di vê demê de gihiştine.[9] Kerîm Xan di dema xwe de gelek berhem daye çêkirin. Li Şîrazê Keleha Vekîl, Pazara Velîk, gelek mizgeft û baxçe daye çêkirin. Her wiha Qesra li Tehranê ku piştre Tehran dibe paytexta qaçaran jî ji aliye Kerîm Xan ve hatiye çêkirin.[10] Hikûmdarên dewleta Zendan wihan e: Kerem Xanê Zendî, Mihemed Alî Xanê, Ebûl Feth Xanê, Zekî Xanê, Sadiq Xanê Zendî, Elî Mirad Xanê Zendî, Cafer Xanê Zendî, Seyîd Mirad Xanê Zendî û Lutfî Elî Xanê Zendî ne. Kerîm Xan di sala 1779’an de jiyana xwe ji dest dide. Pişti mirina wî li welatê wan tevlihevî û valahiyek mezin çêdibe. Ev dibe sedem ku li ser welatê wan êriş pêş bikevin. Piştî mirina Kerîm Xan kurê wî Ebû el Fetîh tê ser text. Ebû el Fetîh di rêvebirinê de pir qels dimîne û ji aliyê apê xwe Zekî Xan ve tê arestekirin. Hikûmdarên din ên mîna Elî Mirad û Cafer Xan jî wekî Kerîm Xan nikaribûnê welat bi rê ve bibin. Dijminê herî mezin ê Xanedana Zend Qaçar bûn.[11][12][13][14]

Mala Zendan di sala 1790an

Serokê Qaçaran Mihemed Xan ji bo ku şahîtiya Zend hilweşîne di nav hewldanên pir mezin de bûye. Di sala 1779an de Elî Xanê xwarziyê Kerîm Xan xwe wekî şahê nû îlan dike. Elî Xan heta sala 1794an li ser rêveberiyê dimîne.

Damezrandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşek pir mezin a hikûmdariya wî, bi şerê Qaçaran re derbas dibe. Di encama şerekî bi Îrana Qacarî re dîl dikeve dest û li keleha Bamê tê kuştin. Dewleta Zend di sala 1794’an de ji hêla Împeratoriya Qaçaran ve ji holê hatiye rakirin. Dewleta Zendî dewleta herî mezin a dawiyê ya ku kurdan avakiriye ye.

Desthilata Qacariyan bi rêberiya Axa Mihemed Xan ve hate ava kirin û gelek kes ji eşîra Zendan û têkildarî vê eşîrê kuştin

Qacarî ji çend eşîran pêk tê. Di navbera salên 1780 û 1790an de bajêrên Îranê yek yek bidest xistin. Li sala 1786an de bajarê Tehranê dagir kirin û ew der wek paytextê xwe îlan kirin. Li sala 1796an de jî Malbata Qacariyan ava kirin. Êdî li Îranê desthilata malbata Qacariyan destpê dike.[15][16]

Hikûmdarên xanedana Zendiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Welcome to Encyclopaedia Iranica".
  2. ^ Floor, Willem M. (2007). The Persian Gulf: The Rise of the Gulf Arabs : the Politics of Trade on the Persian Littoral, 1747-1792. Mage Publishers. ISBN 978-1-933823-18-8.
  3. ^ Perry, John R. (14 May 2015). Karim Khan Zand: A History of Iran, 1747-1779. University of Chicago Press. ISBN 978-0-226-66102-5.
  4. ^ Frye, Richard N. (2009). "Zand Dynasty". In Esposito, John L. (ed.). The Oxford Encyclopedia of the Islamic World. Oxford University Press. ISBN 978-0-19-530513-5.
  5. ^ the bulk of the evidence points to their being one of the northern Lur or Lak tribes, who may originally have been immigrants of Kurdish origin., Peter Avery, William Bayne Fisher, Gavin Hambly, Charles Melville (ed.), The Cambridge History of Iran: From Nadir Shah to the Islamic Republic, Cambridge University Press, 1991, ISBN 978-0-521-20095-0, p. 64.
  6. ^ Perry, John. "ZAND DYNASTY". iranicaonline.org. Encyclopædia Iranica. Retrieved 24 March 2017. The founder of the dynasty was Moḥammad Karim Khan b. Ināq Khan (...) of the Bagala branch of the Zand, a pastoral tribe of the Lak branch of Lors (perhaps originally Kurds; see Minorsky, p. 616) (...)
  7. ^ Tucker, Ernest (2020). "Karīm Khān Zand". In Fleet, Kate; Krämer, Gudrun; Matringe, Denis; Nawas, John; Rowson, Everett (eds.). Encyclopaedia of Islam, THREE. Brill Online. The Zands were a branch of the Laks, a subgroup of the northern Lurs, who spoke Luri, a Western Iranian language. ^ a b
  8. ^ Esposito, John L., ed. (2003). "Zand Dynasty". The Oxford Dictionary of Islam. Oxford University Press. ISBN 978-0-19-512558-0.
  9. ^ Perry, John. "ZAND DYNASTY". iranicaonline.org. Encyclopædia Iranica. Retrieved 24 March 2017. The founder of the dynasty was Moḥammad Karim Khan b. Ināq Khan (...) of the Bagala branch of the Zand, a pastoral tribe of the Lak branch of Lors (perhaps originally Kurds; see Minorsky, p. 616) (...)
  10. ^ the bulk of the evidence points to their being one of the northern Lur or Lak tribes, who may originally have been immigrants of Kurdish origin., Peter Avery, William Bayne Fisher, Gavin Hambly, Charles Melville (ed.), The Cambridge History of Iran: From Nadir Shah to the Islamic Republic, Cambridge University Press, 1991, ISBN 978-0-521-20095-0, p. 64.
  11. ^ Muhammad Karim Khan, of the Zand clan of the Lur tribe, succeeded in imposing his authority on parts of the defunct Safavid empire, David Yeroushalmi, The Jews of Iran in The Nineteenth Century: Aspects of History, Community, and Culture, BRILL, 2009, ISBN 978-90-04-15288-5, p. xxxix.
  12. ^ ^ "Archived copy". Archived from the original on 21 February 2006. Retrieved 21 February 2006.
  13. ^ ^ a b "History of Iran". farhangsara.com. Archived from the original on 3 March 2016. Retrieved 9 May 2017.
  14. ^ ^ "Afshar and Zand". 23 February 2013. Retrieved 9 May 2017.
  15. ^ Bloom, Jonathan M.; Blair, Sheila S., eds. (2009). "Zand". Grove Encyclopedia of Islamic Art & Architecture. Oxford University Press. ISBN 978-0195309911.
  16. ^ ^ "New Page 1". Archived from the original on 2 October 2011. Retrieved 9 May 2017