Dûrzan Cîrano

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dûrzan Cîrano
Wênegirê kurd Dûrzan Cîrano (2013)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dûrzan Cîran fotografer û wênegirekî kurd e ku di 1968an de li Quzêrîba Stewrê hatiye ser dinyayê. Dûrzan dibistana seretayî li Farqînê xwend û di pey de li Amedê xwendiya xwe ya lîseyê kir. Ji dema ku hevalekî birayê xwe kamerayeke dijîtal jê re aniye û vir ve bêwestan wêneyan digire. Motîvên wî yên taybet, mirov, zarok, sirûşt, heywan, balinde, kêzik û gulên li derûdorên wî ne. Dûrzan bi cih û warên xwe dizane û pisporê navên kurdî yên cografya û fauna û floraya welatê xwe ye.

Dûrzan bi sedan wêneyên xwe diyarî kirine bo Wikimedia Commonsê û pişkdarê projeya Wîkîpediya kurdî ye.

Ji bilî karê wênekêşiyê, Dûrzan helbestnivîs jî ye û wî gelek helbestên ji zimanên biyanî wergerandine bo kurdî.

Pêşaneyên şexsî yên Dûrzan Cîrano[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 14-21ê nîsana 2012an de li Navenda Çend û Hunerê ya Cegerxwîn pêşaneya wî ya pêşîn a bi navê "Çûkên Kurdistanê" hatiye sazkirin. Di heman salê de di 7-10 hezîranê de wî bi sponsoriya Kongreya Tibbê pêşaneya xwe ya bi navê "Zarokên Kurdistanê" pêşkêş kir.

Dûrzan Cîrano û Koma Wêneistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dûrzan Cîrano û çend beşdarên Koma Wêneistanê li yekem pêşaneya komê (li Amedê, 2013)

Dûrzan Cîrano danerê koma fotograferan a bi navê Wêneistan e ku di 2011an de li medyaya civakî ya Facebookê hat sazkirin. Îro (2013) 1523 endamên wê hene.

Di 7-22ê tîrmeha 2013an de li Pêşangeha Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a Amedê pêşaneya wêneyan a Koma Wêneistanê hat pêkanîn. Di pey Amedê re pêşaneya koma Wêneistanê çû Nisêbînê, di 23-30ê tîrmeha 2013an de li Navenda Çanda Mîtanî pêk hat. Pişt re di 17-27ê tebaxa 2013an de li Kafeya Hunerî ya Êlihê (Batman Sanat Cafe) hat pêşkêşkirin. Paşê di navbera 26ê çiriya pêşîn û 3ê çiriya paşîn a 2013an de li Navenda Çand û Hunerê ya Ş. Elî Temel a Şaredariya Qoserê hat nîşandan.

Fotograferê kurd Dûrzan Cîrano nuha li Bismila Diyarbekrê dijî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]