Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
"Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê"

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (bi înglîzî: The European Court of Human Rights) (ECtHR), ku carina bi awayekê nefermî Dadgeha Strasbûrgê jî dibêjinê, ji bo parastina mafên mirovan li welatên ku di Peymana ji bo Parastina Mafên Mirovan û Azadiyên Bingehîn da endam in, hatiye sazkirin. Ew peyman li sala 1955ê ji aliyê Konseya Ewropayê ve hat pejirandin. Dadgeheke navnetewî ye. Ne tenê dadgeha Yekîtiya Ewropayê ye, dagdeha Konseya Ewropayê ye, heta dewletên peyman pejirandî jî girêdayî dadgehê ne. Ev dadgeh gava Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û protokolên din ên di derbarê mafên bingehîn de bên binpêkirin dikeve dewrê. Takekes, dewlet û komên takekesan li gor hin mercan dikarin serî li vê dadgehê bidin.

Wêneyek ji dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê

Serlêdana Dadgehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo serîlêdanê hin mercên dadgehê hene. Merca yekem divê yên serlêdanê bike pêşiyê li welatê lê dijî hemû rêyên darazê (heqlêgeranê) ceribandibin. Ango kes li welatê lê dijî çû hemû dadgehan lê her encam neyinî bû dûvre di nava 6 mehan de bi nivîskî dikare serî lê bidin. Her wiha zimanê dadgehê ingilîzî an jî frensî ye. Lê serlêdan bi zimanekî endamên konseyê jî be çêdibe. Serlêdan ji du gavan derbas dibe. Ya yekem serlêdan pêşiyê ji aliyê mercên pêşîn hatine bicihanîn, heke ev merc pêk hatibin derbasî gava din dibin, merc pêk nehatibin tê redkirin û ev red vebiriye. Gava duyem jî piştî gava yekem serlêdan ji nû ve bi asasî tê lêkolînkirin. Piştî gava yekem dadgeh ji herdu aliyan re "çareseriya dostanî" pêşniyar dike. Ev jî nebe gava duyem destpê dike û dadgeh ji herdu aliyan nêrînên wan bi nivîskî dixwaze, dadgeh pêwîstiyê pê bibîne dikare danişînê bike, şahidan guhdar bike û keşifan bike. Heke dadgeh di dawiyê de têbigihe ku dewletê mafekî serlêder ê di peymanê de hatiye binpêkirin bi awayekî xwedayî (heqaniyetî) dewlet cirmê (tezmînatê) bide. Qontrola pêkanîna biryarên dadgehê jî ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tê kirin.

Şêweya Dadgehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mohra Ermenîstanê bi taybetî ji bo 50 saliya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye çapkirin.

Ev şêweya niha ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 1ê çiriya paşîn a 1998an de di rêziknameya navxweyî DMMEyê de bi kitekit hatiye diyarkirin. Li gor vê dadgeh ji çar dezgehan pêk tê:

-Lijneya Giştî

-Komîte

-Daîre

-Daîreya Mezin

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan

Hiqûqnasên Kurdistanê

Hiqûqnas