Dani Rodrik
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Hevwelatî | |
| Perwerde |
Zanîngeha Harvard Koleja Robert (en) Zanîngeha Princetonê (en) Harvard College (en) |
| Pîşe |
Aborînas, mamosteyê zanîngehê |
| Xizm |
Çetin Doğan (en) (father-in-law) |
| Karder |
Zanîngeha Harvard, Institute for Advanced Study (en), Zanîngeha Columbia (en), London School of Economics and Political Science (en) |
| Qadên xebatê | |
| Şêwirmendên doktorayê |
Avinash Dixit (en) |
| Xelat |
Dani Rodrik (jdb. 14ê tebaxa 1957an) aborînasekî tirk ê cihû ye û profesorê aboriya siyasî ya navneteweyî ya Weqfa Fordê ya li dibistana hikûmetê ya John F. Kennedy ya Zanîngeha Harvardê ye. Rodrik berê profesorê zanistên civakî ya Albert O. Hirschman a li Enstîtuya Xwendinên Pêşketî ya Princeton, Nû Jerseyê bû. Di warên aboriya navneteweyî, pêşkeftina aborî û aboriya siyasî de gelek weşanên wî heye. Pirsa ku çi tê wateya polîtîkayeke aborî ya baş û çima hinek hikûmet di pejirandina wê de ji yên din serketîtir in, di navenda lêkolîna wî de ye. Berhemên wî Economics Rules: The Rights and Wrongs of the Dismal Science û The Globalization Paradox: Democracy and the Future of the World Economy ne. Di heman demê de ew hevsernivîskarê kovara akademîk a Global Policy ye.[1]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Global Policy". Wiley Online Library (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2025.