Davîd Alroy

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Davîd Alroy
JidayikbûnSedsala 12an Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Davîd Alroy, David Alroy (herwiha David Alrui), navê jidayikbûnê Menaxem ben Suleyman Al-Ruhî, (jdb. sedsala 12 li Amêdî, Kurdistan) zana û pêşawayekî olî yê cihûyên Kurdistanê bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

David Alroy li Bexdayê, li/li cem Yeşîva Gaon Yaqov (Jeshiva Ga'on Ja'aqov) perwerdeyê dibîne. Di warê zanistiya hemdemê de herwiha xwe gelek bipêş dixe. Li Amêdiyê dibe otorîteyeke siyasî jî. Li dijî şahê Îranê derdikeve, dixwaze cihûyan li hev bicivîne, Orşelîmê azad bike û cihûyan ji bindestiyê bifilitîne.

Ji aliyê farisan ve dîl tê girtin. Rayedarên zîndanê û burokratên farisan heyranê zanîn û kesayetiya wi dimînin, wî serbest berdidin. Vedigere Amêdiyê. Wê demê gelekan ew wekî mesîh (felatker) didîtin. Niha jî hin cihû bi mesîhiya wê bawer dikin. Mirovekî gelek baş, nefisbiçûk, aşitîxwaz û zana bûye. Ji ber wê jî ew wekî mesîh dîtine.

Di xew de ji aliyê xezîrê wî ve tê kujtin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Stefan Schreiner (Weşan.): Benjamin von Tudela, Petachja von Regensburg: Jüdische Reisen im Mittelalter. Sammlung Dieterich, Leipzig 1991, ISBN 3735001408, S. 85–89. (almanî)
  • Salomo ibn Verga: Das Buch Schevet Jehuda. Aus dem hebräischen in's deutsche übertragen von [...] M. Wiener. Hannover 1856 S. 99-102. (almanî)
  • Heinrich Graetz: Geschichte der Juden Bd. VI, Leipzig 1861, S. 247-250.
  • Harris Lenowitz: The Jewish Messiahs. From the Galilee to Crown Heights. Oxford 2001, ISBN 9780195148374, S. 81-91.