Dawudî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dawudî
Dawudiyek
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
(ne aşkera ye): Asterids
Kom: Asterales
Famîle: Asteraceae
Êl: Anthemideae
Cins: Chrysanthemum
Dîmenek ji ziloçingê
Hezkiriyê wê gelek in

Dawudî, ziloçing an jî giyamêş[1] (navê zanistî yê latînî: Chrysanthemum) kulîlkek ji malbata Asteraceae ye. Bi qasî 40 cureyên wê hene.

Di çanda Japon û Çîniyan de cihekê taybet digire. Mora keyê Japonê jî ji dirûvê dawudiyê ye. Li Ewropa û Japonê ev kulîlk di şînan de, li gelek cihan jî di şahiyan de tê bikaranîn.

Belavbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirranî li rojhilatê Asyayê cihwar e lê li Kurdistanê jî tê dîtin. Hin cureyên wê li Rûsya û rojhilatê Ewropayê jî aj didin.

Dabeşkirina cureyên wê gelek dijwar e[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lewra hin riwek hene dişibin dawudiyê lê bi xwe kulîlkên din in. Li ser Crossostephium chinense, Nipponanthemum nipponicum, Leucanthemella linearis, Tanacetum vulgare yan Tanacetum parthenium hin gotûbêj hene ku bi rastî jî ew dawudî ne yan çêtir e mirov bixe bin komekê din.

Cureyên dawudiyê:

Wêneyên dawudiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ {{citation Ferhenga Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê , Zana Farqînî}}