Dazwanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Eşîra Dazwanî
Mala Dazwan

Eşîra Dazwanî li Rojavaya Kurdistanê.

Agahiyên gelemperî
Êl Millî
Esil Kurdî
Mizrahî
Yewnanî
Ziman Kurdî (kurmancî)

Erebî

  • zaravayê Mezopotamyaya Bakur

Tirkî

  • zaravayê rojhilatî
Herêmên dîrokî Botan, Cazîra (Sûrî)
Belavbûn

Dazwanî (bi erebî: دزواني‎, bi tirkî: Dazvani), eşîreke li Rojavayê Kurdistanê ye. Dazwanî yek ji gelek eşîrên êla Millî ye. Eşîr li gund û bajarê parêzgeha Hesîçê bi cih bûne. Li gund wek Til Erbîd, Dazvan[1] û li bajaran wek Êlih, Hesîçe, Qamişlo, Amûdê û li Dêrikê bi cih bûne.[2][3][4]
Dijminên Dazwanî ji wan re digotin "Dönme" (דֶנְמֶה). Wateya דֶנְמֶה li dijî Cihûyên ku misilman bûne tê bikaranîn.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka Dazwaniyan bi kombûna eşîreke cihû û yewnanî dest pê kir. Ji ber ku eslê xwe bindest bûn di xelîfeyê îslamê.
Ebbas El Dazwan, kurê Osman El Dazwan, serkêşiya êrîşa li ser Ereb/Mehelmî ku nû li Kurdistanê bi cih bûne, kir (bi texmînî 370 Ereb û sê Dazwanî mirin).
Ji ber qetlîama ku li hemberî Mehelmîyan pêk anîn, hebûna xwe winda kirin bûn karker û cotkarên asayî.
Li bajarên wek Wêranşar û Mêrdînê di bin destê generalên Milan de hatin bikarkirin.

Sîyaset[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xoybûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşek ji Dazwaniyan li Heleb û Beyrûtê tevlî partiya Xoybûnê bûn. Sedema vê jî têkiliyên baş ên bi eşîrên Haco û Şahîn re bû. Ew destpêka polîtîkbûna eşîra Dazwanî ji bo Kurdistanê bû. Zêdebûna hejmara Ermeniyan jî ji ber Dazwaniyan e. Ji ber ku wan cih ji ermeniyên penaber re pêşkêş kirin, piştî "Nîjadkujiya Hayan". Dazwanî gelek ermenî anîn Xoybûnê [5]

Sûrî/Rojava[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî Şoreşa 8'ê Adarê ya Sûriyeyê (1963 Syrian coup d'état) tevlî Baasên wê demê yên sosyalîst bûn. Ew ji bo Dazwaniyan aqûbet bû.
Hemû mafên wan ên ku di (دولة حلب (1920-1925 de hebûn ji destê wan hatin girtin.
2 gundên wan li sûrî hatin îmhakirin, her du jî niha Erebî yen û ne Kurdî yen. Gundê yekem nêzîkî Hesekê bû û gundê duyemîn jî di navbera Hesekê û Qamişlo de bû.
Dazwaniyên ku li ber xwe didin, ketin di nav hapsê yan jî wan li çolê hiştin ji bo bimirin.

Li gorî çavkaniyên fermî 4 kes hatin kuştin. Li gorî Dazwaniyan zêdetir ji 50 kesan mirin.[6]

Navdarên ji mala Dazwan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Muhemmed Hacî Abdo (Abû Lasgîn)[7]
  • Ebbas Ibn Osman El-Dazwan[8]
  • Hussein Hussein (Bavê Jan)[9]

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. "Dazvan, Batman | GetAMap" (bi elmanî). Roja wergirtinê: 15 gulan 2022.
  2. "Rojavalı Kürt aşiretleri çalıştayda buluştu | ANF" (bi tirkî). Roja wergirtinê: 16 nîsan 2022.
  3. "Kurdish Tribes Workshop held in Derik| ANF" (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 16 nîsan 2022.
  4. Kemal Kirisci; Kemal Kirişci; Gareth M. Winrow (1997). The Kurdish Question and Turkey: An Example of a Trans-state Ethnic Conflict. Psychology Press. ISBN 978-0-7146-4746-3.
  5. "Eşîra Dazwan | Jan Hussein".
  6. "Eşîra Dazwan | Jan Hussein".
  7. "Eşîra Dazwan | Jan Hussein". Roja wergirtinê: 6 îlon 2022.
  8. "Eşîra Dazwan | Jan Hussein". Roja wergirtinê: 6 îlon 2022.
  9. "Zugelassene Wahlvorschläge Stadt Bochum" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 8 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 8 çiriya pêşîn 2022.