Deşta Îdirê

Deşta Îdirê yek ji deştên tektonîk ên Kurdistanê ye ku li herêma jorîn a Bakurê Kurdistanê ye.[1] Deşta Îdirê ji aliyê çemê Erezê ve dibe du beş ku li aliyê bakur ku di nav sinorên li Ermenistanê de ye, (wekî "Çala Sahat" hatiye binavkirin) û aliyê başûr jî di nav sinorê Bakurê Kurdistanê de ye.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Deşta Îdirê ji cihê ku çemê ahuryan ku di nav sinorên Ermenistanê de ye û çemê Erezê digihîjin hev dest pê dike û heta cihê ku sinorên Bakurê Kurdistanê-Rojhilata Kurdistanê-Nexçivanê digihîjin hev, berdewam dike. Bajarê Îdirê li navenda deştê hatiye avakirin ku bilindahiya deştê ji rojava ber bi rojhilat û ji başûr ber bi bakur ve nizm dibe. Çemê Erezê li rojavayê deştê di nav geliyekî de derbas dibe û li nêzîkî gundê Kitî yê dikeve nav deşta Îdirê.
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Avhewaya deşta Îdirê avhewayeke parzemînî û nîvhişk e ku di mehên havînan de germ û di mehên zivistanan de jî sar e. Barîna salane ya deştê li dora 200 û 250 mm ye. Piraniya baranê di biharê de dibare.[2] Di mehên zivistanê de, di şevê de her tim qeşa çêdibe û germahiya rojê jî pir caran di bin sifirê de ye. Qeşaya yekem di meha cotmehê de ye û qeşaya dawî jî di meha nîsanê de çêdibe lê hinek caran qeşa dikare di meha gulanê de jî çêbibe. Deşta Îdirê gelek tîrêjên rojê distîne ku herêma herî bi tav a Bakurê Kurdistanê ye. Herêm salane bi qasî 2,700 demjimêrên rojê werdigire. Di navbera mehên hezîran û cotmehê de her dem roj vekirî ye ku ezmanên ewrî di mehên bihar û zivistanê de têne dîtin.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Duvar, Gazete (16 çiriya paşîn 2020). "'Kurdistan benda lêkolîn û nasandinê ye'". Roja gihiştinê 3 îlon 2025.
- ^ "Avhewaya deşta Îdirê" (PDF).
- ^ "Lêkolîna Avhewayê ya Îdirê ji Perspektîfa Meteorolojiya Çandiniyê ve".