Deşta Heranê
Xuyakirin
Deşta Heranê deşt û herêmek e Bakurê Kurdistanê ye ku ji başûrê rojhilatê bajarê Rihayê dest pê dike û heya sinorê Rojavaya Kurdistanê dirêj dibe. Navenda navçe û bajarê dîrokî yê Heranê ku 46 kîlomêtre ji Rihayê dûr e, li ser deştê hatiye ava kirin. Deşta Heranê yek ji wan deştan e ku axa deştê pir berhemdar e. Li gel berhemên çokarî li deşta Heranê cihwareke dîrokî ye ku bermahiyên arkeolojîk ên ji demên berê heta niha li deştê mane. Deşta Heranê deşteke mezin û berfireh e ku ji aliyê çîyayên nizm ve hatiye dorpêçkirin, bi piranî ji bo çandiniyê tê bikar anîn. Deşt di navbera 36° 47° û 39° 15° hêlîlar a rojhilat û 36° 40° û 37° 21° hêlîpan a bakur de ye û qada rûerd a deştê 225.000 hektar e.[1]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ YENMEZ, Necati (2004). "ÇALAKÎ Û PIRSGRÊKÊN SERAYÊ LI DESTA HARRANÊ". Coğrafya Dergisi (bi tirkî). 0 (12). ISSN 1305-2128. Ji orîjînalê di 7 nîsan 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 îlon 2025.