Delîl Dîlanar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Delîl Dîlanar
Delîl Dîlanar li ser hevpeyvîna bi Dengê Amerîkayê re
Jiyan
Jidayikbûn1972
Orginos, Mûş, Bakurê Kurdistanê
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeHûnermend
biguhêreBelge

Delîl Dîlanar (jdb. Sala 1972, Orginos, Mûş, Bakurê Kurdistanê) hûnermendekî kurd e ku li gundê Orginos a girêdayî bajarê Mûşê hatiye dinyayê. Delîl Dîlanar bi stranên xwe yê dengbêjiyên bi enstrûmanên nûjen tê naskirin.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Delîl Dîlanar, zarokatiya xwe û salên pêşîn bi apê xwe Husênê Muşî re, derbas dike. Delîl Dîlanar kevneşopiya apê xwe ya dengbêjî bi karîyerek serkevtî heta roja îro têne û jiyana ciwanî ya xwe li ba apê xwe alîkariya wî kir, li ba apê xwe hînkarên dengbêjî bi dest xist.

Delîl Dîlanar bi Apê xwe Huseynê Mûşî re di nav civakan de stranê dengbêjî digot û ev sedem ji bo Delîl Dîlanar bû naskirina nav xelkê. Delîl Dîlanar 3 salan li enstîtûya kurdî perwerdahê ya Mey, li ba Mamoste Egîdê Cimo dît.[1]

Delîl Dîlanar ji ber gotinên stranên kurdî ji Bakûrê Kurdistanê hate sirgûnkirin û 20 sal ji welatê xwe ma dûr. Piştê 20 sala ku Delîl Dîlanar vegeriya welat bi Derhênera Kurd Bulent Gunduz re fîlmek li ser jiyana xwe çêkir. Fîlm bi navê Kurdistan ji çend Festîvalên Fîlman û ji sazîyan netewî yên Cîhanê xelata hildigire.[1]

Delîl Dîlanar piştî jiyana xwe yê sirgûniya 27 salan, di sala 2022an de cara yekem e ku li Bakurê Kurdistanê konserên xwe lidardixe.[1]

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûm

  • Dengbêjî (Jibo bîranîna Dengbêj Huseyno)
  • Serayê
  • Nêçîrvano
  • Zerîyê

Vîdyonîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vîdeo Klîb

  • Delîl Dîlanar - Zarbûma
  • Delîl Dîlanar - Çîya Bilinde (Enstrûman û Danasîn)
  • Delîl Dîlanar - Evdalo (Axaftin, Enstrûman û Sitrana Dengbêjî Evdalo)
  • Delîl Dîlanar - Shingal (Enstrûman Helbest û Dengbêjî)

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlm

  • Kurdistan-Kurdistan (2015) (Derhêner Bulent Gunduz)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Gazetesi, Evrensel. "Doğduğu topraklarda 27 yıl sonra ilk turnesine çıkan Delîl Dîlanar: Burada olmak çok güzel bir his". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 gulan 2022.