Delta (erdnîgarî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Delta, ji beriyên (deşt) ku li devên çeman çêbûne re tê gotin. Çemên ku li devên wan berî çêdibin pirtirîn bi çend devan digihêje ser gol an deryayê. Li van devên çem û li peravê aluvyon kom dibin ser hev û berîyeke nizm çêdibe. Hek kombûna aluvyonan di binê deryayê de pêk hatibe jê re deltaya binê deryayê tê gotin. Ji ber ku dişibe tîpa deltayê ya yewnanî (Δ) ev nav stendiye. Lê şiklê hin deltayên çeman cuda ne. Li deverên ku hilatin û dahatin lê pir kêm an tune delta çêdibin. Hilatin û dahatin an jî şîp nahêle ku aluvyon bicivin ser hev, wan ber bi nava deryayê diherikîne.

 Ev gotara erdnîgariyê, li ser bingeha Ferhenga Erdnigariyê hat nivîsandin.