Demarekoendama navendî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Demarekoendama navendî (DKN), (bi îngilîzî: central nervous system(CNS) ) ji demax û dirkepetikê pêk tê. Ji ber ko ji her beşê laş ragihandin werdigire û rêkxistina çalakiya tevahiya laş li wir rû dide, vê beşa demarekoendamê wekî “navend” tê navkirin.

Destekkirin û parastin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Perdeyên mejî mejîyê dorpçê dikin û diparêzin.

Demax di nav kiloxekelênê de ji aliyê hestiyê kiloxê , dirkepetik di nav dirkekelênê de ji aliyê hestiyên birrbirre ve tên parastin. Demarekoendama navendî bi sê perdeyên parêzger ve dapoşî ye. Navê gelemperî yê van hersê perdeyan perdeyên mejî ye (bi latînî: yekjimar meninx, pirjimar meninges )[1]. Ji perdeyên mejî, perdeya req , perdeyek qalind û zexm e, ji du çînên bestreşaneyê pêk tê. Çîna aliyê derve rûyê hundir ê hestiyê kiloxê dapoş dike û wekî bergê hestî kar dike. Çîna navî ya perdeya req, demax û dirkepetikê ji aliyê derve ve dorpêç dike. Karê sereke ya perdeya req, parastina demax û dirkepetikê ye. Di navbera perdeya req û ya tenik de perdeya tevnepîrikî cih digire. Şêweyê vî perdeyê dişibe tevnepîrikê, loma vî navê lê kirine. Ji bestereşaneya rîşalî pêk tê. Navê perdeya seyemîn a perdeyên mejî “perdeya tenik” e. Perdeya tenik ji çînek tenik a bestereşaneyê pêk tê. Perdeya tenik raste rast bi rûyê demax û dirkepetikê ve di nav tekilî de ye, rûyê demax û dirkepetikê mîna pêçek plastîkî dapoş dike[1]. Valahiyên di navbera perdeyên mejî û hestiyê kiloxê, perdyên mejî û dirkepetikê bi şileya mejî- dirkepetik tijî ye. Şileya mejî-dirkepetik ji boy xwedîkirina xaneyên demarekoendama navendî, madeyên sûdbexş dabîn dikin. Herwiha şileya mejî – dirkepetik mîna balifek destek dide demaxê û wî ji derbên hawirdorê diparêzê[2] . Şileya mejî-dirkepetik di nav zikokên demaxê de (bi îngilîzî: brain ventricles) tê çêkirin. Xaneyên ependîmî cureyek ji xaneyên glîa ne û kûlkdar in. Xaneyên ependîmî di zikokan de ji mûlûleyên xwînê, xwînê parzûn dikin. Ji xwînê hin made û şilemênî digirin ji boy çêkirina şileya mejî-dirkepetik[3]. Şileya mejî-dirkepetik, av, hin pêkhateyên xwînê, molekulên sade, hin îyonan û gazên henasedanê lixwe digire. Ev molekulên di nav şileya mejî-dirkepetikê, di navbera şaneya demar û zikokan de bi hêsanî alûgor dibin[3].

Dirkepetik[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dirkepetik
Birgeha panî ya dirkepetikê ji du başan pêk tê, madeyê spî û madeyê gewr.

Dirkepetik gurzek şaneya demarê ye di nav hestiyên birrbirrê de, ji qedê demax dirêj dibê heta jêrê qefesa singê[4]. Dirkepetik, di navbera demax û demarekoendama çêwe de navbeynkariya ragihandinê dike[5].Ji bilî veguhaztina demareragihandinan, dirkepetik wekî navenda refleksên livînê jî kar dike. Li dij kartêkiran, bi navbeynkariya demarên livînê, bertek nîşandana bi lezgînî û bêhemdî wekî refleks tê navkirin[6]. Refleks tevgera masûlkeyan a lezgîn ve û bêhemd e. Hestedemarên hatî, ragihandinên xwe bêyî ko bişînin bo demaxê, di dirkepedikê de raste rast diguhazînên demarexaneyên livînê. Loma berteka refleks a li dij kartêkiran lezgîn e. Dirkepetik navenda kontrolkirina refleksên livînê ye. Heke mirov bê zanetî destê xwe bide ser tiştek pir germ, di heman demê de bê hemdê xwe destê xwe ji wir dikişîne, ev bertek wekî refleksa livînê tê navkirin. Refleks (perçekirdar) bersîvên xweyî ne li dij kartêkiran[6].Refleks ne li bin bandora demax, lê di bin kontrola dirkepetikê de çêdibin.[1] Dirêjiya dirkepetikê bi qasî 45 cm ye[1].Birgeha panî (bi înglîzî: cross section) ya dirkepetikê bi du çînî ye. Çîna derve bi rengê spî, çîna navî jî bi rengê gewr e.

Beşa gewr wekî madeyê gewr tê navkirin. Madeyê gewr ji tewereyên ne maylînî, laşê demarexaneyan û xaneyên glîa pêk tê[6]. Madeyê gewr bi madeyê spî dorpeçî ye. Şeweyê beşa gewr dişibe perperperokê, an jî pîta H yê[7]. Beşa gewr li gel hin beşên demarexaneyên hestê û livînê, demarexaneyên navê lixwe digire. Demarexaneyên navê, demarexaneya hestê bi demarexaneya livînê ve girê dide.

Demarexaneyên hestê yên li beşa gewr ji demarekoendama çêwe ragihandin werdigrin. Demarexaneyên navê ji boy çêbûna refleksan, demarexaneyên hestê bi demerexaneyên livînê ve girê dide. Demarexaneyên livînê, ragihandinan diguhazine ji boy masûlkeyên peyker. Beşa spî ya dirkepetikê ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Rîşalên(tewere) demarexaneyên hestê ji laş ber bi demax ve rişalên demarexaneyên livînê jî ji demax ber bi laş ve dirêj dibin. Herwiha rîşalên demarexaneyên navê jî di nav madeyê spî de cih digire[1].

Beşên madeyê spî li gor stûnan (bi îngilîzî: column) tê polenkirin. Di nav van stûnan de rîşalên koendama demarê yên ber bi demaxê hildikêşin, ji endamên hestê ragihandinên hestê diguhazînin ji boy demaxê. Herwîsa stûnên ji demaxê dadikêşin ji boy masûlkeyan sinyalên livînê diguhazînin.

Demax[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Demaxê mirov
Beşên demaxê.

Demax (bi înglîzî:brain) navê gelemperî ye ji boy pêkhateya nav kilox. Herwisa beşê serekî yê demarekoendama navendî ye. Pir caran ji dewsa demax peyva mejî(bi îngilîzî: cerebrum) tê bikaranîn, lê bi eslê xwe mejî beşek ji demaxê ye. Demax ji çar pişkan pêk tê; mejî, demaxê navê, qedê demax û mejik[8].

Demax çavdariya kiryarên laşî yên rojane dike. Çêbûna raman, hest, bîranîn, huner û ji hawirdorê agahdarî bûyîna mirov, xavbûn û girjbûna masûlkeyan û livîna mirov bi destê demaxê pêk tê. Erkê sereke yê demaxê ji boy kar û xebata laş û avakirina hevsengiya navîn a laş e[9]. Demax ji demarexane, xaneyên glîa û demarexaneyên bineretî pêk tê. Giraniya asayî ya demaxê mirovek gehiştî, bi qasî 1400 gram e û zêdetirê 100 bîlyon(mîlyar) demarexane lixwe digire[9].

Mejî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mejî pişka herî gir ê demaxê ye.
 Gotara bingehîn: Mejî (mejiyê mezin)

Mejî (bi îngilîzî: cerebrum, telencephalon) beşa herî gir e di demaxê mirov de. Navanda çêbûna hizir, hest, bîrhatin, hînbûn, peyvîn, dîtin û kontrola masûlkeyan e. Ji derdor û nav laş de ragihandin û kartêkir ji aliyê demarexaneyên hestê ve tên şandin bo demax. Mejî ji aliyê derve ve werpêçik e. Mejî ji du pişkan pêk tê, nîvê rastê û nîvê çepê[8]. Herdu nîvên mejiyê bi navbeynkariya tenê req, bi hevre girêdayî ne[6].

Beşên livînê kontrola girjbûn û xavbûna masûlkeyen peyker dike.

Her nîvek mejiyê dabeşê çar pila dibe. Her pilek ji hev cudaye li gor erkê xwe[3]. Navbera pilan de xetek berçav tune ye. Pila li aliyê herî pêşî ya li kiloxê wekî pila eniyê (navçavepil) (bi îngilîzî: frontal lobe) tê navkirin. Li paş navçavepilê de pila tasê (dîwarepil) (bi îngilîzî: parietal lobe) cih digire. Li paş dîwarepilê de pila patikê (patikepil) (bi îngilîzî: occipital lobe) heye. Li bin navçevepil û dîwarepil de pila cênikê (cênikepil) (bi îngilîzî: temporal lobe) cih digire[8].

Her nîvek mejiyê ji aliyê derve madeyê gewr lixwe digire. Ev beşa gewr wekî tûkil tê navkirin. Tewereyên demarexaneyên tûkila mejî ne maylînî ne[10].

-Erkên bingehînên çalakiya hîşî yên wekî, bîr, raman, fêrbûn, biryar dayîn, hesta berpirsariyê,

-Hestkirin ango girtin û şîrovekirina hesten wekî mînak hêstkirina êşê, germahiya hawirdore, tahmkirina xurekan, bêhngirtina kulîlkan.

-Kontrola çalakiyên masûlkeyên kakûtê,

karên sereke yên têkiliye bi tûkila mejî ne[1]:

Nîvên mejiyê ji aliyê hundirê ve madeyê spî lixwe digirin[11]. Madeyê spî ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Tewerêyên bi maylînî di navbera beşên demaxê de girêdan ava dike. Tewereyên madeyê spî bi şeweyê gurzkî li ba hev dirêj dibin[12].

Demaxê Navberê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Demaxê navberê
Talamus û hîpotalamus du beşên sereke yê demaxê navberê ne.

Navberedemax di navbera mejî û beşên din ên koendama demarê de girêdanan ava dike, belavkirina agahiyên ji mejî an jî ber bi mejî li vir rû dide[3]. Ango ji bilî hestê bêhngirtinê, agahiyên ji dirkepetik û demarekoendama çêwe, pêşî li vir tên tekûzkirin û yekkirin paşê tên şandin ji boy mejî[3]. Talamus û hîpotalamus beşên demaxê navberê ne û pêwendiya wan raste rast bi koendama demarê heye.

Hestewergir ji her aliyê laş de demareragihandin werdigirin, bi navbeynkariya demarexaneyên hestê, demareragihandin tên şandin boy talamusê. Talamus ragihandinan ji hestedemarexane yên hatî digire, ragihandinan tekûz dike. Li talamusê ragihandinên(kartêkir) girîng ji yê ne girîng tên cihê kirin. Hêza (bandora) ragihandinan tên kêmkirn an jî zêdekirin. Piştî polenkirinê, talamus ragihandinan dişîne boy beşa guncav a tûkila mejîyê[11].

Hîpotalamus kontrola berhremkirin û derdana hormonan dike. Loma di navbera koendama demar û koendama hormonan de navbeynkarî dike[10]. Karê esasî ya hîpotalamusê rêkxistina hevsengiya navî ya laş e. Ta (germahî) ya laş, xwarin û vexwarin ji aliyê hipotalamusê ve tê rêkxistin[7].

Qedê demax[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qedê demax ji demaxê navetastê, pirik û lakêşemoxê pêk tê.
 Gotara bingehîn: Qedê demax

Qedê demax (bi îngilîzî: brain stem) ji pirik, demaxê naverast û lakêşemox pêk tê. Qedê demax demaxê bi dirkepetikê ve girê dide. Navendên xewê û hişyariyê li qedê demax in[11]. Henasedan, heriskirin, rêjeya lêdana dil, daqurtîn, pestoya xwînê, meşîn, ji hawirdorê agahdarbûn hin ji erkên bingehîn ên laş in ko bi navbeynkariya qedê demax ve tên rêkxistin[7].Demaxê naverast (bi înglîzî: midbrain), mejikê bi beşên jêrê laş û dirkepetikê ve girê dide[1]. Ji boy refleksên bihîstinî û dîtinî rola demaxê naverast girîng e[1]. Pirik (bi îngilîzî:pons) bi gelemperî ji rîşalên demarê, ango ji madeyê spî pêk tê. Hinek ji van rîşalan di navbera herdu nîvên mejiyê de girêdanê ava dike, hinek ji rîşalên demar jî ji mejî dirêj dibin ber bi dirkepetikê[1]. Girêdanên di navbera qedê demax û mejikê jî ji aliyê pirikê ve tê çêkirin[3]. Lakêşemox (bi îngilîzî: medulla oblongata), navendên giring ên wekî navenda dilelûleyan, navenda henasedanê, navenda refleksên vereşînê, kuxikê, daqurtîne, bêhnijînê (pişkinîn) di lakeşemoxê de cih digirin û tên rêkxistin[8][1].

Mejîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: mejîk
Şeweye qurmiçinên madeyê spî dişibe darê.

Mejîk, (bi îngilîzî: cerebellum)

Her wekî mejî, mejîk jî ji du pişkan pêk tê. Heke mejîk bi dirêjkî were jêkirin, şêweyê nexşên birgeha dirêjkî ya madeyê spî ya nîvê mejikê dişibe darê, loma her yekê van beşan wekî dara jiyanê ( bi latînî: arbor vitae) jî tê navkirin[13].Mejîk ji masûlkeyan, jêyan, gehan, çavan û ji guhan demareragihandinên hestê werdigire, bi vî awayê ji rewşa laş agahdar dibe ü karê masûlkeyan rêk dixe[9]. Ji bilî wê mejîk ji tûkila mejî jî demareragihandinên livîne werdigire. Piştî tekûzkirina van ragihandinan, mejîk demareragihandinên livînê bi navbeynkariya qedê demax dişîne masûlkeyan[8].

Girêdana derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ferhenga Biyolojiyê [1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d e f g h i j Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  2. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  3. ^ a b c d e f Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  4. ^ Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  6. ^ a b c d Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ a b c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  8. ^ a b c d e Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ a b c Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  10. ^ a b Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.
  11. ^ a b c Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  12. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  13. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill