Demarekoendama xweyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Demarekoendama xweyî, DKX (bi îngilîzî:autonomic nervous system (ANS))

Xebatên lûsemasûlke û dilemasûlke bi awayek xwenewîstî ye, ango ne li gor biryar û xwestina mirov, lê bi awayek xweser e[1]. Beşa demarekoendamê ya xebatên masûlkeyên xwenewîstî rêk dixe, wekî demarekoendama xweyî tê navkirin[2]. Demarekoendama xweyî (DKX) rewşa asayî ya laş rêk dixe. Li gel kontrola çalakiya dilemasûlke û lûsemasûlkeyan, DKX bandor li ser endamên koendama herisê, koendama dilelûleyê, koendama henaseyê, koendama mîzê, koendema hormonan jî dike. Kontrola DKX ya li ser van koendaman bi şeweyê xwenewîstî rû dide[2].

Beşa livînê ya li demarekoendama çêwe (DKÇ), demarexaneyên derketî lixwe digire. Hin ji van demarexaneyan, ragihandinan diguhêzînin boy masûlkeyên peykerê. Hin ji demarexaneyên derketî yên beşa livînê jî, ji boy masûlkeyên lûs û masûlkeyên dil ragihandin diguhêzînin, çalakiya demarekoendama xweyî bi navbeynkariya van demarexaneyan rû dide.

Erk û pêkhate[biguherîne]

Hin caran li dij hev kar bikin jî, bi gelemperî, bandora çalakiya beşa sîmpasawî û ya beşa parasîmpasawî tewawkerên hev in.

DKX cihê çalakiya refleksên aloz ên bêhamdî ne. Refleksên DKX, di masûlkeyên xwenewîst de rû dide. Masûlkeyên dil û masûlkeyên lûse ji ber refleksê, ji nişka ve û bêhemdî girj dibin an jî xav dibin[3]. Yek ji van refleksan, refleksa kontrola derketina destavê ye. Guhertina kurahî û leza hensadanê, rêkxistina çalakiya koendama herisê, guhertina rêjeya dillêdanê, guhertina firehiya bîbîka çavan jî mînakin ji boy refleksên demarekoendama xweyî. Refleksên DKX ji aliyê lakêşemoxê ve tê kontrolkirin.

Em dikarin refleksa kêmkirina pestoya xwînê wekî mînak nîşan bidin. Dema pestoya xwîna mîrov zêde dibe, wergirên li ser dîwarên lûleyên xwînê, rakişîna lûleyên xwînê wekî kartêkirek werdigire û bi navbeynkariya demarexaneyên hestê dişîne beşa kontrolkirina çalakiya dil a lakêşemoxê. Lakêşemox ji boy rêkxistina dillêdanê, beşa perasîmpasawiyê çalak dike, rêjeya lêdana dil kêm dibe bi vî awayê pestoya xwînê jî dadikeve[4].

Demarên livîne (demarên derketî) yên demarakoendama xweyî ji demaxê dirêj dibin. Evan demaran ji qedê demax bigire heta beşa sêbendeyê dirkepetikê, gurze bi gurzê ji dirkepetikê derdikevin û belavê lûsemasûlke û rijênan dibin[3]. Demarekoendama xweyî ji sê beşan pêk tê; beşa sîmpasawî, beşa parasîmpasavî û beşa enterî[2]. Her sê beşên DKX jî bi alîkariya du cure demarexaneyên derketî ji demarekoendama navendî (DKN) dirêjê endam û rijênan dibin. Laşê demarexaneya yekem li demax an jî li dirkepetikê ye û tewereyê wê dirêjê girêkê dibe. Ev demarexane wekî demarexaneya pêşgirêk (bi îngilîzî:preganglionic neuron) tê navkirin[3]. Tewereyên van xaneyan maylînî ye. Madeya demareguhêzer a xaneyên pêşgirêkê asetîlkolîn e[5]. Laşê demarexaneya duyem di nav girêkê de cih digire û bi tewereyê xaneya pêşgirikê ve girêdan ava dike, tewereyê wê jî ber bi lûsemasûlke, dilemasûlke an jî rijênan dirêj dibe. Ev xane wekî xaneya paşgirêk tê navkirin. Tewereyên van xaneyan nemaylînî ye. Demareguhêzera xaneyên paşgirêk ên beşa sîmpasawî norepînefrîn, ên başa parasîmpasavî jî asetîlkolîn e[5].

Çalakiyên DKX bi awayek xweser rû dide, lê DKX bi gelemperî di bin bandora beşa çalakiyên xwewîstî yên tûkila mejî de ye. Herwisa ragihandinên di navbera beşa çalakiyên jêrhiş a mejî û navenda kontrolkirina sîmpasavî û parasîmpasavî ya hîpotalmusê jî, li ser çalakiyên DKX bandor dike[4].

Koendamademarê ku.png

Hin caran li dij hev kar bikin jî, bi gelemperî, bandora çalakiya beşa sîmpasawî û ya beşa parasîmpasawî tewawkerên hev in. Wekî mînak, bi ragihandinên demarên sîmpasawî rêjeya dillêdanê zêde dibe, lê bi ragihandinên demarên parasîmpasawî jî lêdana dil ber bi rêjeya lêdana asayî dadikeve[6].

Beşa sîmpasawî[biguherîne]

Demarên ji hêla pişt û kêleka dirkepetikê dirêj dibin, çalakiya beşa sîmpaswî rêk dixin. Demarexaneyên ko laşê wan li DKN ye, tewereyên xwe ji zikeregê dirêjê girêkên li herdu aliyê dirkepetikê dikin, bi vî awayê ji hêla piştê heta beşa jorîn a kêlekê ya dirkepetikê, torek zincîra girêkên sîmpasawî çê dibe. Zincîra girêkan li herdû aliyên dirkepetikê ve dirêj dibin[7]. Her zincîr ji 23 girêkan pêk tê. Sê ji van girêkan ji hêla stû dirêj dibin, 12 girêk ji hêla piştê, çar ji hela kêlekê û çar girêk jî ji hêla sêbendeyê[8].

Di di rewşa zorê(stres) de beşa sîmpasawî çalak e. Dema zorê da mirov, ango dema mirov li bin fîşarê dimîne, bi rewşek xeter ve rûbirû dimîne an jî hêrs dibe, laş du cure bertek nîşan dide. An xwe ji rewşa zorê dûr dixe, an jî li dij wê tê dikoşe. Ev berteka laş, wekî berteka “şer bike an jî bazde” tê navkirin (bi îngilîzî fight or flight response). Bersîv çi şerkirin be, çi jî bazdan be, pêdivîya laş bi enerjiyê heye. Bi çalakbûna beşa sîmpasawî bi hin rêbazan, di demek kin de enerjiya pêwist tê bi destxistin. Wekî mînak, rijenê adrenal tê handerkirin ji boy derdana hormona adreanalînê, dil hê leztir lê dide, di heman demê de kezeb glîkojenê hildiweşîne glukozê û tewlê xwînê dike. Bi vî awayê xwîn hê pirtir xurek û oksîjen diguhêzina xaneyan[8]. Ango Li dij gefa birîndarbûn an jî mirinê demarekoendama xweyî başa sîmpasawî çalak dike ji boy parastina laş.

Eger hatû tu rojek li çolê rastê hirçek hatî, gelo tu dizanî di laşê te de di heman demê de çi diqewime û tu bi kîjan rêzeçalakiyan bertek nîşan didî?

Bîbika çavên te fire dibe, rijenên adrenalê te hormona adrenalîn der didin. Dilê te he leztir lê dide. Henasedana te zêde dibe û coga henasedana te fire dibe, lûleyên xwîna te fire dibin, ji ber çalakiya rijenên xwêdanê, tu xwêdan didi, bi vî awayê pileya germahiya laşê te tê rêkxistin. Glîkojena di kezeba te de ambarkirî, tê hilweşandin ji boy bi destxistina glukozê. Laşê te dibêje niha dem ne dema xwarin, vexwarin û derkirinê ye loma çalakiya koaendama herisê ya laşê te kêm dibe, dev û gewriya te zuha dibe, mîzdanaka te fire dibe. Di heman demê de tu baz didî û xwe ji hêla hirçê dûr dixî. Ev hemû tiştên li jor û berteka te di demek kin de çê dibin. Ji boy van çalakiyan biryar ne ji aliyê mejiyê te lê ji aliyê beşa sîmpasawî ya demarekoendama xweyî ve tê dayin, tu bê hemdê xwe ji hirçê ditirsî û direvî. Çalakiya demarekoendama xweyî bi awayek xweser rû dide, lê bi gelemperî di bin bandora demarekoendama navendî de ye. Ango DKN demarekoendama xweyî hander dike. Mîsal;

Gelo tu li çole rastê hirçê nehatayî, li dewsa wê, rastê cotek kewên gozel bihatayî wê bêşa sîmpasawî ya demarakoendama xweyî dîsa çalak biba? Gava tu rastê hirçê tê, çavên te dîmenê hirçê bi navbeynkariya wergiran digire û dişînê demaxê, li demaxê, beşa tûkila mejiyê vê dîmênê dide ber dîmenên ji bîrhatiyên te yên berê. Ji serpêhati, bîranîn û perwerdeya te, mejî biryar dide ko hirç ajalek hov e û tu di rewşek xeter de yî, divê tu demeldest ji vir dûr bikevî. Loma demarekoendama xweyî çalak dibe. Lê heke tu ne rastê hirçê lê rastê cotek kewên gozel werî, dîmenê kewan dîsa tê şandin bo tûkila mejiyê, lê îcar mejî biryar dide ko xeteriya van kewan ji boy mirov tune, loma ev car demarekoendama xweyî çalak nabe.

Endama/koendama armanc Parasîmpasawî Sîmpasawî
Koendama herisê Livîna perîstalsî û derdana rijênên herisê zêde dike Çalakiya koendama herisê kêm dike
Kezeb Bandor nake glukozê di nav xwînê de dide derdan
Pişik Borrîkehewayan teng dike Borrîkehewayan fire dike
Mîzdank / Rêya mîzê Guşerê xav dike Guşerê dişidîne
Gurçik Bandor nake Mîzkirinê kêm dike
Dil Rêjeya dillêdanê kêm dike Rêjeya dillêdanê zêde dike
Lûleyên xwînê Li ser piraniya lûleyên xwînê de bandor nake Lûleyên xwînê yên endamên nav laş teng dike; pestoya xwînê zêde dike
Rijenên lîkê û hêsir Hander dike; derdana lîk û hêsir zêde dibe Rê li ber digire ; loma dev û çav zuha dibin
Çav (Bîbik) masûlkeyên giviştinê hander dike; bîbik piçûk dibin Masûlkeyên firehkirinê hander dike;bîbik mezin dibin
Rijênê adrenalê Bandor nake Xaneyên rijênê adrenalê hander dike ji boy derdana epînefrîn û norepînefrîn
Rijenên xwedanê yên pestê Bandor nake Hander dike ji boy derdana xwedanê

Beşa parasîmpasawî[biguherîne]

Gava beşa sîmpasavî çalak dibe, laş dikeve rewşa awarteyê. Lê divê ev rewş ne ji boy demek dirêj be, an na xane û şaneyên laş bîlasebeb çalak dimînin û enerjî xerc dikin, loma dibe ko ziyan bigihîje şane û endamên laş. Beşa parasîmpasawî li gel demara vagus, hin demarên din ên stû û demarên sêbendê lixwe digire[7]. Tewereyên xaneyên pêşgirêk ên başa parasîmpasawî dirêj in. Girêkên parasîmpasawî ne li kêleka dirkepetikê, lê li nezîkê endaman an jî li ser endaman de cih digirin, loma tewereyên xaneyên paşgirêk jî kin in[9].

Beşa parasîmpasawî piştî çalakiya beşa sîmpasavî çalak dibe. Bi çalakiyên beşa parasîmpasawî rewşa laş ji rewşa awarte derdikeve, endam, şane û xaneyên laş çalakiyên xwe bi awayek asayî didomînin. Ango gava laş ji derve kartêkirên ji boy hişyarî û alarmê nagire, beşa parasîmpasawî çalak e. Bi gelemperî, bandora beşa parasîmpasawî hêdikirina çalkiya laş e. Berteka beşa sîmpasawî wekî berteka “aram be û biherisîne” (bi îngilîzî: rest and digest) tê navkirin[10] . Ji ber ko êdî dawî li xeterî, tirs û kartêkirên bihêz hatiye, divê laş demildest vegere rewşa asayî. Bi çalakbûna beşa sîmpasawî;

-Bîbikê çavan piçûk dibin.

-Çêkirin û derdana lîkê zêde dibe.

-Rêjeya lêdana dil dadikeve asta rêjeya asayî.

-Firehiya coga henasedanê kêm dibe, hetanê şêweyê xwe ya asayî.

-Koendama herisê dest bi çalakiyê dike, herwisa rêjênên enznîmên herisê çalak dibin.

-Pankreas, û zerevdank çalak dibe.

-Masûlkeyên mîzdankê girj dibin kîsikê mîzê piçûk dibe.

Beşa Enterî[biguherîne]

Beşa enterî (bi îngilîzî: enteric division) ya DKX ji tora demarexaneyên li coga herisê, pankreasê û zeravdankê pêk tê. Demarexaneyên beşa enterî, li van endaman de kontrola derdanê û çalakiya lûsemasûlkeyan dike. Wekî mînak livîna perîstalsî (bi îngilîzî: peristalsis) ya lûsemasûlkeyan ji aliyê beşa enterî ve tê rêkxistin. Tevî ko beşa enterî dikare bi awayek xweser çalak bibe, lê bi gelemperî ji aliyê beşa sîmpasavî û parasîmpasavî ve tê rêkxistin[2].

Çavkanî[biguherîne]

  1. Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. a b c d Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  3. a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  5. a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  8. a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  9. Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  10. Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,