Deniz Deman
Deniz Deman | |
|---|---|
| Jiyan | |
| Jidayikbûn | 6ê hezîrana 1979an (46 salî) Dêrsîm |
| Cureyê muzîkê | Folklorîk |
| Pîşe | Hunermend |
| biguhêre | |
Deniz Deman (jdb. 6ê hezîrana 1979an li Stembol)[1] hunermendeke kurd e ku cara yekem bi strana xwe ya Lo Berxo hatiye naskirin.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Deniz Deman bi eslê xwe ji gundê Mercan a bi ser navçeya Pilûr a Dêrsimê ye. Malbata wê ji Dêrsimê koçî bajarê Stembolê bûne û Deman li wir ji dayik bûye.
Digel zarokek malbatê bi şeş xwişk û birayên xwe re, Deman di temenek biçûk de bi muzîkê re eleqedar bûye.
Deman, di zaroktîya xwe de bi malbata xwe re diçe Almanyayê û xwendina xwe li Almanyayê dewam dike. Piştî ku ew ji beşa lîseyê xelas bû, perwerdehiya xwe wekî pisporê nexweşiyên enderm û taybetmendiya bedewiyê qedandiye.
Ji hezkirina wê bo stran û ev xewnê ku wê di dilê xwe de veşartiye, ew albûma xwe "Lorî" bi piştgiriya Hozan Diyar derdixe û yekem pêngava xwe ya mezin diavêje nav civaka hunera kurdî.
Deman li Almanyayê dijî û bi hunermendê kurd Hozan Diyar re zewicî ye.[2][3]
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Albûmên stûdyoyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Lorî (2005)
- Durî (2009)
- Bêje (2014)
- Rê (2018)
Vîdeografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Klîb
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Lo Berxo
- Lorî
- Erzîngan
- Nabe
- Ax Kurdistan
- Sara Min
- Esmer
- Ax Neçe
Fîlm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dayê (kurtefîlm)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ https://kurdisches-filmfestival.de/director/deniz-deman-2/
- ^ "Deniz Deman Biyografisi". Kürtçe Bilgi - KurtceBilgi.Com (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 adar 2020.
- ^ "Dersimli Sanatçı Deniz Deman'ın Rê albümü geliyor-VİDEO | Pir Haber Ajansi - PİRHA". Pirha - Pir Haber Ajansı (bi tirkî). 2 adar 2018. Ji orîjînalê di 21 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 adar 2020.
| Ev gotara ji bo stranbêjeke/î kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |