Der Schwarm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Der Schwarm
Der Schwarm Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Berhema wêjeyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Welat
ZimanAlmanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema weşandinê2004, 2008 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nivîskar
  • Frank Schätzing Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
CureRoman Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêweTechno-thriller, Honaka zanistî û thriller Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mijara serekeMarine biology Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Der Schwarm romaneke zanistî-xeyalî ya nivîskarê alman Frank Schätzing e. Ew pirtûka şeşemîn û herî serkeftî ya nivîskarê ye. Pirtûk yekem car di sala 2004an de hate çap kirin û di demek kurt de bû bestseller. Mijara thrillera honaka zanistî xetereya hebûnê ya li ser mirovahiyê ye ku ji jiyanek deryayî ya nenas û aqilmend ve tê.

Çîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di pêşgotin û "Beşa Yekem" a romanê de, mirovên li çaraliyê cîhanê li herêmên cuda her ku diçin bi êrîşên ji deryayê re rû bi rû dimînin. Di destpêkê de tenê bûyerên piçûk pêk tên, ku meriv dibêje qey ne girêdayî hev in: melevan rastî êrişî segmasiyan an komên jellyfish tên, an keştî bêyî ku sedem diyar bibe dikevin bin avê. Li peravên rojavayê Kanadayêbalîna awayekî berbiçav êrîşkar in û keştiyan bi tevahî dixin bin avê. Li Norwêcê, koloniyên kurmikan qeraxa parzemînê bêîstîkrar dikin, û di encamê de tsunamiyek çêdibe, ya ku deverên peravê yên Ewropayê wêran dike. Bi vî rengi, rewş her ku diçe girantir dibe û ji kontrolê derdikeve.

Tîmek krîzê ya ku ji zanistvan û artêşê pêk tê digihîje wê encamê ku hêzeke nenas ji kûrahiya deryayê hewl dide mirovahiyê ji deryayan derxîne an jî wan ji holê rake. Ji bo pêşîgirtina li felaketekê sefereke navneteweyî tê destpêkirin.

Dîroka weşanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Der Schwarm heşt mehan li Almanyayê bû number-one bestseller û heta niha bi 18 zimanan hatiye wergerandin.[1] Ew ji hêla gelek rexnegir û xwendevanan ve ji bo nûnertiya wê ya rast a biyolojiya deryayî, erdnasî, û jeofîzîkê hate pesend kirin.

Adaptasyonên pirtûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Uma Thurman û hilberînerên alman Michael Souvignier, Ica Souvignier û Till Grönemeyer[2] di gulana 2006an de mafên fîlmê yên The Swarm kirîbûn. Di 9ê gulana 2007an de hat ragihandin ku fîlmek li ser bingeha romanê di xebatan de ye. Ted Tally nivîsandina senaryoyê qedandiye û Dino De Laurentiis bû yek ji xêrxwazên darayî yên projeyê. Dîroka serbestberdanê wekî 2015 hate texmîn kirin, lê heta sala 2018an fîlm hîn di pêşkeftinê de bû.[3]

Rêzefîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hevbendiyek weşanên giştî yên ewropî rêzefîlmeke TV ya bi navê The Swarm, ku ji hêla Frank Doelger û Mark Huffam ve tê rêvebirin, çêdike.[4][5] HIlberîn wek rêzefîlma alman ya herî biha tê hesibandin.[6] Tê de Cécile de France, Sharon Duncan-Brewster, Joshua Odjick, Takuya Kimura, Kari Corbett, Jack Greenlees, Lydia Wilson, Krista Kosonen, Takehiro Hira û Rosabell Laurenti Sellers hene.[7][8] Ew di sibat û adara 2023an de hate berdan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Top Movie Blog » Blog Archive » Uma Thurman bought 'The Swarm' movie rights". web.archive.org. 19 nîsan 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 nîsan 2008. Roja gihiştinê 11 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "cinematical.com". www.afternic.com. Roja gihiştinê 11 adar 2023.
  3. ^ The Swarm (TV Series 2023) - IMDb (bi îngilîziya amerîkî), roja gihiştinê 11 adar 2023
  4. ^ Vivarelli, Nick (26 sibat 2020). "Frank Doelger and Mark Huffam to Produce 'The Swarm' For European Pubcasters' Pact The Alliance". Variety (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 adar 2023.
  5. ^ Goodfellow2019-04-08T06:00:00+01:00, Melanie. "'Game Of Thrones', 'The Sopranos' director Alan Taylor boards ZDF, Beta's 'The Swarm'". Screen (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ Admin (22 kanûna pêşîn 2022). ""The Swarm": Everything about the German series highlight". News in Germany (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 adar 2023.
  7. ^ Roxborough, Scott (16 hezîran 2021). "Diverse International Cast for Big-Budget Euro Series 'The Swarm' (Exclusive)". The Hollywood Reporter (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 adar 2023.
  8. ^ The Swarm (TV Series 2023) - IMDb, roja gihiştinê 11 adar 2023