Deryaya Navîn a Amerîkayê
Deryaya Navîn a Amerîkayê | |
|---|---|
| 18°Bk 80°Ra / 18°Bk 80°Ra | |
| Welatê tejaneya çem | Aruba |
| Pêk tê ji | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Deryaya Navîn a Amerîkayê deryayeke mezin ê li rojavayê Okyanûsa Atlantîk e ku di heman demê de Deryaya Karîbê û Kendava Meksîkê vedigire. Navê Deryaya Navên a Amerîkayê ji aliyê okyanûsnasên alman ve hatiye bikar anîn lê heya roja îro ji aliyê rêxistina hîdrografiya navneteweyî (USGS) û ji aliyê saziyên din ên hîdrolojîk ên navneteweyî ve nehatiye nas kirin. Rûbera deryayê 4.354 milyon km² ye û kûrahiya navînî ya deryayê 2.216 mêtre ye.[1]
Derya ji hewzeyên avên wekê Hewza Meksîkê, Xeta Kaymanê, Hewza Yukatanê, Hewza Kolombiyayê, Hewza Venezuelayê û Hewza Grenadayê pêk hatiye.[2][3]
Deryaya Navîn a Amerîkayê wekê yek ji deryayên marjînal ên okyanûsan hatiye hesibandin. Ji xeynî gelek giravên biçûk, komên giravên mezin û biçûk û giravên piçûk, giravên mezin ên Kûbayê ku li Kendava Meksîkê û Karayîban e, Jamaîka, Hîspanyola û Porto Rîko vedihewîne. Hemî ev girav di nav giravên rojavayê Hindî de ne ku Deryaya Navîn a Amerîkayê ji Okyanûsa Atlantîkê vediqetîne.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Derya di Deryaya Navîn a Amerîkayê da
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Deryaya Karîbê li başûrê rojhilat û Kendava Meksîkê li bakurê rojava percên Deryaya Navîn a Amerîkayê ne. Deryaya Navîn a Amerîkayê li navberê Amerîkaya Bakur û Amerîkaya Başûr e. Di Kendava Meksîkê da hên ev kendav/rêk hene: Bahía de Campeche, Rêka Florîdayê û Kendavê Gonâve. Di Deryaya Karîbê da ev kendav hene: Golfo de Batabanó, Kendava Darién, Kendava Hondûrasê û Kendava Venezuelayê. Hên jî di vê deryayê da deryakeke din jî heye: Deryaya Marakaîboyê.
Dewlet
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev dewlet digên Deryaya Navîn a Amerîkayê:
- DYA - Kendava Meksîkê
- Bahamas - di bakurê rojhilatê Okyanûsa Atlantîk digê Deryaya Karîbê
- Kûba - Kendava Meksîkê û Karîbîk
- Giravên Kaymanê (Brîtanya) - Deryaya Karîbê
- Jamaîka - Deryaya Karîbê
- Haîtî - Deryaya Karîbê
- Komara Domînîk - Deryaya Karîbê
- Porto Rîko (DYE) - Deryaya Karîbê
- Giravên Vîrjîn ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) - Deryaya Karîbê
- Giravên Vîrjîn ên Brîtanyayê (Brîtanya) - Deryaya Karîbê
- Anguilla (Brîtanya) - Deryaya Karîbê
- Saint Kitts û Nevîs - Deryaya Karîbê
- Antigûa û Berbûda - Deryaya Karîbê
- Montserrat (Brîtanya) - Deryaya Karîbê
- Guadeloupe (Fransa) - Deryaya Karîbê
- Domînîk - Deryaya Karîbê
- Martînîk (Fransa) - Deryaya Karîbê
- Saint Lucia - Deryaya Karîbê
- Saint Vincent û Giravên Grenadîn - Deryaya Karîbê
- Barbados - di bakurê rojhilatê Okyanûsa Atlantîk digê Deryaya Karîbê
- Grenada - Deryaya Karîbîk
- Giravên Turks û Kaykosê (Brîtanya) - (di bakurê rojhilatê Okyanûsa Atlantîk digê Deryaya Karîbê)
- Venezuela - Deryaya Karîbê
- Antilên Holendî (Holenda) - Deryaya Karîbê
- Arûba (Holand) - Deryaya Karîbê
- Kolûmbiya - Deryaya Karîbê
- Panama - Deryaya Karîbê
- Kosta Rîka - Deryaya Karîbê
- Nîkaragua - Deryaya Karîbê
- Hondûras - Deryaya Karîbê
- Guatemala - Deryaya Karîbê
- Belîze - Deryaya Karîbê
- Meksîk - Deryaya Karîbê û Kendava Meksîkê
Rêk, pasaj û kanal
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di Deryaya Navîn a Amerîkayê da pir rêkên, kanalên û pasajên avê hene: Rêka Florîdayê, Pasaja Bêh (Paso de los Vientos), Pasaja Mona (Canal de la Mona), Pasaja Anegada, Pasaja Gûadêlûpê, Pasaja Domînîka, Pasaja Martînîkê, Kanala Saint Lucia û Pasaja Saint Vincent. Rêka Yucatánê Kendavê Meksîkê digîne Karîbîk. Bi Kanala Panama mera digê Okyanûsa Mezin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "The Oceans Their Physics, Chemistry, and General Biology". publishing.cdlib.org. Roja gihiştinê 12 adar 2026.
- ^ "Caribbean Sea | Definition, Location, Map, Islands, & Facts | Britannica". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 adar 2026.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). pubs.usgs.gov. Ji orîjînalê (PDF) di 9 adar 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 adar 2026.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Deryaya Navîn a Amerîkayê de hene