Destana Kawayê Hesinger (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Destana Kawayê Hesinger hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Destana Kawayê Hesinger
Nivîskar Abdusamet Yigit
Şêwe Destan
Ziman Kurdî
Dîrok 2009
Weşanxane Weşanên Han
ISBN ISBN 978-3-942735-01-8

Destana Kawayê Hesinger romana niviskarê kurd Abdusamet Yigit e. Di sale 2009´an de hat weşandin li Swedê ji aliyê weşananxe Sara ve. Pirtûk, bixwe, li ser destana kurdan ya netewî a destana kawa ya. Roman a. Lê di temenê hin lêkolînna dem dirêj de hatiye nivîsandin. Şekl û awayê vebêjinê ê ku li herêma botanê dihê gotin, di wê de esas hatiye girtin. Ji deme xwe ya ku têde destan di buhurê, weke belge û dûkumenteka dîrokî ya.

Li ser destana Kawayê Hesinker, mirov dikarê vê yekê bibêje. Di pirtûkê de, bi teybetî, bi şert û mercên demê û pêşketina wê re levhunandin bûya. Bi vê yekê re, mirov karê bibêje ku vebêjina Kawayê hesinger, bi teybetî, weke destanaka serkevtina xalkê ya di pêşengîya bawermend, aqilmend û têgihiştina xwe ya demê de ya.

Bi serekeyî vebêjina Kawayê Hesinger[biguherîne]

Kawayê hesinger, mirovekî ku biaqil a. Aqilmendîya wî ya ku heya, keyê demê bixwe jî, bi Şêwiratiya bi wî re, jê fêde û sûd digirê. Kawa, bixwe jî, ew karmendekî ku kar dike ya. Ji hadadiyê bê, û şekl dana kevir û daran bê, karekî wî yê ku ew têde bûya hosta heya. Di wê demê de kawa, têkiliya wî bi key re û bi aqilmendên key û yên qasrê re heya. Di nav xalkê de jî, ew weke keyekî tê nasin û lê tê nerîn. Kawa jî, di vê yekê de di farqê de ya. Di wê demê de gelek bûyarên ku dibin hena. Împaratoriya Asûr, li herêmê bûya hêzeka mazin. Babîl û Medîya, bi hev re li ber wê na. Keyên Asûrî, dixwezin ku li ser wan herêman jî bibina xwedîyê serdestî û desthilatdariyê. Keyê demê Dahaq, di pêşengîya wî de hêzeka mazin ya artişî tê bi ser Medîya de. Pêşî, bi serekî dijwarî, serdestîya dikin. Yên ku li berxwedana jî, gelek ji wan, yan hatina girtin û bûna dil û yan jî hatina kuştin. Bi vê yekê Medî navand û paytaxta wan Aqbatanê, dikeve. Lê Medî, Bindestiyê qabul nakin û dikin ku li berxwe bidin. Ji ber vê yekê, êdî dikin ku xwe carek din hêza xwe lev bidina hevdû bikevina şerê mayin û nemanê yê azadiya xwe de. Di şerê pêşî de, Medîyan, keyê xwe di şer de winda kirîya. Ji ber vê yekê, di wê demê de, tenê li devê aqilmend û şewîrmendan tê nerîn. Kawa bixwe jî, tornekî ku ji koka xwe de digihişt Mîr û Keyan bû. Lê ew di riya zanîn û aqil de meşî bû.

Piştre, bi çûn û hatina mazin re, wê hêzên Medî, di pêşengîya zanîn û bîrewerî û aqilmendîya kawa de levbicivin. Lê ji herêmên din yên Medîyalîyan, wê xaber bê şandin ku ji wan re wê bê şandin. Di demê de, naveneka keyê Mazin yê ku bi navê Qîyakser, hê ne li wir bû. Xaber ji wî re tê şandin. Ew jî, ku xaher digihihjiyê de, bi hêzeka mazin dikeve rê de û dikeve rê de ku were bi ser aqbatanê de. Lê berî ku ew werin, şerê Aqbatanîyan bi asûrîyan û hêzêa wan re dest pê kirîya.

Kawa bixwe, zarokên xwe jî di şer de winda dana. Ji ber vê yekê, ew jî, pirr bihêrs bûya. Lê di wê dema ku ew şer bikin de, Kawa, hingî, xewnekê dibîne ku Dahaq, di çi rewşê de ya. Dibîne ku wa li ser herdû milên wî, wê du mar hene û piştre leşkerên ku zaroyên wî tênina ber wî û marên li ser milên wî, tên ber wan û xwe li wan dipêçin û wan didina ardê. Kawa, bi wê xewne ku dirabê jê, êdî bawer dike ku heta ku Dahaq newê xistin wê hêza wan li ber wî û hêza wan bi ser nekeve. Ji ber vê yekê, êdî di dema ku dikevina şer de, Kawa berê rast û rast dide hundurê qasrê ku herê û Dahaq bi kujê. Yên din jî, ku li aliyê wî na, li derve û li qada şer di şer de na. Piştre Kawa xwe digihêne Dahaq û wî dide ardê û dikujê. Piştre ew hat kuştin, êdî piştre agahî digihê hemû leşkerên wî û êdî ew ti hal û rewşa şer kirinê bi wan re namêne. Berî hingî, bi hev re kawa û leşker û hevalên wî di nava xwe de bi peyman kiribûn ku dema ku Dahaq hat xistin û kuştin, wê çûna ser serê qasrê bibe û wê agirê pîroz wê li ser serê qasrê weke nîşanaka serkevtinê wê bê pêxistin. Piştî ku aligirên kawa û leşkerên wî êgir êdî li ser qasrê di bînin êdî fahm dikin ku Dahaq hatîya kuştin. Lê wekî din jî, gotin ku "deme ku dîtin ku wê bi sernekevin li ber hêzên Dahaq, hemû serhildêr, bila xwe bisipêrina çiyayan û li cîyayan lev bigihijina hevdû xwe bi hêz bikin ku da qana carek din herna bi ser bajêr de ku bidest bixin û xalkê xwe xilas bikin." Lê bi ser dikevin. Êdî piştre ji bo Medîya, demeka nû ya serkevtinê ya zêr dest pê dike. Ew roja serkevtinê, weke roja nû ya pîroz tê bi nav kirin û jê re tê gotin "roja nû" yanî weke ku î ro hê kurd di nava xwe de dibêjin "Newroz" dibe. Ev roj, ji xwe, rojaka wan ya pîroz jî bû.

Pêşketina Medîya û ya demê[biguherîne]

Di pirtûkê de bi teybetî, cihek ji vê re hatîya vatandin. Bi teybetî awayê jîyane demê yta mirovan çawa û çawa dijîn, mirov bi awayekî teybetî wê dibîne. Medî, bi awadana xwe ya ku avakirina re, bi qasr û malên xwe yên mazin ku çêkirina re, xwediyê pêşketinaka mazin tê xûyakirin.

Bawerî û şeklê wî di demê de[biguherîne]

Medî, bi awayê bawerîya xwe re xwediyê sistemeka olê na. Xwûdannên xwe bi têgihiştineka yek Xwedayî dijîn. Di dema duakirinê de, bi hevre lev dicivîn û dikin. dijminên pîrozên xwe dixwênin jevre. Ji pirtûkê, bi vê bendê, mirov karê bahse wê bidomêne:

Gava li perestgehê diketine nava lavakirinê de, hemû li hevdû diciviyan. Gava ku lev diciviyan û dua dikirin û duayên xwe ku hew dikirin, êdî pişt re li derûdorê agirgehê weke heyamekê ji xwe re û bi hev re rûdiniştin û pişt re dîsa bi hevre lava dikirin. Gava ku dirûniştin jî keşe li aliyê ku nêzîkî agirê pîroz bû, dirûnişt. Mirovên dîn jî li derûdorê wî dirûniştin. Gava ku dirûniştin jî, êdî bi hev re li ser rewşen xwe dipeyivîn. Wan bawer dikir ku wê Mîtra û bi wî re Ahûra Mazda yê ku kurê Zervan bû, her wiha ku ew dipeyîvîn, wan his dikir û li wan dihisand. Agir peyamnêrê di navbera wan de bû. Her weha divî bû ku rêz û hûrmet ji agir re bihata nîşandan. Gava ku rêz ji agir re ne yêt nîşandan, êdî wê karê wan rast ne çûba. Her weha bawerî hebû, bi agir re jiyan nû dibû. Bi agir re jiyana xwe nû dikirin. Agir gelekî xurt bû. Agir gelekî dijwar bû. Tiştek weke agir ne xurt bû û ne jî dijwar bû. Agir, Ahûra Mazda li dinyayê vêxisti bû. Agir, reya ku mirov xwe gahandi bana wî bû. Ji ber vê yekê ji agir bi rêz bû. Di her malê de agir hebû. Ev dihate wê wateyê ku riya çûna nig Ahûra Mazda, li her male hebû. Bi wê agirê ku li malan bû re, Ahûra Mazda li malan bû û li malan dimeyizand. Agir didit. Mirovan divî bû ku li vê yekê bi bawerî bûna. Wî çaxî wê Ahûra Mazda li nig wan bana. Ahûra Mazda ku mirov lê bi bawer bin, wê wî çaxî çi carî mirov bi tenê ne helê. Ew li nig mirovên xwe cîh digirt. Li mirov dimeyizand û rê şanî wan dida. Ji bo Ahûra Mazda gelek reyên wî hebûn ku şanî mirovên bidana. Ew çend xwediyê dilê sebiyekî bû her weha jî xwediyê dilê mezinekî jî bû.

Ji aliyê aborî ve Medîya[biguherîne]

Ji aliyê aborî ve mirov karê bi teybetî bahse wê bike. Nivîskar, di pirtûkê de bi teybetî, cihk daya vê. Bahse şeklê jîyane wan û ew çawa karin bijîn û çawa dijîn hê di gotina xwe ya pêş de, ew bi lêv kirîya. Di pirtûkê de rewş weha bi sereke tê ser ziman: "Ro ber bi êvarî ve diçû. Mirovên ku sewalên wan li çolê bûn, hêdî hêdî sewalên xwe dihanîne malê. Ber bi êvarî re mirovên ku ji ber germê di hundurû de bûn, êdî ew jî derdiketine dervê. Bi derketina dervê re êdî lebatî li dervê jî çê dibû. Bi lebatiyê re êdî jiyan geş dibû. Mirovên ku sewalên xwe ji çolê dihanîne malê, dibirin û dikirine koxan de. Lê berî ku dikirine koxan de, pêşî sewal dihatine dohtin ji aliyê jinan ve. Ber bi êvarî re êdî jin bi kar û barên xwe ve dibezîn û diçûn û dihatin. Her weha ber bi êvarî re geşbûn û çûn û hatin pirr dibû. Bi pirrbûna çûn û hatinê re êdî jiyaneke gelekî geş dest pê dikir.

Ro ku dikete ber çûna roavê de, êdî nîgar û dîmeneke gelekî xweşik li ber çavan çê dikir. Dunya bi wê roçûna ber ava re, bi rastî jî gelekî spehî dibû. Ro li ber azmana ber bi sorahiyekê ve diçû. Her weha ku sorahî li azmana bi roçûna ber ava re çê dibû, hêdî hêdî ew sorahî ber bi reşbûnê ve diçû. Lê ku ro diçû ava jî, di wê demê de zêde reş ne dibû. Hinekî rohnî dima. Ew rohnî jî dibû rohniyeke şevê. Ew rohnî, rohniya tavaheyvê bû. Mirov di bin rohniya tavaheyvê de diçûn û dihatin. Rohniya tavaheyvê, ji wan re dibû weke sedema çûna nêçîrê jî. Gelek Nêçîr di wê demê de dibûn. Weke nêçîrên kewan û sûskan û hê gelek ajelên din. Lê ku dibû êvar, êdî şîv dihate xwarin û pişt re yên ku çûbana nêçîre diçûn. Di nêçîre de Pezkûvî, Hespên Beyer, Sûsk û Kewên Qaqba, beraz û gelek ajelên çolê dihatine nêçîrkirin. Mirovên herî xurt ew bûn ku yê ku herî pirr di nêçîrê de xurt bûn. Ji aliyekî dî ve jî ew mirovên ku di nêçîrê de xurt bûn, mirovên şivan bûn. Gava ku diçûne ber sewalên xwe bi wê yekê re çol û ajelên çolê jî nas dikirin. Bi naskirina wan re gava ku diçûne nêçîre êdî bextên wan hê behtir bû. Mirovên Şivan mirovên xwedî taybetmendî bûn. Mirovên ku şivan bûn hê mazin dihatine ditin. Hawîrdor naskirin û ajelên çolê naskirin bi şivanan re baş û qenc bi cih dihat. Yên ku şivantî kiribana, dihatine naskirin, ew weke şivanekî ku baş be dihata naskirin. Şivan bi çendî ku şivan bû, ew çend jî xwediyê kesayetiyeke xurt bû.

Çavkanî[biguherîne]