Devşîrme

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
"Devşîrme" li palasa Topkapiyê.

Devşîrme, berhevkirî, ji sazûmaniya Osmanîyan a bo berhevkirina zarokên tevkujî û komkujiyan û tirkkirin/îslamkirina wan re tê gotin.

Di zimanê kurdî de devşîrme[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di zimanê kurdî de bo wan bêjeyên erênî jî hene lê pirranî neyînîne. Lewra rola devşîrmeyan her neyînî bûye, tirkan ew li dijî gelan wekî kujer bikaranîne. Hin ji wan mêjokeyên sêwî, kurên pînc, bêbav, mirovên bîjî ûêd in. Osmaniyan ev sazûmanî ji sedsala 14. heya 18. pirr bipêşxistine.

Çiye devşîrme[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Osmaniyan bi taybetî li balkan, qefqasê êrîş dibir ser komên gelan, zilam dikujtin, mal û milkên wan talandikirin, jinên wan direvandin, zarokên wan berhevdikirin. Van zarokên ne misilman in, bi darê zorê dikirin misilman, zimanê wan didan jibîrkirin.

Ev zarok bo kujerî û şer perwerde dikirin. Ji ber ku van zarokan hezkirina dê û bavê nedîtine, ji mercên dijmirovane û awarte de mezin bûne, pirr bêînsaf û bêrehm dibûn. Osmaniyan komên şervanên devşîrme gelek bikaraniye. Niha li balkan, kîpros, qefqasê hêj jî behsa zordarî û kujeriya devşîrmeyan tê kirin.

Dewleta Romê (Tirkiye) jî didomîne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi hilweşîna osmanîyan ve, ev kevneşopî bi awayeke hinekê nerm û nûjen, derbasê komara nû ya romiyan (tirk) bûye. Bi taybetî li dijî ermenî, yewnan, suryanîyan bikaranîne. Li seranser Kurdistanê dibistanên starbûnê vekirin û di wan de hêdî bi hêdî zarokên kurd asîmîlekirin. Pişavtin carnan gelek biserdiket û zarokên ji wir derbiketan dibin dijminê gelê xwe, bo dewletê çi kar ba dikirin. Bi awayeke nû, ev sazûmanî hêj jî didome.

Bêjeyeke îranî ye yan romî (tirkî)?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin dibêjin eslê vê bêjeyê îranî ye, di wateya "zarokên devbişîr, devşîrkirî" ye. Lê pirranî dibêjin ev bêje ji devşirmek a romî (tirkî) ye û tê wateya berhervkirinê:

Bi osmanî دوشيرمه = devşirme, erebî ديوشرمك = devşirmek, bi grekî παιδομάζωμα (paidomázoma) = berhevkirina zarokan, bûlgarî кръвен данък (kraven danak), kroatî Данак у крви (krvnî dank) di wateya xwînzêde, kesê xwîna gelekan pê re heye ye.

Hin ji devşîrmeyên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Perwerdekirina wan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zarokên dîl hatine girtin, berê li lênûsan dihatin tomarkirin. Pirranî zarokên di nava salên 8-18 de dihatine dîlgirtin, ên din dikujtine. Zarok teslîmê sîpahiyan dihatine kirin û karmendê sazûmaniya devşîrmeyê perwerdeya wan kontrol dikiribûne. Di bijartina wan de rindî, jîrekî bingeh dihatiye girtin.

Osmaniyan keçzarok bo hareman û marîbûnê (zewacê), lawzarok jî bo kujerî, şer û pêdiviyên dewletê amade dikirin. Osmaniyan ji devşîrmeyan artêşên taybet jî avakirine. Bostanci Ocagi, Yeniçeri Ocagi ji devşîrmayan hatibûn avakirin. Di dawiya împeratoriya Osmanî de, devşîrmeyan gelek caran serî li dewletê re jî radikirin.

Devşîrmeyên bi kujeriyên xwe navdar bûne pirranî albanî, bosnayî bûne.