Devrimci Karargah

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Devrimci Karargâh (ku. biryargeha/baregeha şoreşger) navê rêxitineke îllegal a romiyan (tirk) e. Derbarê vê rêxistinê de kêm agahî hene lewra sala 2005ê navê wê hat bihîstin û bi salan jî ti çalakiyeke wê nehat bihîstin. Navê rêxistinê di darizandinên Ergenekonê de herwiha derbas dibe.

Marksîst - Lenînîst e yan kemalîst?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Medya û çapemeniya tirk vê rêxistinê wekî marksîst-lenînîst didin nasandin û îdia dikin têkiliyên wê bi PKKê re hene. Wêneyên mîlîtanekî vê komê hatin belavkirin ku di nava refên HPGê de wergirtiye. Ev mîlîtan di êrîşeke polîsan de jiyana xwe jidest da. Gorî gelekan ev rêxistineke xeyalî ye, girêdayî eniya kemalîst û dewleta kûr e û heger ew pêwîstî pê bibinîn bikartînin an komekê din dertînin.

Hin ji çalakiyên li ser navê vê rêxistinê tên zanîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 7ê tebaxa 2008 - Li nêzîkê fermangeha artêşa I. hawan hatin agirkirin, 4 kes birîndar bûn. Êrîşê ti ziyan neda fermangehê.
  • 23yê tebaxa 2008 - Bombeyek li goristana Karacaahmet a li taxa Stenbolê Üsküdarê ye, hat dîtin. Gotin ev jî ya vê rêxistinê bûye.
  • 1ê kanûna pêşîn 2008 - Nameyeke bombeyî ji AKPê re hat birêkirin û teqiya. 12 kes birîndar bûn.
  • 12ê kanûna paşîn 2009 - Bombeyek avêtin şaxa banxaya bi navê BankPozitifê, ziyan li kesê neket.
  • 27ê nîsanê 2009 - Mîlîtan Orhan Yılmazkaya hat kujtin, polîs û sîvîlekî jiyana xwe jidest dan, 10 kes birîndar bûn.