Dewlik (komstêr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Komstêrka Dewlikê

Komstêrka Dewlikê anko Aquariusê, komstêrkeka çerxa bircan e ko dikeve navbera komstêrka Gîsikî û komstêrka masîyan. Peyva dewlika kurdî jî mîna Aquariusa yewnanî ji navê amanê avkêşanê hatîye. Ev komstêrk yek ji kevintirîn komstêrkan e ko di çerxa bircan da hatîye niyasîn. Ew yek bû ji lîsteya 48 komstêrkên Betlemyûsê (Ptolemy) stêrnasê yewnanî di sedsala duyê da. Ew niha jî yek ji 88 komstêrkên nûdem anko yên dema me ye. Ew di herêmeka çerxa bircan da ye ko bi rengekê edetî jê ra dibêjin "derya", ji ber ko tijî ye ji komstêrkên ko bi awayekî an yê dî girêdayî avê ne, wekî komstêrka nehengî anko Cetus, komstêrka masîyan, û komstêrka rûbarî.

Bi mezinahiya berçav ya 2.9ê, stêra Beta Aquarii geştirîn stêra wê komstêrê ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]