Here naverokê

Dewra avê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Diyagrameke hûrgilî ku dewra cihanî ya avê nîşan dide (inglîzî).

Dewra avê an jî dewra hîdrolojîk, dewreke biyogeokîmyayî ye ku guherîna berdewam a şêweyê ava li ser rûyê Erdê ye ku li ser rûyê Erdê û di bin rûyê Erdê de, di nav depoyên cihêreng de li xwe digire. Girseya avê ya li ser Erdê bi wextê re hema bêje sabît (wekê xwe) dimîne.[1] Lêbelê dabeşbûna avê di nav depoyên sereke yên wekê cemed, ava şirîn, ava xwêyî û ava atmosferê de diguhere û bi guherbarên avhewayê ve girêdayî ye. Av ji ber pêvajoyên curbecur ên fizîkî û kîmyayî, dikare ji depoyekê din derbasî depoyeke din dibe; wek mînak ji çem ber bi okyanûsê ve an jî ji okyanûsê ber bi atmosferê ve dikare cihê xwe biguherîne. Pêvajoyên ku wan tevgeran an jî herikan pêk tînin ev in: hilmîbûn, transpîrasyon, tîrkirin, barîn, sublimasyon (rasterast veguherîna ji rewşa hişk bo gazê), infîltrasyon, herika rûyê erdê û herika binê erdê. Di wê pêvajoyê de, av di qonaxên cuda re derbas dibe ku di nav de qonaxên wekê şil, hişk (cemed) û hilm (gaz) hene. Ji ber ku çavkaniya avê ji %86ê avê ji hilmîbûna deryayan pêk tê, okyanûs di dewra avê de roleke sereke dilîze.[2]

  1. Nationwide, Meteorologist Ferdinand Furer. "The Water Cycle". ny1.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 tebax 2026.
  2. "Ocean Physics at NASA - NASA Science" (bi îngilîziya amerîkî). 19 kanûna paşîn 2021. Roja gihiştinê 8 tebax 2026.