Here naverokê

Dilek İmamoğlu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dilek İmamoğlu
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (51 salî)
Vakfıkebir (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
Dilek Kaya İmamoğluLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Dilek KayaLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Beşa Aborînasiyê ya Zanîngeha Stembolê (en)
Zanîngeha Kadir Has (en)
Zanîngeha Arel a Stembolê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
AkademîsyenLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn

Dilek Kaya İmamoğlu (jdb. 10ê mijdara 1974an, li Vakifkebir, Trebzon) aktîvîsta mafê kesên astengdar û hevjîna 7em şaredarê Bajarê Mezin a Stembolê Ekrem İmamoğlu ye.[1] Dilek İmamoğlu li Zanîngeha Stenbolê beşa geştyariyê qedandiye, master û doktoraya xwe li Zanîngeha Arel a Stembolê qedandiye. Di sala 1995an de bi Ekrem İmamoğlu re zewiciye. Dilek İmamoğlu di xebatên cuda yên têkildarî balkişandina kesên astengdar, mafên jinan û perwerdeya zarokan de cih girtiye.

Dilek İmamoğlu piştê ku di sala 2025an de Ekrem İmamoğlu ji aliyê hikûmeta Recep Tayyip Erdogan ve hatiye girtin beşdarî gelek civîn û mîtîngan bûye. Di axaftina xwe yê di mîtînga 19ê adarê li naçveya Maltepe ya Stembolê de li hemberê girtina Ekrem İmamoğlu û li hemberê zextên hikûmetê daxwaza berdewam kirina têkoşînê kiriye.[2][3]

Salên destpêkê û perwerdehiya wê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dilek Kaya di 10ê mijdara sala 1974an de li Vakfıkebîr, Trebzonê ji dayik bûye.[1] Di dema hevpeyivînekê de, wê gotiye ku ew di nav malabateke ku ji deh zarokan pêk tê hatiye dinyayê û zaroka herî piçûk a malbatê ye.[4][5][6] Piştî ku xwendina xwe ya seretayî li Trabzonê qedandiye, xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Stenbolê li beşa geştiyarî yê berdewam kiriye. Piştî ku xwendina xwe ya lîsansê qedandiye li Zanîngeha Kadir Has di beşa rêveberiya karsaziyê de dest bi lîsansa xwe dike û di sala 2016an de li Zanîngeha Arel a Stembolê qedandiye û teza xwe ya bi navê têkiliya di navbera sendroma banê cam û peywira rêxistinî de: lêkolînek li ser xebatkarên jinan amade kiriye.[7][8] Wê xwendina xwe ya doktorayê li Zanîngeha Arel a Stembolê di sala 2022an de qedandiye, doktoraya ku lêkolîna "bendewarî ya serokatiya nifşê y, bandora şêwazên serokatiya demokratîk û otokratîk li ser peşketina yekbûyî" dike, amade kiriye.[5][9][10] Piştre li heman zanîngehê dersên berpirsiyariya civakî ders daye.[11]

Dilek İmamoğlu "ji bo ku bal bikişîne li ser zehmetiyên kesên astengdaran ku hîs bikin ka ew çi zehmetan dikişînin" bi cîgira seroka Komeleya Şil ên Paralîtîk ya Tirkiyeyê re rojekê li Stembolê bi kursiya kesên astengdar geriyaye.[12] Dilek İmamoğlu di sala 2014an de ji ber “çalakiyên balkişandina ji bo astengdaran” ji aliyê Komeleya Şil ên Paralîtîk a Tirkiyeyê ve bi Xelata Şukru Surmen hatiye xelatkirin.[13]

  1. 1 2 "Ekrem û Dîlek Îmamoglu mal û milkên xwe eşkere kirin". web.archive.org. 7 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 adar 2024. Roja gihiştinê 30 adar 2025.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. Oksijen, Gazete (29 adar 2025). "Dîlek Îmamoglû banga "berdewama têkoşînê" kir" (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 adar 2025.
  3. Arslan, Bişar (29 adar 2025). "Dilek İmamoğlu: Edalet nayê qedexekirin, wijdan nayê girtin" (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 adar 2025.
  4. Barış Olsun (29 kanûna paşîn 2022), Dilek İmamoğlu: Em deh xwîşk û birane, roja gihiştinê 30 adar 2025
  5. 1 2 GÜRSES, Özlem (6 sibat 2019). "Ger jin bextewar be dê civak jî bextewar bibe". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 adar 2025.
  6. Habertürk. "Dîlek Îmamoglû kî ye? Hevjîna Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû Dîlek Îmamoglû çend salî ye û ji ku ye?" (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 adar 2025.
  7. "İmamoğlu: "Ez bawer nakim ku niyeta wan a baş hebe."". Yeniçağ Gazetesi (bi tirkî). 1 kanûna paşîn 2019. Roja gihiştinê 30 adar 2025.
  8. Arman, Ayşe (4 nîsan 2022). "Kesê ku ev qas kêm dema xwe bi malbata xwe re derbas bike, sê rojan bi zarok û jina xwe re derbas bike çi ye?". Ayşe ARMAN Kişisel Web Sitesi (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 adar 2025.
  9. "Dilek İmamoğlu kî ye? Hevjîna Ekrem İmamoğlu ji ku ye û çend salî ye?". KARAR (bi tirkî). 25 hezîran 2019. Roja gihiştinê 30 adar 2025.
  10. "Navenda Teza Neteweyî | Malpera Rûpelê". tez.yok.gov.tr. Roja gihiştinê 30 adar 2025.
  11. Arman, Ayşe (3 nîsan 2022). "Ew karê gelek baş dike... Bravo ji Dilek İmamoğlu re!!!!". Ayşe ARMAN Kişisel Web Sitesi (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 adar 2025.
  12. "Hevjîna Ekrem İmamoğlu ji bo derbaskirina astengiyan li kursiya astengdaran siwar bûye". Haberler (bi tirkî). 23 çiriya pêşîn 2014. Roja gihiştinê 30 adar 2025.
  13. "4EM XELATA ŞÛKRÛ SÛRMEN DANE DÎLEK ÎMAMOGLU". Milliyet (bi tirkî). 4 kanûna pêşîn 2014. Roja gihiştinê 30 adar 2025.