Diljen Ronî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Diljen roni hat beralîkirin)
Diljen Ronî
Jiyan
Jidayikbûn1981 (42–43 salî)
Cizîr, Şirnex, Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
Cureyê muzîkêSlow-rock
PîşeBijîşk, Hûnermend
biguhêreBelge

Diljen Ronî, (jdb. 1981 li Cizîrê) bijîşk û hûnermendekî kurd e ku cûreya muzîkê ya Slow-Rock dibêje.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Diljen Ronî sala 1981 ê li Cizîrê hatiye dinê, zaroktiya wî heta deh salî wê derê derbast bu ye û paşê mala wan hatiye Amedê. Wê derê jî Navenda Çanda Mezopotamyayê dest bi xebata xwe li ser muzîkê dike, lê belê dilê wî de bijîjkî jî heye û piştî xebatek xurt fakulteya bijîjkiyê ya li Wanê qezenc dike. Li wêderê pirtir dem da ye xwendina bijîjkiyê û muzîkê. Tenê ji xwe re malekê kirê dike û dest bi hevaliya stranan dike. Li Wanê zêdetir fêrî newayan û fêrî lêdana gîtarê dibe û hinek komên muzîkê re dixebite. Piştî xwendina zanîngehê dest bi xebata xwe ya bijîjkiyê dike. Paşê hevalên xwe re li ser albumekê di xebitin. Bi alîkariya hevalên xwe jî deh berhev dike û dikevin ser rêya Stenbolê… Li vê derê jî gelek hevalên hêja alîkariya wan dike. Derhenêr û aranjoriya vê albumê Seyîthan Kizil dike. Û albuma wî ya yeqem bi navê "Çend gotinen evînê..." di derkeve.[1] Piştî wê albumê 2012 yê albuma ya xwe ya bi navê "Du Demsal" di derkeve.[2] 2017 an jî albûm ya bi navé Çile derxist.[3] Niha jî hê xebatên xwe yên bijîjkiyê û muzîkê ber dewam dike.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûm

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Cizre'den 'Çend Gotinên Evînê'". Radikal (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ Gazetesi, Evrensel. "Diljen Ronî: Meşhur olanı değil, bende etki yaratanı okudum". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2020.
  3. ^ "Diljen Ronî - K24 / Röportaj / Hevpeyvîn - YouTube". www.youtube.com. Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2020.