Dîlok
Dîlok Gaziantep | |
![]() | |
![]() Nexşeya parêzgehê
| |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Entab (parêzgeh) |
Serbajar | Dîlok |
Demografî | |
Gelhe | 1.931.836[1] (2015) |
Berbelavî | 260 kes/km² |
Erdnîgarî | |
Rûerd | 6.000 km² |
Koordînat | 37°03′55″Bk 37°23′17″Rh / 37.06528°Bk 37.38806°Rh |
Dem (UTC) | UTC+2 |
Agahiyên din | |
Malper | www |
Dîlok[2] (1928: دولك[3] (Dûluk) an jî Entab; piştî 1928: غازی عینتاب [4] (Ẍazî Eyntab), tirkî: Gaziantep), yek ji bajarê mezin ên Bakurê Kurdistanê ye. Dîlok navenda rêveberiya parêzgeha Entabê ye. Bajar bi qasî 150 kîlometre li rojavayê Rihayê ye û bi bajarê Gurgumê re yek ji bajarên jêrîn ên Bakurê Kurdistanê ye.
Li gorî serjimêriya sala 2021an a parêzgeha Entabê nifûsa parêzgehê 2 milyon û 130 hezar û 432 kes in ku ji wan 1 milyon û 775 hezar û 904 kes li qada metropolê dijîn. Dîlok bajarekî kozmopolît e ku kurd, tirk û penaberên Sûriyeyê ku ji ber şerê navxweyî koç bûne dijîn. Dîlok di dîrokê de, di bin desthildariya mîrektiya Canbûladê ya kurd de bû ku tirkmen, ermenî, cihû û gelek komên din ên etnîkî yên din li bajarê jiyan kirine. Li bakurê Kelêya Dîlokê girek heye. Taxa derûdora wî girî heta demeke nêzik bi navê Kurdepe, an Girê Kurdan (Kürdtepe), dihat zanîn lê ev nav ji aliyê dewleta tirk ve wekê Türktepe hatiye guhertin.
Di sibata 2023an de bajar ji ber Erdheja Gurgum û Dîlokê gelek zirar dîtibû.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]


Serdema navîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di dîroka xwe ya destpêkê de Dîlok a îro tenê kelehek bû ku di bin siya Dîloka kevn de ku 12 kîlomêtre li bakurê kelehê bû maye.
Di demên kevnar de, devera bajarê îroyîn demek dirêj di navbera hîtît û asûriyan de gengeşî bû û ket bin kontrola paşîn a padîşahê asûrî Sargon II (721–705 b.z.). Hin lêkolîner di wê baweriyê de ne ku Dîlok bi bajarê kevnar ê seleukî Pere re têkildar e an jî nêzî wê ye. Deh kîlometran li bakurê Dîlokê bajarê Dolîçe hebû, ku di serdema împeratoriya Romê de xala destpêkê ya hikûmdariya Jûpîter Dolîçenûs bû, ku bi leşkeran re ji vir dûr di nav Ewropaya Navîn de belav bû, wek ku gelek nivîsên kevirî şahidiyê dikin. Arkeologên alman û dîroknasên kevnar li perestgeha li lûtkeya girê Dülük Baba Tepesi keşf kirin. Di 2010an de, planên qatê avahiyek mezin ku dikare aîdê vê perestgehê be, hatin dîtin.
Serdema herî mezin a hikûmdarê Dolîçenûs di sedsala 3ê p.z. de dema ku sasaniyan pîrozgeh talan kirin bi dawî bû. Lê Dîlok, li gorî girîngiya xwe, heya 637an li pişt Dolîçe ma, dema ku ereb li vir pêşde çûn, desthilatdariya romaya rojhilat bi dawî kirin û Dolîçe bi dest xistin, ku paşê hêdî hêdî girîngiya xwe winda kir.
Piştî fetha misilmanan a li ser herêma Şamê, Dîlok di sala 661an de derbasî destê emewiyan û di sala 750an de jî derbasê destê ebasiyan bûye. Piştî belavbûna xanedana ebasiyan, bajar li pey hev ji aliyê tûlûniyan, ihşîdiyan û hemdaniyan ve hate birêvebirin.[5]
Dîlok di sala 1067an de dikeve bindestê selcûqiyan.[6] Piştre bajêr ji aliyê xaçperestan hatiye bidestxistin û di sala 1098an de bi Serdariya Gurgumê re bi Wîlayeta Edessayê ve hatiye girêdan.[6] Di sala 1150an de bajêr carekê din dîsa dikeve destê selcûqiyên Rûmê. Di navbera salên 1155-1157 û 1204-1206an de ji aliyê Mîrektiya Ermenî ya Kîlîkyayê ve hatiye kontrolkirin û di sala 1172an de ji aliyê zengiyan û di sala 1181ê de ji aliyê eyûbiyan ve hatiye birêveberîn.
Li gorî erdnîgar Yaqût Hemawî, bi destpêka sedsala 13an re Dîloka kevn dibe yek ji taxa Dîloka îro. Di sedsalên pêş de, Li gorî Ebûlfida Dîloka îro bûye navenda herêmê û bajarokek bû ku bazarên wê yên xweş gelek ji aliyê bazirgan û rêwiyan ve dihatin dîtin lê Dîloka kevn bi temamî wêran bibû.[7] Di sala 1270an de bajar ji aliye mongolan hatiye dagirkirin.[8]: 23
Piştî erdhejeke ku di sedsala 14an de çêdibe bajarê Dîlok a kevn wêran kiriye.[8] Desthildariya bajar bi sedsalan ve di navbera xanedanên îlxanî û memlûkan guhart. Ev êrîşan hemû bûne sedema wêranî û azaran di nava gelê herêmê de. Lê di heman demê de, bajar "navûdengek wekî navendek bajarî ya çandî bi dest dixist". Zanyarê ereb Bedreddîn Eynî, xelkê Dîlokê ku di bin destê memlûkan de bû dîplomat, dadwer û dîroknasekî serkeftî, di dawiya salên 1300an de nivîsîbû ku navê wî bajarî bû "Buxara biçûk" ji ber ku gelek alim ji bo xwendinê hatibûn wir. Eynî her wiha behsa êş û azarên ku di 1390an de di dema dorpêçkirina Sêwlî Beg de çêbûne, bi dest xistiye.[8]: 23
Di dawiya salên 1460an de, dema ku mîrê Dûlqadîr Şêxsiwar li dijî memlûkan serhildan kir[8]: 23 hezên memlûkan di gulana 1468an bajar vedigerin û şoreşgerên Şêxsiwar ji bajarê derdixin. Rapora parêzgarê Helebê a sedsala 15an nîşan dide ku berxwedana bajarê ji aliyê hezên Şêxsiwar li dijî memlûkan, berxwedaneke hêrsane bû. Tenê piştî mehekê, Şêxsiwar piştî çar "peywendiyên" bi hêzên memlûkan re, Dîlokê bin destê xwe da (herêmeke xwezer). Piştî têkçûna dawîn a Şêxsiwar û îdamkirina wî ji aliyê memlûkan ve di 1473an de, Dîlok di bin destê birayê xwe û cîgirê wî Eleûdewlê hikûm bû û demeke aram derbas kir. Xuya ye ku Eleûdewlê Dîlok wekî milkek girîng dihesibînî û li bajêr gelek avahî çêkirine, di nav wan de avgehek û mizgeftek mezin a li navenda bajêr. Keleha bajêr jî hat tamîrkirin û di 1481an de temam bû. Ev tamîrkirin îhtîmal e ku siltanê memlûk Qeytbay, di gerandina wî ya li bakurê Sûriyeyê di 1477an de ferman daye; navê wî li jor devê deriyê têketinê hatiye nivîsandin, dibe ku bi awayekî sembolîk xaka wî nîşan bide[8]: 23
Dawiya mîrektiya Dûlqadîrê di dora 1515an de bû. Eleûdewlê red kir ku di şerê Çaldiranê de di sala 1514an de ligel osmaniyan şer bike. ev yek wek neyartî dît û siltanê memlûk Qansûh Elgewrî artêşek li hev kir û ber bi Helebê ve çû bakur.[8]: 25
Pevçûnên li ser herêmê dihat wê wateyê ku li Dîlokê fikarên li ser çarenûsa bajar û derdora wê zêde bûn. Dûv re qeydên dadgehê yên ji destpêka salên 1540an de delîlên belgeyî yên "jicîhbûn û windakirina nifûsê" dema ku mirov direvin peyda dikin; dibe ku ev yek li herêmên gundewarî ji bajar bi xwe zêdetir diyar bû.[8]: 30
Xanedaniya osmanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xanedaniya osmaniya di sala 1516an de di bin serweriya siltan Selimê yekem de Dîlokê dagirkiriye. Di serdema osmaniyan de, Dîlok di destpêkê de di bin eyaleta Dûlqadîrê (1516-1818) sancaqek bû û piştre jî li dibe yek ji bajarî Wîlayeta Helebê (1818–1908).
Bajar ji aliyê mîrektiya Kilîsê ve hatiye tayînkirin û heta sedsala 17an ji aliyê mîrên kurdan ve hatiye birêvebirin. Di navbera salên 1607 û 1610an de mîrê kurd Elî Canbolad dest bi serhildanê kiriye û bajarên wekê Hema (Suriyê), Dîlok û Edeneyê dorpêçkiriye.
Geştyarê sedsala 17an Ewliya Çelebî destnîşan kir ku 3900 dikan û du besîstanên wê hene.
Bajêr di bin desthilatdariya osmaniyan de navendeke bazirganiyê bû. Ermeniyên bajêr di hilberîna çandiniyê û bi taybetî jî di bazirganiyê de çalak bûn û gelên herî dewlemend a bajêr bûn.[9] Piştê ku komkujiya ermeniyan ji aliyê osmaniyan ve hatiye destpêkirin mal û milkên wan ji aliyê tirkan ve hatiye talan kirin.[9]
Serdema nûjên
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem û Agirbesta Mudrosê, di 17ê kanûna paşîn a 1918an Dîlok dikeve destê Brîtanyayê û piştre jî di 5ê mijdara sala 1919an de derbasî Fransayê bûye. Di nîsana sala 1920an de leşkerên tirk ên neqanûnî yên bi navê Kuva-yi Milliye bajar dorpêç kirin lê di şerê ku 10 mehan dirêj dibe Fransa bi ser dike.
Hêzên fransî di dema dorpêçkirina Dîlokê de ji bo ermeniyên ku ji ber qirkirinê reviyabûn soz dabûn wan ku ew careke din dîsa vegerin bajêr. Lêbelê di 25ê kanûna 1921an de Peymana Enqereyê hat îmzekirin û di encamê de hêzên fransî bajêr radestî Tirkiyeyê dikin.
Di 20ê tebaxa 2016an de li Dîlokê saet di 22:50 de êrîşeke xwekujî di dawetekê kurdan bû hedef.[10] Di şahiyê de zêdeyî 200 kes hebûn. Di êrîşê de zava birîndar bû, lê bûk bi saxî jê derket. Partiya Demokratîk a Gelan ragihand ku êrîş li dijî daweteke endamên partiya wan hatiye kirin. Parlamenterê PDGê yê Dîlokê Mahmut Togrul, êrîş weke tolhildana windahiyên ku Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê li Sûriyeyê li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwaribû, nirxand.
Di êrîşê de 57 kes mirin û 66 kes jî birîndar bûn. Rêjeya zêde ya kuştiyan zarok bûn, ku 34 ji miriyan di bin 18 salî de bûn.[10] 13 ji wan kuştiyan jin bûn. Hat ragihandin ku ji birîndaran 66 jê heta 22ê tebaxê li nexweşxaneyê mane û rewşa 14 kesan jî giran e.
Di 6ê sibata 2023an de bajar û herêmên derdorê ji ber erdhejê hilweşiyaye ku di vê erdhejê de nêzîkî 900 avahî hilweşiyane[11] û 10.777 avahiyên din ên li bajêr zirareke mezin dîtine ku ji bo hilweşandinê hatine plan kirin.[12] Avahiyên dîrokî yên di nav wan de Keleha Dîlokê, Mizgefta Şîrvanî û Mizgefta Rizgariyê jî di erdhejê de zirarên mezin dîtine.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajar li ser deşta Entabê hatiye avakirin.
Li herêmê çiyayên bilind tunene. Çiyayên li deverê ev in: Çiyayê Sof yê herî bilind e (1.496 m) li herêmê. Çiyayê Dîlokê (1.250 m), Gurenîz (1.069 m), Ganîbaba (1.100 m).
Çemê Reş ji Gola Reş dertê. Deşta Îslahiyê bi ava Çemê Reş tê avdan. Çemê Efrînê ji çiyayê sofê dertê. Bi Çemê Reş re dibe yek û diherike Gola Amîkê. Çemê Merzîmên jî ji çiyayê Dîlokê û ji Çiyayê Samê dertê. Çavkaniya çemê Nîzîpê li çiyayê Sofê li gundê Dulukê ye ku çem şaxek ji Firatê ye.
Hesin, krom, fosfat, Kalkar û dolomît madenên herî pirin ku li herêmê ji bin erdê dertên.
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Dîlokê avhewa germ-havîna Deryaya Navîn heye (Köppen: Csa, Trewartha: Cs), havînên pir germ û ziwa û zivistanên hênik, şil û pirî caran bi berf hene.
Li gorî daneyên 1966an, li Dîlokê di zivistanê de bi giştî 4,6 rojên berfê bi 10 rojan berf dibare û 2,5 roj jî befrê dibare.[13]: 302
- Germahiya herî bilind a tomarkirî: 44,0 °C (111,2 °F) di 29 Tîrmeh 2000 û 14 Tebax 2023.[14]
- Germahiya herî kêm a tomarkirî: -17,5 °C (0,5 °F) di 15ê Çile 1950 de.[14]
Babetên heywanan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêm ji alî babetên teyrên kovî pir dewlemend e. Wekî din gur, hirç, xezal, berazên kovî, çeqel, keroshk û bizinên ser çiyan jî li herêmê peyde dibin.
Demografîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîlokê yek ji bajarên Bakurê Kurdistanê ye ku bi piranî tirk lê dijîn. Di roja îro de nêzîkî 500 kurd li Dîlokê dijîn.[15] Ji ber şerê navxweyî ya Sûrîyeyê bi qasî 400 hezar penaberên sûrî li bajêr dijîn.[15]
Çîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ermenî herî kêm ji sedsala 10an heta qirkirina ermeniyan li Dîlokê dijîn.[18] Bajar di heman demê de hindikahiyek piçûktir a cihû ku bi giranî bi eslê xwe sefardî bûn jî dihewand.[19] Nifûsa cihûyan zû di nîvê sedsala 20an de kêm bû, di 1980an de gihîştiye sifirê.[19] Di heman demê de li Dîlokê hindikahiyek ûzbêk a mezin hebû ku ji serdema desthilatdariya osmanî vedigere.[20]
Di dawiya sedsala 19an de, nifûsa Dîlokê bi qasî 45,000 kes bû, du ji sê parên wan misilman bûn - bi piranî kurd û tirk, lê beşek jî ereb bûn.[21] Di sedsala 19an de, çalakiya mîsyoneriya protestanî a amerîkî li Dîlokê pêk hat.[18] Ermenî di dema qetlîamên nijadperestên tirk û hengên hemîdiyan ên sala 1985an û piştre jî di qirkirina Ermeniyan a sala 1915an de bi awayekî sîstematîk hatin qetilkirin.[18]
Nifûs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Nifûs | ±% |
---|---|---|
1980 | 374.290 | — |
1985 | 478.635 | +27,9% |
1990 | 603.434 | +26,1% |
2000 | 853.513 | +41,4% |
2009 | 1.278.676 | +49,8% |
2013 | 1.421.457 | +11,2% |
2017 | 1.567.205 | +10,3% |
2021 | 1.775.904 | +13,3% |
2022 | 1.680.723 | −5,4% |
Çavkanî: Li ser Wîkîdaneyê bibîne |
Çand
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pêjgeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîlok bi giranî wek bajarê xwedan pêjgeha herî dewlemend a Kurdistanê tê dîtin. Ew yekem bajarê Kurdistanê bû ku di 2015an de ji hêla UNESCO ve wekî Bajarê Gastronomiyê hate destnîşankirin.[22]
Pêjgeha Dîlokê di nav sedsalan de ji hêla gelek rêwîyan ve wekî "dewlemend" hate pejirandin. Rêwîyeke brîtanî yê sedsala 19an destnîşan kir:[23]
"Padîşah bi xwe dê baş bike ku serdana Êntabê bike, tenê ji bo tamkirina xwarinên dewlemend ên ku li wir têne dîtin."
Savar di pêjgeha Dîlokê de pir caran bi xwarina sereke re tê û ne xwarina sereke ye.
Di pêjgeha Dîlokê de çend cureyên şorbeyên bi taybetî şorbeyên ku ji aliyê ermeniyan de hatine çêkirin hene. Di nav wan de şorba vardapet û omiz zopali jî hene.
Tolme xwarinek pir gelemperî ye ku cûreyên cûda yên wê têne pijandin. Yek jê tolmeya zivistanê ye ku ji bo wê sebzeyên hişkkirî, wek qijik, birî û bîber tê bikaranîn.
Ji şîrîniyên hevpar bastêq û Meşlûr hene.
Zaravaya herêmî a kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gotara bingehîn: Wanî (devok)
Gorî kal û pîrên axivtvanên wanî, demeke malbatek di bin serokatiya Welqutik (Weloyê Qutîk) ji aliyê Wanê ji nav malbata brûkan veqetîye û hatiyê gunde Wanê, nezîka Xelfetî, li dîyarî çemê Firatê.[24] Navê gund ji Wanî hatiye girtin. Malbata Welqutik û malbatek beraziyan li wir teva hev dibin û wî gundî cih digrin.
Di navber devoka waniyan û devokên din yên Dilokê hindik cûdatî heye. Gelek kurdên Dîlokê bi devokê Mereşê û Semsûrê diaxivin.
Çend cûdatiyên girîng, mereşiyan pir caran dengê 'd' dikin 't'; di peyvên da pir dibêjin 'ma'; dengê ku di jêr qirikê da çê dibin hîn nerm dibêjin pir caran jî hin dengan dadiqurtînin.
- Wanî: 'di'= Direvim. Meraşî: 'ti'= Tirevim.
- Wanî: Binêre. Meraşî: mêzke.
- Wanî: Tu çi dikî? Meraşî: ma tu çing/çir tikî?
- Wanî: Wehnî. Meraşî: Wanî.
- Wanî: wê lomê Meraşî: Wê sewê
Muzexane
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Muzexaneya Arkeolojiyê ya Dîlokê koleksiyonên perçeyên seramîk ên serdema neolîtîk hene; tiştên cihêreng, fîgur û mohrên ji serdema Kalkolîtîk û bronzî; eşyayên kevir û bronzî, zêrên, seramîk, dirav, eşyayên camî, mozaîk û peykerên serdema hîtît, ûrartû, yewnan, fars, romayî, kurdî û bîzansî.
Muzexaneya Mozaîk a Zeugmayê, bi mozaîkên ji Zeugma û mozaîkên din, bi tevahî 1,700 metre çargoşe vedihewîne.[25]
Muzeya Etnografiya Hasan Süzer, avahiyek kevirî ya dereng a serdema osmaniyan e ku hatiye restorekirin, xemilandina şêwaza jiyana kevin û koleksiyonên cûrbecûr çek, belge, amûrên ku di parastina bajêr de hatine bikaranîn û herwiha wêneyên lehengên berxwedanê yên herêmî hene. Mal berî ku muzexane bû di 1906an de ji bo wênekêşê ermenî Garouj Karamanoukian (1869-1915) hate çêkirin.
Cil û bergên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Jinên herêmê şalwarekî ku jê re dibêjin Çintiyan li xwe dikin.[çavkanî hewce ye] Bi ser şalwar de çakêtekî milfireh û yaxevekirî ku jê re dibêjin Fermane li xwe dikin.[çavkanî hewce ye] Entarî yên wan ji sê etegan pêk tê. Li pişta xwe kefiyeke sîm an jî qedîfe girêdidin. Keçên ciwan xavikên sipî, yên zewcandî jî tacek ku bi serde jî kefiyekê girêdidin, didin serê xwe. Jinên gundî çarşefek ku jê re dibêjin meshele didin serê xwe. Kesên çarşefa reş jî li xwe dikin hene.[çavkanî hewce ye]
Zilam şalwar li xwe dikin. Li ser şalwar jî Eba li xwe dikin. Bi ser ebayê de jî çakêtekî ku jê re dibêjin sako li xwe dikin.[çavkanî hewce ye] Li serê xwe jî kefiyên kesk dipêçin. Lapşîn û qondere pêlavên herêmê yên zilaman e.
Aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîlok bi taybetiyên xwe yên herêmê navdar e: Çermê sifir û sandalên "Yemenî" yên taybet ên herêmê du mînak in. Bajar navendeke aborî ya Bakurê Kurdistanê ye. Her wiha Dîlok li Bakurê Kurdistanê xwedî mezintirîn qada pîşesazî ya organîzekirî ye û di hinardekirin û îthalatê de xwediyê pozîsyona yekem e.[26]
Dîlok navenda çandiniya fistiqê li Kurdistanê ye û di sala 2007an de 60 hezar ton (59 hezar ton dirêj; 66 hezar ton kurt) hilberandiye.
Dîlok li Bakurê Kurdistanê navenda sereke ya hilberîna fistiqê ye û ji sedî 80ê hilberîna fistiqê ya welêt (wekî şelandin, pakkirin, hinardekirin û hilanîn) li bajêr tê kirin.[27]
Di sala 2009 de, mezintirîn navenda danûstendinê ya girtî li bajar û herêmê, Sanko Park, vebû, û dest bi kişandina hejmareke girîng ji kiryaran ji Sûriyeyê kir.[28]
Veguhestin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bajar ji hêla Balafirgeha Dîlokê ve tê xizmet kirin, ku firînên bazirganî berbi cihên navneteweyî yên navxweyî û herêmî hene. Bajar ji hêla rêhesinan ve tê xebitandin ku li navenda bajêr di trenstasyonê Dîlokê dixebitîne.
Li Dîlokê pergala trêna sivik a bi sê xetên ku jê re Tramvaya Dîlokê tê gotin heye. Tramvaya Dîlokê ji sê xetan pêk tê, 35 kîlometre dirêj e û rojane 75 hezar rêwî dibire. Pergal di 2011an de vebû û di 2012 û 2014an de hate dirêjtir kirin.
Perwerde
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lîseya Anatolya ya Dîlokê (di sala 1976an de hatiye damezrandin) dibistaneke dewletê ye ku li ser perwerdeya zimanê inglîzî bala xwe dide.
Lîseya Zanistî ya Dîlokê, lîseyeke konseya giştî ye ku bi mufredata ku li ser zanistên xwezayî û matematîkê disekine.
Di heman demê de lîseyên cûrbecûr yên ku hem ji dibistanên taybet û hem jî yên fermî pêk tên hene, di nav de Lîseya Vehbî a Dîlokê. Weqfa Koleja Dîlokê yek ji kevintirîn zanîngehên Dîlokê ye. Lîseya zanistê ya Weqfa Koleja li Dîlokê lîseya herî serkeftî ye.
Koleja Sanko li Dîlokê dibistanek ciwantir lê serketî ye. Tesîsên wê yek ji tesîsên dibistanê yên herî jêhatî ye li Tirkiyeyê. Dibistana navîn a zanist û teknolojiyê ya herî nû ya Sanko jî dibistanek pir baş tê hesibandin.
Zanîngeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Dîlokê zanîngeheke dewletê û 2 zanîngehên jî weqfa hene.
Zanîngehên Dewletê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zanîngehên Weqfan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Binerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Türkiye'nin il il nüfusu". Habertürk. 29 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2016.
- ^ Chyet, Michael L. (7 kanûna paşîn 2020). FERHENGA BIRÛSKÎ Kurmanji - English Dictionary Volume One: A - L (bi îngilîzî). Transnational Press London. ISBN 978-1-912997-04-6. Ji orîjînalê di 6 sibat 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 sibat 2021.
- ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
- ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
- ^ Brett, Michael (2001). The Rise of the Fatimids: The World of the Mediterranean and the Middle East in the Fourth Century of the Hijra, Tenth Century Ce. Brill. r. 225. ISBN 9004117415. Roja gihiştinê 10 adar 2023.
- ^ a b Theotokis, Georgios (2021). Bohemond of Taranto: Crusader and Conqueror. Pen and Sword. r. 101. ISBN 9781526744319. Roja gihiştinê 10 adar 2023.
- ^ Le Strange, Guy (1890). Palestine Under the Moslems: A Description of Syria and the Holy Land from A.D. 650 to 1500. Translated from the Works of the Medieval Arab Geographers. Houghton, Mifflin and Company. r. 387. Ji orîjînalê di 6 sibat 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2022.
Dimashki writes in the early part of the fourteenth century, 'lies north-east of Halab. It is a place with a strong castle. The people are Turkomans. There is a small river here, and gardens.' (Dim., 205.)
- ^ a b c d e f g Peirce, Leslie (2003). Morality Tales: Law and Gender in the Ottoman Court of Aintab. University of California Press. ISBN 9780520228924. Roja gihiştinê 23 sibat 2023.
- ^ a b Ümit Kurt (13 nîsan 2021). The Armenians of Aintab The Economics of Genocide in an Ottoman Province. Harvard University Press. ISBN 9780674259898. Roja gihiştinê 10 adar 2023.
- ^ a b "Rayedarên Tirkiyeyê dibêjin ku êrîşkarê 20ê tebaxê zarokek 12 salî bû". Fox News (bi îngilîziya amerîkî). 20 tebax 2016. Roja gihiştinê 9 nîsan 2025.
- ^ "Bakan Kurum, Gaziantep'de 900 Bina Yıkıldı" (bi tirkî). Anadoludabugun.com. 8 sibat 2023.
- ^ "Bakanlık duyurdu: Şehir şehir hasar tespit durumları" (bi tirkî). Diken.com.tr. 14 sibat 2023.
- ^ Kalelioğlu, Ejder (1966). "Gaziantep Platosu ve Çevresinin İklimi" [Gaziantep Plateau and the Climate of Its Vicinity] (PDF). Ankara University Language and History-Geography Department Journal of Research (1): 297–320. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2023.
- ^ a b "İllerimize Ait Genel İstatistik Verileri" (bi tirkî). Meteoroloji Genel Müdürlüğü. Roja gihiştinê 1 hezîran 2024.
- ^ a b Yoon, John (7 sibat 2023). "Gaziantep, a city millenniums old, has long been a hub for trade and cultures". The New York Times. Roja gihiştinê 11 sibat 2023.
- ^ "Five great synagogues in Turkey – Jewish Cultural Heritage". eSefarad. 6 sibat 2018. Ji orîjînalê di 9 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 kanûna pêşîn 2022.
- ^ Altaras, Nesi (31 gulan 2019). "Gaziantep Yahudileri ve Sinagogu Hatırlanmalı". Avlaremoz. Ji orîjînalê di 30 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 kanûna pêşîn 2022.
- ^ a b c Çay, Mustafa Murat (13 adar 2019). "An Assessment of A. Gesar's book: 'Aintab's struggle for existence and the Attitude and behaviour of Antep Armenians during the Invasions' -The Anatomy of a Paradox". International Journal of Eurasia Social Sciences. 10 (35): 282–312. Roja gihiştinê 26 tîrmeh 2021.
- ^ a b Besalel, Yusuf. "Gaziantep ve Van Yahudileri". Şalom Gazetesi (bi tirkî). Ji orîjînalê di 14 adar 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2021.
- ^ Çağlar, Nafi (21 îlon 2019). Kızık Boyu. Cild 2. Yalın Yayıncılık. r. 21.
Şehir içinde de çok miktarda Özbek vardır.
- ^ Alice Shepard Riggs, Shepard of Aintab: Medical Missionary amongst Armenians, Turks, Kurds, and Arabs in Aintab, ISBN 1903656052
- ^ "Gaziantep cuisine added to UNESCO list". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). 13 kanûna pêşîn 2015. Ji orîjînalê di 13 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
- ^ Barkley, Henry C. (1891). A Ride through Asia Minor and Armenia. London: William Clowes and Sons Limited. r. 185.
Hemû gundên pêşiya me tijî tiştên xweş bûn û padîşah bi xwe jî baş e ku serdana Êntabê bike, tenê ji bo tamkirina xwarinên dewlemend ên li wir peyda bibe.
- ^ "Burukan aşireti". www.semskiasireti.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 sibat 2023.
- ^ "Zeugma Mosaic Museum: Strolling Along A Neighbourhood of Ancient Treasures". 11 hezîran 2013. Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2017.
- ^ "Statistics" (bi tirkî). Gaziantep Chamber of Industry. Ji orîjînalê di 31 kanûna paşîn 2009 de hat arşîvkirin.
- ^ Ayaydın, Eşber (10 hezîran 2022). "Gaziantep ve Şanlıurfa arasında ismi paylaşılamayan lezzet: Fıstık". Anadolu Agency. Ji orîjînalê di 24 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2022.
- ^ Bilefsky, Dan (24 tîrmeh 2010). "Syrians' New Ardor for a Turkey Looking Eastward". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 7 nîsan 2025.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre] Li Wikimedia Commons medyayên di warê Dîlok de hene