Divina Commedia (pirtûk)
Divina Commedia
| |
|---|---|
| Ziman | Toskanî û îtalî |
| Dema avabûnê | |
| Nivîskar | |
| Şêwe | Helbesta epîk |
| Motîv | |
| Karekterên wê |
|
| Cihê çîrokê | |
| Jê çêbûyî | |
| Rêza yekem | |
| Nel mezzo del cammin di nostra vita | |
| Pêk tê ji | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Divina Commedia bilêvkirina îtalî: [diˈviːna komˈmɛːdja] ("Komediya Xwedayî", yan jî bi navê pêşîn ê orjînal ê bi devoka toskanî Comedia bilêvkirina îtalî: [komeˈdiːa]) berhema helbestvanê îtalyan Dante Alighieri ye. Ew di wêjeya dinê de yek ji berhemên epîk ên herî navdar e. Ew bi devokê îtaliya toskanî hatibû nivîsîn. Dante dest bi nivîsînê wê di sala 1307an de dike û hindik li ber mirinê xwe di 1321ê de temam dike. Wexta ko wî pirtûk nivîsîbû bi tene wek Comedia nav kiribû û Divina ("Xwedayî") di sedsala 17an de hat anîne pêşiyê navê pirtûkê.
Beşên Pirtûkê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Komedya ji gerê Danteyê li dinêyê din kiriyê ko ji sê beşan de pêk têye:Inferno (dojeh), Purgatorio (eraf, berzex), û Paradiso (bihuşt). Ew bi mirinê xwe ve bi formekê ez (ango, ezî di daristaneke tarî de me...) dest bi gerê xwe dike. Di dojeh û erafê de helbestvanê romayî Vergilius bi wî re hevaltiyê dike. Di tepeyê erafê de Vergilius dihere û Beatrice, evîndara Dante, bi wî re hevaltiyê dike. Ger di şeva 7ê nîsana 1300an de dest pê dike û di 14ê nîsanê de jî dawî dibe.

1. Inferno / Dojeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dante vê beşê pirtûkê di 1308an de temam dike. Ew ji 34 kantoyan(beşên piçûk) de pêk tê. Dante di şevekê tarî de rêyê xwe şaş dike û dikeve daristaneke tarî. Bi sibê re rasta Vergilius tê. Gorî teswîrê Dante dojeh kortekê her ku jêr de dadikeve teng dibe bû. Ewê di bin bajarê Orşelîmê de bû. Dîsa gorî teswîra Dante dojeh ji 9 qatan pêk dihat. Di qatê herî jorê, qatê nehan de, ewna Lusîferê(Lucifer) heta piştê xwe di nêv cemedê de dibînin. Ewna di dojehê de rasta gelek kesên navdarên wek helbestvanê antîk Homer, fîlozofê antîk Aristoteles û hin qehramanên romayî yên din, Kleopatra, Îskenderê Mezin û fîlozofên misilman Îbn Ruşd û Ibn Sîna û siltan Selahedîn tên.
2. Purgatorio / Eraf (Berzex)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev beşa Comediayê bi texmînî Dante di 1313an de temam kiribû. Ew ji 33 kantoyan de pêk tê. Gera erafê hema pê dojehê re di 10ê nîsanê de dest pê dike. Li Erafê Vergilius bi Dante re hevaltiyê dike û di dawiya Erafê de ew şûnê xwe ji Beatrice re ber dide.
3. Paradiso / Bihuşt
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dante ev beş hindik li ber mirina xwe temam kiribû. Ew ji 33 kantoyan de pêk tê. Ew gera 14ê nîsanê bi sibê re dest pê dike û di hevşêwe rojê de bi pê nîvro re xelas dibe.
Comedia di hunerê de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pê nivîsîna Danteya Comedia re ew di demaka kurt de navdar bû. Ew bi taybetî nav hunermendên xrîstiyan de jî bi navdar bû ew gelek caran hat şirovekirin. Sandro Botticelli û Salvador Dalí di wêneyên xwe de Comedia nîgar dikin. Gustave Doré jî rê winda kirinê Danteyê di destpêka Comedia de teswîr dike.

Peykera Auguste Rodin bi salan li ser derî dojehê yî ko Dante di berhema xwe de teswîr kirî xebitîbû. Le Penseur (Ramanvan, peykera Mirovê dirame) jî Dante bixwe, wextê ko li ser berhema xwe yê dojehê difikire, teswîr dike.
Galeriya wêneyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Comencia la Comedia, 1472
-
Dante û Vergilius di dojehê de rastî hev têne (destnivîseka dorê 1345)