Diyaloga kurdî-kurdî

Name ji bo Hêzên Hevalbend û komîteya konferansê hatiye nivîsandin û qala daxwazên kurdan dike ji bo Rojhilata Navîn a piştî hilweşîna Împeratoriya Osmanî.
Diyaloga kurdî-kurdî[1] tê wateya hewlên xurtkirina têkilî û hevkariyê di navbera aliyên cuda yên kurd de. Kurd li gelek welatên Rojhilata Navîn dijîn, di nav de Tirkiye, Iraq, Sûrî û Îran, û xwedî armancên hevpar ên weke mafên çandî, xweseriya siyasî û başkirina şert û mercên jiyana xwe ne.[2][3][4][5][6] Ji bo vê yekê gelek kesayetên kurd dîplomasiya kurdan meşandine. Lê belê nakokiyên dîrokî, cudahiyên bîrdozî û bandorên derve gelek caran bûne sedema alozî û dubendiyan di nava civaka kurd de. Diyaloga kurdî-kurdî derbaskirina van astengan dike armanc û helwesta avakirina bingeheke hevbeş ji bo pêşketina siyasî û civakî ye.
Bingeh û armanc
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bingehên dirokî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Peymana Sevrê
Gotara bingehîn: Peymana Lozanê

Di dîroka kurdan de diyaloga kurdî-kurdî roleke sereke dilîze, qet nebe ji Peymana Sêvrê ve, ku di sala 1920ê de piştî Şerê Cîhanî yê Yekem hatibû îmzekirin û cara yekem hêviya otonomiyê û îhtîmala dewleteke kurd anîbû ziman.[7] Lê belê ev hêvî bi Peymana Lozanê ya sala 1923ê, ku sînorên Tirkiyeya îroyîn ava kir û bi giranî guh neda kurdan, têk çû.[8] Ev yek rê da polîtîkayên asîmîlasyonê li hemû Rojhilata Navîn, ku bi awayekî sîstematîk nasname, ziman û çanda kurdan tepeser kirin. Gelek serhildanên kurdan bi awayekî hovane hatin tepisandin û gelek kurd rastî koçberî û cudakariyê hatin, ji ber ku komên cuda yên kurdan bêyî îmkana diyalog û hevkariyê serbixwe tevdigeriyan.[9]
Di vê çarçoveyê de diyaloga kurdî-kurdî di nav civakên kurd ên Rojhilata Navîn û yên diyasporayê de bû stratejiyeke girîng a pêşxistina yekîtî û berxwedanê. Lê kurd gelek caran ji ber nakokiyên navxweyî û meylên cuda yên siyasî xwe ji hev dubendî dîtin, û vê yekê daxwazên wan ên hevpar lawaz kirin. Lê dîsa jî gelek caran hewl hatin dayîn, ku bi rêya diyalog û hevkariyê nêrîneke hevpar ji bo pêşeroja kurd bê pêşxistin. Diyalogên wiha îro jî ji bo çareserkirina neheqiyên dîrokî girîng in, û firsend in ji bo naskirina siyasî, çandî û civakî.[10]
Armancên diyaloga kurdî-kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Diyaloga kurdî-kurdî şertek pêwîst e ji bo bihêzkirina doza kurd li herêmeke siyasî ya perçebûyî û alozî. Tevî nasname û armancên çandî yên hevpar, cudahiyên îdeolojîk, hevrikiyên dîrokî û bandorên derve gelek caran rê li ber yekîtiya kurdan girtine.[11][12] Li her welatê ku kurd lê dijîn, kêşeyên taybetî hene ku bandor li diyalogê dikin, wek şerê leşkerî yê li Tirkiyê, parvekirina desthilata siyasî li Iraqê, helwestên otonomiyê li Sûriyê, an jî zextên siyasî û çandî li Îranê.
Hevkariya di navbera komên cuda yên kurd de ne tenê dikare pozîsyona wan a danûstandinê bi dewletên têkildar re xurt bike, di heman demê de dikare piştgiriya navneteweyî jî pêş bixe. Lê bêyî yekitî, kurd bi nakokiyên navxweyî û xurtkirina dijberên xwe, metirsiya lawazkirina doza xwe dikin. Di heman demê de diyalog ne tenê karekî siyasî ye, lê civakî ye jî, ji ber ku divê bingehê bawerî û hevkariyê di nava civaka kurd de çêbike.
Hin pêşkeftin xuya ye, lê aloziyên di navbera komên dijber û bandora aktorên derve de serkeftina mayînde dijwar dike. Ji bo bidestxistina pêşveçûna domdar, pêdivî bi pabendbûnek demdirêj û nêrînek hevbeş heye, ku divê ji şerên desthilatdariyê yên demkurt meztir bin. Ji ber vê yekê diyaloga kurdî-kurdî ne tenê pirseke siyasî ye, her wiha pirseke hebûn û nebûn, û paşeroja nasnameya kurd e. Eşkere ye ku kurd tenê bi yekîtî û hevkariyê dikarin bigihêjin armancên xwe.
Dîroka diyaloga kurdî-kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di nîvê duyemîn ê sedsala 20an de, bi taybetî di salên 1960î û 1970î de, yekem hevdîtinên dîplomatîk ên di navbera kurdên welatên cuda de dest pê kirin. Di vê serdemê de tevgerên kurd ên ji Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê têkilî û hevkariya xwe xurt kirin.
Di salên 1970î de Awistirya di bin serokatiya serokwezîr Bruno Kreisky de li hemberî kurdan polîtîkaya derve ya vekirî dimeşand. Serkirdeyên weke serok Talebanî, serok Barzanî û Ebdulrehman Qasimlo li Viyanayê hatin pêşwazîkirin û li ser pirsa Kurd gotûbêj kirin. Bi van hevdîtinan re bingehê dîplomasiya navxweyî û hevkariya li derveyî sînorên neteweyî hatine danîn.
Mijarên hevdîtinan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berjewendî û hevkarî: Tevgerên kurd ji bo bidestxistina armancên hevpar ên wekî xweserîtî, mafên çandî an serxwebûnê bi hev re nîqaş kirin. Tevî cudahiyên îdeolojîk û stratejîk, xetên siyasî yên hevpar hatin nîqaşkirin.
Piştgiriya li derveyî sînor: Kurdan bi çek û cebilxaneyan piştgirî dan hev û di dema çewisandinê de sitar dan. Di heman demê de, ji bo bidestxistina mafên xwe bi rêya muzakereyan bi hikûmetên navendî re diyalog xwestin. Danûstandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Tehranê bi nûnerên hikûmetê re civiyan û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ya Iraqê jî bi Serokomarê Iraqê re gotûbêj kir.[13]
Xweserîtî û serxwebûn: Mijara sereke ew bû, ku di nav dewletên heyî de xweserî bigerin an serxwebûna tevahî bigerin. Van nîqaşan di navbera tevgerên pragmatîk û radîkaltir de car caran alozî derxistin.
Civîneke bêhempa di sala 1984an de di navbera serokê YNKê Celal Talebanî û serokomarê Iraqê Sedam Husên de hat kirin. Ebdulrehman Qasimlo di navbera hikûmet û opozîsyonê de têkilî danî û peymanek amade kiribû, ku ji bo îmzekirinê amade bû.[14] Her çend di dawiyê de peyman nehate îmzekirin jî, vê bûyerê îradeya dîplomasiya navkurdî û navbeynkariya di navbera aliyên cuda de nîşan da.
Diyaloga kurdî-kurdî li gorî herêman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li her çar welatên ku kurd lê dijîn, dijwariyên cuda hene, lê hewl tê dayîn ku di navbera komên cuda de pirek bê avakirin. Diyalog ji bo dabînkirina maf û siberoja siyasî ya kurdan li herêma wan a perçebûyî û alozî girîng e.
Bakurê Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Tirkiyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser tevgera kurd serdest e û komên din ên wekî Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM) stratejiyeke Parlamenê dişopînin. PKK bi dehan sal in li dijî dewleta Tirk di nava têkoşîna çekdarî de ye, ji bo ku zêdetir mafên kurdan bi dest bixin. Di heman demê de partiyên siyasî yên wek DEMê hewl didin, ku bi xebatên siyasî li parlamena Tirkiyê nêzîkbûnek pêk bînin, lê rastî zordariyên siyasî û dadmendî tên. Her du tevger di nav kurdan de gelekî populer in, û herdu alî bi awayên cuda doza mafên kurdan dikin. DEM partiyeke kurd ya qanûnî ye û di parlemana Tirkiyê de cih digire, lê gefa qedexekirina siyasî lê tê xwarin. Xebatên her du aliyan ji aliyê dewleta tirk ve bi giranî tên çewisandin, û ev yek stratejiyên hevpar dijwartir dike. Dîsa jî ji bo parastina mafên kurdan û diyaloga kurdî-kurdî hewldanên cuda hene. Wek mînak, siyasetmedarên DEMê bi berdewamî daxwaza azadiya Abdullah Öcalan dikin, yan jî dilxwaziya xwe eşkere dikin ji bo rola navbeynkar di hevdîtinên Îmraliyê û pêvajoya aştiyeke muhtemel a di navbera dewleta tirk û PKKê de.[15][16]
Diyaloga kurdî-kurdî li ser asta herêmî ya Tirkiyê jî pir girîng e. Gelek kom û çalakvanên biçûk hewl didin, ku di navbera beşên cuda yên civaka kurd de piran ava bikin. Gelek projeyên çandî, însiyatîfên perwerdehiyê an jî pêşxistina zimanê kurdî tên meşandin. Lê zordestiya dewletê û bêbaweriya di navbera koman de gelek caran rê li ber armanca hevpar digire. Divê zimanekî siyasî yê hevpar karibe pêş bikeve, bêyî ku ti alî teslîmî cudahiyên îdeolojîk û taktîkî bibin.
Başûrê Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Iraqê otonomiya Kurdistanê beşeke navendî ya qada siyasî ye, û diyaloga kurdî-kurdî li vir bi taybetî bi hevrikiya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de ye.[17] PDK bi serokatiya malbata Barzanî navenda wê li Hewlêr û Dihokê ye û YNK bi serokatiya malbata Talebanî li Silêmaniyê û navçeyên derdora wê bihêz e. Her du alî xwedî dîrokek dirêj a pevçûnan in, di nav wan de şerê navxweyî ya di salên 1990î de ku bi hezaran qurbanî hişt.[18] Ew niha bi hev re Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêve dibin, lê gelek caran têkiliya wan aloz dimîne.[19][20]
Aliyekî din ê diyaloga kurdî-kurdî li Iraqê li ser dabeşkirina desthilatê di hikûmeta Kurdistanê de ye, û bikaranîna çavkaniyên wek petrolê.[21] PDK alîgirê kontrolkirina navendî ye, lê YNK bêtir alîgirê rêveberiya federal e. Li ser têkiliya bi hikûmeta navendî ya Iraqê ya li Bexdayê re jî nakokî di nava her du aliyan hene. YNK tê de gelek caran giranî dide ser hevkariyê, PDK jî xwedî helwesteke rûbirû ye. Aktorên navneteweyî yên weke DYA û Îranê jî di nava dînamîkên partiyên Kurdistanî de rol dilîzin û bandorê dikin. Herwiha, hebûna komên çekdar ên PKKê li ser çiyayên Qendîlê dibin sedema pevçûn û nakokiyên cûrbicûr, ne tenê di nava siyaseta kurd de, lê bandorek mezin jî didin ser têkîliyên siyasî, aborî û leşkerî bi welatên cîran wek Tirkiye û Îran re.[22]
Rojavayê Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Sûriyê, şerê navxweyî bandoreke mezin li ser pirsa kurdî dike, û diyaloga kurdî-kurdî li vir di serî de li ser têkiliyên di navbera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) de ye. PYD beşeke girîng a HSDê ye, ku li herêmên kurdî yên bakur û rojhilatê Sûriyê serdestiya rêveberiya xweser e, û modeleke xweseriyê dişopîne. Li aliyê din partiya ENKS heye, ku piştgirî ji PDKê ya Iraqê distîne û rexne li PYDê digire, bi taybetî ji ber serdestî û kiryarên wê yên otorîter. Yekdestdariya desthilatê ya PYDê li herêmê bû sedema çendîn nakokiyên îdeolojîk ligel tevger û aliyên din ên kurd. Ev yek bû sedema aloziyan di nava PYD û partiyên wek ENKSê, û di encamê de muxalîfên PYDê an hatin girtin an jî hatin bêdeng kirin.[23]
Aloziyên di navbera PYD û ENKSê de tê wê maneyê ku diyaloga kurdî-kurdî li Sûriyê hê dijwar e. Navbeynkarên navneteweyî, bi taybetî DYA, gelek caran hewl dane ku di navbera her du kampan de bigihin rêkeftinekê ji bo avakirina eniyeke yekgirtî ya kurdî li Sûriyê.[24] Kesayetiyên kurd yên girîng jî zêdetir doza diyalogê di navbera aliyên nakok de dikin, wek mînak Şêx Murşîd Xeznewî, ku ji dema rûxana rêjîma Esed heta niha zêdetir doza diyalogê dike û rola navbeynkariyê girtiye ser xwe.[25][26]
Armanceke hevpar ew e ku mafên kurdan di Sûriyeya pêşerojê de bên bidest xistin. Xuya ye ku diyaloga kurdî-kurdî ji dema guhertina rejîmê li Sûriyê ber bi pêş ve diçe, ji ber ku ev yek tê wateya firsend û derfekete dîrokî ji bo kurdên Sûriyê. Lê hê ne diyar e ku hewldanên diyaloga kurdî-kurdî wê çi fêkiyê bide.
Rojhilata Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Îranê partiyên kurdî bi taybetî di bin zexteke mezin de ne, ji ber ku hikûmeta Îranê her şêwe otonomî û xweseriya kurdan red dike. Komên sereke yên kurd li Îranê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKI) û Partiya Jiyana Azad li Kurdistanê (PJAK) ne. KDPI nêzîkatiya neteweperestiya kevneşopî dişopîne, PJAK jî ji aliyê îdeolojîk ve nêzî PKKê ye û balê dikişîne ser guhertinên şoreşgerî. Her du partî jî neçar in ku li sirgûnê an jî bi awayeke veşartî (underground) tevbigerin û ev yek îmkanên wan ên hevkariyê sînordar dike.[27][28]
Ebdurehman Qasimlo, ku sekreterê giştî yê PDKI bû, kesayetek girîng di diyaloga kurdî-kurdî de bû û doza otonomiya federal ji bo kurdan li Îranê dikir. Wî giranî dida xebatên dîplomasiyê û di tevahiya jiyana xwe de ji bo avakirina piran di navbera komên kurd û bi hikûmeta Îranê re xebitî. Di sala 1989an de li Viyanayê di civînekê de ji aliyê ajanên Îranê ve hate qetilkirin. Kuştina wî bêwijdaniya rejîma Îranê li hemberî dijberên xwe yên siyasî nîşan da û bû sedema bêewlehî û perçebûna tevgera kurd. Wefata Qasimlo, ku sembola yekîtî û dîplomasiyê bû, valahiyeke mezin di tevgera kurd de hişt. Kuştina wî ne tenê zilm û zordariya li ser kurdan anî ber çavên cîhanê, di heman demê de jî bû sembola bindestiya kurdan û ji gelê kurd re bû îlham ku têkoşîna wî bidomînin.
Li gel şert û mercên dijwar, li Îranê nîşanên diyaloga kurdî-kurdî hê jî hene, bi taybetî bi xwepêşandanên hevpar û kampanyayên navneteweyî yên li dijî zilm û zordariya li ser kurdan. Lê di vir de jî cudahiyên îdeolojîk û bandorên derve rolekê dileyizin, ku hevkariyeke kûr asteng dike. Gelek caran armanc ev e, ku bala civaka navneteweyî li ser rewşa kurdan li Îranê bê kişandin, ji ber ku seferberiya navxweyî ji ber zordestiyên dijwar hema hema ne mumkin e.[29]
Encamên diyaloga kurdî-kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hevkariya di nav kurdan de gelek caran ji ber hevrikî, cudahiyên îdeolojîk û bandora hêzên herêmî yên wekî Tirkiye, Îran û Sûriyê hatiye astengkirin. Tevî van kêşeyan jî, van hewldanên dîplomatîk bingeha torgilok û hevkarîya kurdan bûn ji bo sedsala 21ê. Di sedsala 21ê de xebatên ji bo pêşxistina diyalogê her ku diçin zêde dibin.
Hevdîtina Mezlûm Ebdî û Mesûd Barzanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Roja 16ê Çileya 2025ê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî li Hewlêrê civiyan.[30] Di civînê de behsa paşeroja kurdan li Sûriyê û giringiya yekrêzî û danûstandinên aştiyane ligel Şamê hate kirin. Yekrêziya kurdan ji bo bidestxistina otonomî û mafên kêmneteweyan di Sûriyeya pêşerojê de weke sereke tê dîtin.
Mijara sereke ya hevdîtinê pêşhatên siyasî û ewlekarî yên li Sûriyê û pêwîstiya hevkariya di navbera aliyên Kurdî de bûn. Mezlûm Ebdî destnîşan kir, ku divê mafên kurdan bi diyalogê bên parastin û ev yek berpirsyariyeke hevpar e.[31] Ofîsa Barzanî tekez li ser wê yekê kir, ku diyalog û yekrêzî ji bo parastina mafên kurdan û alîkarîkirina pêkhatina Sûriyê giring e. Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî jî ev civîn weke gaveke girîng ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdistanê bi nav kir. Her du alî yekitiya kurdan weke pêwîstiyeke dîrokî ji bo derbaskirina kêşeyên li Sûriyê bi nav kir.[32]
Civîn di demeke krîtîk de pêk hat, ji ber ku herêmên kurdî di navbera derfetên xweseriyê û xetereya parçebûnê de ne. Zextên derve - bi taybetî jî ji aliyê Tirkiyê ve - her wiha nakokiyên navxweyî rêkevtinê zehmet dike. Hewldanên Barzanî ji bo bihêzkirina yekrêziyê, di nav de bi rêya danûstandinên ligel Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), helwêsteke danûstandinê ya yekgirtî armanc dike.[33]
Hevdîtina ENKSê û Mesûd Barzanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 21ê Çileya 2025an de, Mesûd Barzanî ligel şandeke ENKSê civiya, ku komeke sereke ya opozîsyona kurd li bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojava) ye. Di civînê de rewşa siyasî û emnî ya Sûriyê û encamên gotûbêj û nêzîkbûna aliyên kurdî li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.[34]
Şanda ENKSê ji serok û serkirdeyên hevpeymaniyê pêk dihat. Barzanî tekîd li ser yekrêzî, hemahengî û xebata hevbeş di navbera aliyên kurdî li Sûriyê kir. Di sala 2015an de, Barzanî li Dihokê di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û ENKSê de ji bo bidawîkirina aloziyan û parvekirina desthilatê rêkeftinek îmze kiribû, lê ji ber ku her du alî hevdu tometbar dikirin, ev peyman ti carî nehat cîbicîkirin.[35]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ https://www.dengeamerika.com/a/diyalog-kurd-sûriye/5690038.html
- ^ "Timeline: The Kurds' Long Struggle With Statelessness". www.cfr.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Who are the Kurds?". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 21 çiriya pêşîn 2014. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Kurd | History, Culture, & Language | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 25 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Fatah, Tanya Goudsouzian,Lara. "Why Syria's Kurds want federalism, and who opposes it". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ Haaretz. "Who are the Kurds and why are they seeking independence from Iraq?". Haaretz.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Sèvres Treaty". rpl.hds.harvard.edu (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 8 tîrmeh 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "The Treaty of Lausanne". The Lausanne Project (bi îngilîzî). 25 sibat 2021. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Fulford, Fulford. "Oppressed throughout history, the Kurds are betrayed once again". Nationalpost.com.
- ^ "The Dangers of the United States Ignoring Intra-Kurdish Dialogue in Syria | The Washington Institute". www.washingtoninstitute.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "ENKS calls for Kurdish unity, dialogue in Syria". rudaw.net. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.[girêdan daimî miriye]
- ^ ""Setting conditions for resumption ".. Suleiman Oso questions the usefulness of the Kurdish dialogue in the presence of detainees". welattv.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ stark, ben (22 tîrmeh 1989). "Die Front der Anti-Kurden". Die Tageszeitung: taz (bi almanî). ISSN 0931-9085. Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2025.
- ^ "The Passion and Death of Rahman the Kurd: Dreaming Kurdistan (review)". Researchgate.net.
- ^ tr.euronews.com https://tr.euronews.com/2024/12/26/adalet-bakanligi-ocalan-ve-dem-partinin-imrali-gorusmesi-yeni-yildan-once-gerceklesebilir. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
{{cite web}}:|title=kêm an vala ye (alîkarî) - ^ "Heyeta DEM Partiyê dê kengî here Îmraliyê?". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "UK welcomes the PDK-YNK dialogue | GAV". gavtv.net. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "PA-X: Peace Agreements Database". www.peaceagreements.org. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "PUK and KDP: A New Era of Conflict | The Washington Institute". www.washingtoninstitute.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "PUK returns to Kurdish Regional Government meetings after boycott". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Iraqi Kurds vote in regional election amid oil export crisis and political rifts". reuters.com.
- ^ Dorigo, Von Linda (5 tebax 2015). "Auf den Gipfeln der PKK". ZEIT ONLINE (bi almanî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Why Syria's Kurds are Struggling Politically | The Washington Institute". www.washingtoninstitute.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "USA wollen die Kurden versöhnen". DER STANDARD (bi Austrian German). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Şêx Murşid Xeznewî mizgînî da: ENKSyê jî piştrast kir". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Şêx El Xeznewî: Kürdistani partiler çelişkilerini bir tarafa bırakmalı". ANF News (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Country policy and information note: Kurds and Kurdish political groups, Iran, May 2022 (accessible)". GOV.UK (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Qatar, Middle East, politics, GCC, Iran, Syria, Iraq, Egypt, Saudi Arabia, UAE, Nuclear deal, Yemen, Trump, MENA, Turkey, Gulf Crisis. "مركز المستقبل - Why and How Iran is Escalating against the Kurds". Futureuae (bi erebî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ Bivins, Alyssa (19 tebax 2020). "The Gains and Risks of Kurdish Civic Activism in Iran". MERIP (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Mazlum Ebdî û Mesûd Barzanî li Hewlêrê Kom Bûn". Voice of America. 16 kanûna paşîn 2025. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Mezlûm Ebdî li ser civîna xwe û Serok Barzanî daxuyanî da". Rûdaw.net. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Mazlum Abdi: With Barzani, We Emphasized Kurdish Unity in Syria". پەرەگراف (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ Kurdistan24 (13 kanûna paşîn 2025). "Nûnerê Serok Barzanî cuda bi Mezlûm Ebdî û ENKSê re dicive". Nûnerê Serok Barzanî cuda bi Mezlûm Ebdî û ENKSê re dicive. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "KDP leader meets with Rojava's opposition coalition in Erbil". Rûdaw.net.
- ^ Kurdistan24 (20 kanûna paşîn 2025). "ENKS Delegation Arrives in Kurdistan Region to Discuss Rojava's Kurdish Unity with President Barzani". ENKS Delegation Arrives in Kurdistan Region to Discuss Rojava’s Kurdish Unity with President Barzani (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2025.
{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)