Dolar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dolara DYAyê

Dolar (bi îngilîzî: Dollar) navê diravê gelek welatan e. Pirranî dolara DYAyê ango USD (United States Dollar) bibîrtîne.

Dolara DYAyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek ji diravên ku herî pirr tên bikaranîn. Nîşaneya wê ev e: $. Nêzîkê 750 milyar dolar di piyasa cîhanê de li gerê ye[çavkanî hewce ye]. Nêzîkî 60% dolara DYAyê li derveyî vê welatî ye[çavkanî hewce ye]. Gelek welatan wekî diravê xwe yî fermî pejirandiye.

Dîroka Dolarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cara pêşîn ji bo bicihanîna pêdiviyên artêşa brîtanî di sala 1690î de li koloniya kendava Massachusetts hatiye çapkirin. Di 1739ê de li çapxaneya Benjamin Franklin li Fîladelfiya bi dîmenên xwezayî û bi teknîkên çapkirinê yê li dijî sextekariyê hatiye nûkirin. Bikaranîna dolarê 1764î de ji aliyê brîtaniyan ve hatiye qedexekirin. Ev qedexe heya 1775î didome. Ji wê salê heya niha gelek cureyên dolarê hatine çapkirin.

Malperên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]