Here naverokê

Dorvegera Dinyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dîmena zivirîna Dinya ku ji aliyê Çavdêriya Avhewayê ya Deep Space ve hatiye kişandin ku meyldariya Dinyayê nîşan dide.

Dorvegera Dinyayê tevgereke erdê ye ku bi tevgerîneke prograd (ber bi pêş ve) ber bi rojhilat ve dizivire. Dema ku ji stêrka bakur, ji Polarîsê ve tê temaşekirin dinya berevajiya hêla saetê li dora xwe digere ku bi vê awayê şev roj a li ser rûyê dinyayê pêk tê.

Cemsera Bakur ku wekê cemsera bakur a erdnîgarî an cemsera bakur a bejahî jî tê zanîn, xaleke li nîvkada bakur e ku rêça zivirîna Dinyayê bi derbasbûnên wê re digihêje hev. Ev xal ji cemsera bakur a manyetîk a dinyayê cuda ye. Cemsera başûr xaleke din e ku xêza zivirîna Erdê li ser rûyê wê digîhîjîn hev, li Antarktîkayê ye.

Dinya li gorî Rojê bi qasî her 24 saetan carekê û li gorî stêrkên din ên dûr jî her 23 saet, 56 xulek û 4 çirke carekê dorvegereke xwe temam dike. Zivirîna erdê bi demê re hinekî hêdî bûye ku ji ber vê yekê rojek li gorî demên berê de kurttir bûye. Ev bûyer ji ber bandora kêş û vekêşê Heyvê ya li ser zivirîna dinyayê qewimiye. Saetên atomî nîşan didin ku roja îro bi qasî 1,7 milîçirkeyan ji roja sedsalek berê dirêjtir e û ev yek hêdî hêdî rêjeya ku UTC êdî bi çirkeyên tê sererastkirin zêde dike.[1] Analîza tomarên astronomîkî yên dîrokî nîşan dide ku dirêjahiya rojê ji sedsala 8an berî zayînê û pê ve bi qasî 2,3 milîçirkeyan di her sedsalekê de zêde bûye.[2]

Zanyaran ragihandiye ku dinya di dehsalên berê de bi berdewamî ji 86,400 saniyeyan hêdîtir zivirîye û di sala 2020an de dest bi zivirîneke zûtir kiriye. Di 29ê hezîrana 2022an de rekoreke nû bi temamkirina zivirîna dinyayê di 1,59 milîçirkeyên de di bin 24 saetan de hatiye şikandin.[3] Ji ber vê meylê, endezyarên li çaraliyê cîhanê li ser "çirkeyên zêde yên neyînî" û pîvanên din ên pîvandina demê nîqaş dikin.[4]

Tê texmînkirin ku ev zêdebûna lezê ji ber tevgera tevlihev a navika helandî ya dinyayê û tevgerên tevlêhev ên okyanûsan û atmosferê ye ku di nav de bandora cismên ezmanî yên wekê Heyvê û guherîna avhewayê ku dibe sedema helandina qeşaya li cemserên êrdê û hinek faktorên din hene.[5]

  1. ^ McCarthy, Dennis D.; Seidelmann, Kenneth P. (18 îlon 2009). Time: From Earth Rotation to Atomic Physics (bi îngilîzî). Wiley. ISBN 978-3-527-62795-0.
  2. ^ Stephenson, F Richard (2003). "Historical eclipses and Earth's rotation". Astronomy and Geophysics (bi îngilîzî). 44 (2): 2.22–2.27. doi:10.1046/j.1468-4004.2003.44222.x. ISSN 1366-8781.
  3. ^ published, Robert Lea (3 tebax 2022). "Earth sets record for the shortest day". Space (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2025.
  4. ^ "Access Restricted". www.telegraph.co.uk. Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2025.
  5. ^ LiveScience, Stephanie Pappas. "Humans Contribute to Earth's Wobble, Scientists Say". Scientific American (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2025.