Dunbulan (eşîr)

Eşîra Dunbulî (yan jî Dumbulî, Dimilî, Dumila û Dumiliyan) eşîreke mezin ê kurdan e. Li herêmên Amedê,[1] Çewlîgê, Mêrdînê, Mûsilê[2] Rihayê[1] û Xoyê û Salmasê yên Rojhilata Kurdistanê jî hebûna eşîrê bi belge tê dîtin.
Li wextê berê êzdî bûn, lê jê şûnve sunî û şîî bûn.[3][4] Berê hem jî goranî diaxaftin.[4]
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dunbul li ferhenga Fîrûzabadî "El-Qamûs ul-Mûhît" tê nivîsandin:[2]
دُنْبُلٌ، كقُنْفُذٍ: قبيلةٌ من الأكْرادِ بنَواحي المَوْصِلِ، منهم: أحمدُ بنُ نَصْرٍ الفَقيهُ الشافعيُّ، وعليُّ بنُ أبي بكرِ بنِ سُليمانَ المُحَدِّثُ الدُّنْبُلِيَّانِ
"Dunbul (bi bilêvkirineke wekî *qunfudh*): Eşîreke Kurd li herêma Mûsilê. Di nava endamên wê de Ehmed kurê Nesr (dadnasê Şafiî) û Elî kurê Ebû Bekir kurê Suleyman (zanayê hedîsê) hebûn — ku her du jî bi navê "El-Dunbulî" dihatin naskirin."
Kîtabê El-Mesûdî, مُرُوج ٱلذَّهَب وَمَعَادِن ٱلْجَوْهَر, Mirûc ul-Zeheb we Me'adîn el-Cewher, yanî Mêrgên Zerîn û Madenên Cewher, dibêje:[5]
"وما قلنا من الأكراد فالأشهر عند الناس... ومن حل بلاد الشام من الدبابلة وغيرهم"
Derbarê tiştê ku me derheqê kurdan de gotiye de, nêrîna serdest di nava gel de —û di nava wan kesên ku li Şamê (Bilad el-Şam) bi cih bûne, wekî eşîra El-Debabileh û yên din de— ev e...
Versiyonekê li Libnanê navê El-Denabileh xuya dike (الدنابلة).[6]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heta sedsala 16a
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li sedsala 10an, Mêrgên Zerîn û Madenên Cewher yê Mesûdî eşîrekê bo El-Debabileh (الدبابلة) yan jî El-Denabileh (الدنابلة) ku li Şamê dimînin dinivîse.[5][6] El-Debabileh hema hema bêguman şaşnivîs e.[1] Pirjimara dunbul bi erebî denabileh ye. Ev ji kîtabê Ferhenga "El-Qamûs ul-Mûhît" (sedsala 14an) yê Fîrûzabadî harîkirî ye, ji ber ku bo vê eşîrê "dunbul" (دُنْبُلٌ) dinivise, ku li Mûsilê dimînin,[2][7] û zanyar bi giştî denabileh bi dunbulan eleqe dide.[8][9][7][1]
Li gorê Şerefxanê Bidlîsî, eşîra Dunbulî bi navê Dunbuliya Botî bi referansa hat naskirin li herêma Botanê, cihê ku kokê xelkê Dunbulî tê zanin. Şerefxanê Bedlîsî diyar dike ku, Dimilî esle xwe ji Botan û dînê wan Êzdî bûye, paşê bibûne Misilman. Wisa xuya dike ku Îsa Begek, ku ji warisên wî re wekî "Îsa Begî" hat gotin, serokê wê yê yekem bû. Çend sal berî avakirina Aqqoyûnî di sala 1378an de, Îsa Begî li navçeya Sokmanabadê (Zurabada îroyîn) hukum dikir. Yek ji neviyên Îsa Beg, Şêx Ehmed Beg, di hikûmeta Aqqoyûni de derket pêş û hem herêma Hekarî ya li başûrê rojhilatê Gola Wanê û hem jî keleha Bayê, ku demek dirêj di destê Dunbuliyan de bû, xist bin kontrola xwe. Şahê Sefewî yê Îranê, Tahmasp I (1524–1576 hukum kir), Sokmanabad û Xoy kirin yek navçeyek û ew wek waliyê neviyê Şêx Ehmed Beg, Hecî Beg, spartin, ku sernavê hacî sultan lê hat dayîn. Her wiha berpirsiyariya parastina sînorên dewletê jî danî ser Hecî Beg.[3]
Cemîl Rojbeyanî not dike ku eşîra Dunbulî li wextê berê zaravaya goranî diaxiftin, û ji Çiyayê Kurmênc û Dêrsimê heta Şengalê, Azerbaycanê û Xorasanê hebûn.[10] Wekî din, li wergerê xwe yê Şerefname dibêje ku eşîra Dunbulî berê êzdî bûn û bi Selahedînê Eyûbî ve çûne herbê li gorê Şehzadeyê Nadir el-Qacar.[11]
Telebeyekê Celaledînê Rûmî (Mewlana), Husamedîn el-Dinbilî, ji eşîra Dunbulî bû (m. 683 AH / 1284 CE). Ji 604–672 AH (1207–1273 CE) serokê terîqetê bû, û kurê Rûmî, Celaledînê Weled, wî pir pesnand.[9]
Sedsalên 16-19an
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hebûna Dunbulîyan ne tenê bi deverên Rojhilat ve sînordar e. Hebûna wan li deverên din ên Kurdistanê jî ji hêla dîrokî ve baş tê zanîn. Li belgeyên Dewleta Osmaniyan, xelkê Dunbulî (li belgeyan Dünili, Dinili, Dümbili) li sancaqa Mûsilê li sedsala 16a hat belgekirin. Çar civakên eşîrî û du "Kethüda" yên eşîra Dunbulî di vê demê de li sanjaqa Mûsilê, Şemsedîn û Taceddînê têne belgekirin.[12][13] Wekî din, wisa xuya dike ku hin malbatên dema ku Donbolî li bakur-rojavayê Îranê kom bûn li paş man. Şerefxan Bidlîsî û Carsten Niebuhr herduyan jî behsa vê komê kirine, ya paşîn ragihandiye ku ew li başûrê Amedê ye û hejmara konên wê bi qasî 500 kes e. Di sedsala 18an de, civatek ji Kurdên Donbolî, ku dibe ku ne Tirkîze bûne, li parêzgeha Erîvanê ya Sefewiyan hebû.[3]
Ji sedala 20an şûnve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Qeydên leşkerî yên Brîtanî di destpêka sedsala 20an de şahidiyê dikin ku eşîra Dunbelî li Rojhilata Amedê û Bedlîsê jî hebûn. Axayê xwe Muxdad Axa bû. Ew wekî eşîreke piçûk lê aloz têne wesfkirin. Zozanê xwe Sêrt bû, germiyana xwe Bidlîs bû.[14]
Îro
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gelek yên Dimiliyan yên Rojhilata Kurdistanê êdin tirkî diaxivin û xwe bi eşîr pir nizanin.[3]
Îro gelek navên cihan li Kurdistanê navê eşîra Dunbulî hildigirin. Li Kilîsê, cihekê bi nav Dumbullî (Dümbüllü) heye, li herêma Çiyayê Kurmênc.[15] Li Wêranşarê Rihayê, eşîra Dimilî (Dümbüllü) jî heye.[16] Eşirê Dimilî yan jî Dumilî/Dumila li Mêrdîn (parêzgeh)ê, Şemrexê, jî heye. Axayê Dimilê Mêrdînê li sedsala 18-19a Xêro bû.[17] Taxekê li Pasûrê, Dimilyan, bi navê Dümülyan û Dümili jî tê naskirin.[18]
Li Xinûsê, Çewligê, Sêwregê û Makûyê. Navê Dimilî di sedsala 11'mîn de, di nav eşîrên Kurdên ên li Surî derbas dibe. Herwuha îro jî gundekî bi navê Dumilî de heye.[çavkanî hewce ye]
Ziman û Ol
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dimilî ên Sekmanabade (Makû) Şiîne, zûdaye asîmîle bûne û wa 200 sale tenê bi Tirkî diaxavîn. Ên Erziromê û Sêwrege hemû Misilman in û li Erziromê navçeya Xinûsê û Qereyaziyê Kurmancî û li Sêwrege Dimilkî diaxavîn. Li Şêxan û Şengale jî Kurdên ji wê eşîre hene, li vir bi Kurmancî diaxavîn û Êzdî ne.
Têkiliya di navbera eşîrê û gelên dimilîaxiv de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dimilî zaravayekê kurdan e, û hatiye pêşniyarkirin ku peyva "dimilî", ku behsa zaravayê dike, ji "dunbulî" tê. Ev yek ji hevberdana berfireh a di navbera guhertoyên her du terman de tê îspat kirin. Bikaranîna terman di erdnîgariyê de jî li hev dicivin.[19][20] Lê Karl Hadank, li xebatekê xwe mezin "Mundarten der Zaza" (1932) dibêje ku terima zaravaya dimilî û eşîra dimilî tu têkil tine. Ew dibêje ku dunbulî bi piranî li deverên derdora Xoy û Salmasê dijîn, û dê texmînek ecêb be ku meriv bibêje ku eşîra dunbulî dê ji Xoyê ber bi deverên mîna Paloyê ve were veguhastin.[21]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1 2 3 4 Fadil al-Thalith, Al-Hayat ul-Bashriyyah wal-Ijtama'iyah, koord.com URL: https://www.koord.com/webbook/book/aras/aras1/Book/dostaki/f34.pdf Archived
- 1 2 3 Nahli, Ouafae; Zarghili, Arsalane and Khalfi, Mustapha, 2019, al-qāmūs l-muḥīṭ: a digital Arabic dictionary, ILC-CNR for CLARIN-IT repository hosted at Institute for Computational Linguistics "A. Zampolli", http://hdl.handle.net/20.500.11752/ILC-97, obtained at https://dspace-clarin-it.ilc.cnr.it/items/b4452e1f-56a4-4d4b-aa69-4047cf393230
- 1 2 3 4 Dawud, Ali Al-e; Oberling, Pierre (1995). "Donbolī". In Yarshater, Ehsan (ed.). Encyclopædia Iranica. Vol. VII/5: Divorce IV–Drugs. London and New York: Routledge & Kegan Paul. pp. 445–465. ISBN 978-1-56859-023-3.
- 1 2 چوار دەوڵەتی کورد, مەلا جەمیل ڕۆژبەیانی (2000) Printing House of the Ministry of Culture –Erbil. (Çar Dewletên Kurd, Mela Cemîl Rojbeyanî. URL: https://www.kurdipedia.org/default.aspx?q=2014033100400794320&lng=2[girêdan daimî miriye] Archived
- 1 2 مروج الذهب ومعادن الجوهر- ج2, Mirûc ul-Zeheb we Me'adîn el-Cewher, cûzê 2'yem, sefheyê 96, affeker.net
- 1 2 al-Masudi, Ali ibn al-Husayn (2000). al-Laham, Said (ed.). Murūj aḏ-Ḏahab wa-Maʿādin al-Jawhar [Meadows of Gold and Mines of Gems]. Vol. 2. Beirut: Dar al-Fikr. p. 130.
- 1 2 Varol M. I. Uluslararası Zaza Dili Sempozyumu Bildiri Kitabı (Editör). URL: https://web.archive.org/web/20260728231836/https://www.bingol.edu.tr/documents/Zaza_Dili_Sempozyumu.pdf
- ↑ Sharafnama, Rozhbayani, Jamil, 1953, trans. Sharafkhan Bitlisi "Sharafnama". URL: https://archive.org/details/sharafnameh.iq/, p. 322 (=326)
- 1 2 Dr. Zirar Siddiq Tawfiq, al-Qaba'il wa-l-Za'amat al-Qabaliyya al-Kurdiyya fi al-'Asr al-Wasit" ("Kurdish Tribes and Tribal Leaderships in the Medieval Period"), Faculty of Arts, University of Duhok (2006), p. 94-95, URL: http://kurdlib.org/wp-content/uploads/books/B1022.pdf Archived
- ↑ Abdul-Rahman Mizouri, “Udday bin Musafir Al-Kurdy Al-Hakary is not an Umayyad”, çev. Fehil H. Khudeda, Lalish 27, Part 2, 2007.
- ↑ Sharafnama, Rozhbayani, Jamil, 1953, trans. Sharafkhan Bitlisi "Sharafnama". URL: https://archive.org/details/sharafnameh.iq/, p. 323 (=327)
- ↑ Ahmet Günduz, MUSUL SANCAGINDA AŞİRETLER VE ŞEKAVETLERİ (1523-1575), published 2003.
- ↑ 998 Numaralı MUHÂSEBE-İ VİLÂYET-İ DİYÂR-İ BEKR VE ‘ARAB VE ZÜ'L-KÂDİRİYYE DEFTERİ (1530) T.C. BAŞBAKANLIK DEVLET ARŞİVLERİ GENEL MÜDÜRLÜĞÜ Osmanlı Arşivi Daire Başkanlığı Yayın Nu: 39
- ↑ List of Kurdish tribes in the South of Bitlis Vilayet and East of Diyarbekir Vilayet prepared by British Military Attaché Maunsell, 1899 & F.R. Maunsell, Military Report on Eastern Turkey in Asia. Vol. IV - Middle Euphrates Valley. Country from the Gulf of Alexandretta towards Erzerum and Bitlis. Compiled for the Intelligence Department, War office. 1904, p. 78. See a snapshot, archived at Wayback Machine
- ↑ Nişanyan Yeradlari "Dümbüllü" & Erkân-ı Harbiye-i Umumiye ve Müdafaa-i Milliye Vekâleti 1:200.000 haritaları [1909-1927].
- ↑ "VİRANŞEHİRDEKİ TÜM AŞİRETLER - MILLANLAR VE İBRAHİMPAŞA TARİHİ". Viranşehirliyiz Ezelden (bi tirkî). 26 gulan 2018. Roja gihiştinê 29 hezîran 2026.
- ↑ Dimilî aşireti ağalarından, Bingöl’ün Genç bölgesinden gelip bölgeye ilk yerleşen dedelerimizden Xêro ağanın mezar taşı. Taşın üzerinde hicri vefat yılı yazmaktadır. Yazı şöyle: 'Merhum Hüseyin oğlu Hayrullah, Allah’ın kaderiyle 1233 yılında vefat etmiştir' قد مات المرحوم خير الله بن حسين بقدر الله في سنة ثلاث وثلاثين ومائتين والف ١٢٣٣ https://www.facebook.com/dumuli/?locale=tr_TR
- ↑ Nişanyan Yeradları, TC Dahiliye Vekaleti, Son Taksimatı Mülkiyede Köylerimizin Adları, Ankara 1928. & Map of Part of Kurdistan illustrating the journeys and researches of Mr. Consul Taylor, Royal Geogr. Soc. 1865.
- ↑ Bozarslan, Hamit; Gunes, Cengiz; Yadirgi, Veli (2021). The Cambridge history of the Kurds. Cambridge University Press. pp. 666–668. ISBN 978-1-108-47335-4.
- ↑ Karim, Shuan Osman; Gholami, Saloumeh, eds. (2024). Gorani in its historical and linguistic context. Trends in linguistics mdocumentation. de Gruyter Mouton. p. 253. ISBN 978-3-11-116868-5.
- ↑ Hadank, Karl (1932). Mundarten der Zâzâ, Hauptsächlich aus Siwerek und Kor. Berlin: Walter de Gruyter, p. 2-5
Edebiyat
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Die Dimilî-Kurden Girêdana arşîvê 2011-11-28 li ser Wayback Machine
- "Donbolî" = Dimilî di Iranica´de Girêdana arşîvê 2008-04-04 li ser Wayback Machine