Dungeons & Dragons

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Dungeons and Dragons hat beralîkirin)

Dungeons & Dragons (Zîndan û Ejderan bi gelemperî wek D&D an DnD tên kurtkirin) lîstikeke rolbaziyê ya sermase ya fantastîk, LRB, (role-playing game, RPG) ye. Bi eslê xwe ji alîyê Gary Gygax û Dave Arneson ve hat çêkirin. Cara yekem di sala 1974 de ji alîyê Tactical Study Rules, Inc. ve hat weşandin.

D&D bi nexşe û fîgûran
Kilozên D&D

D&D destûrê dide her lîstikvanan ku karakterê xwe biafirînin. Van karakteran di honaka xeyalî de dest bi tevgerên xeyalî dikin. Mîrê Zindanê, MZ, (Dungeon Master, DM) wekî serwer û çîrokbêjê ji lîstikê re rêberî dike, mekanê ku tê de macerayan pêkanîn saz dike, û rola nîştecihbûnan ji cîhana lîstikê dilîze. Karekter partiyek pêk tînin û bi nîştecihbûnên mekanê lîstikê û hevdu re têkilî datînin. Bi hev re pirsgirêkan çareser dikin, şer dikin, û xezînê û zanyarî berhev dikin. Di pêvajoyê de, ji bo ku payeyên xwe bilind bikin, karakter puanên serboriyên (experience points, XP) qezenc dikin û piştî çend lîstikên cuda ew gav bi gav bihêz dibin. D&D zarên çendrexî û jimarkirî ji bo bûyerên di lîstikê de çareser bikin bi kar tîne. [1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Dungeons & Dragons". Wikipedia (bi îngilîzî). 6 kanûna pêşîn 2019.