Dêra Surp Gregos

(Ji Dêra Surp Gregos, Amed hat beralîkirin)
Dêra Surp Gregos
37°54′39″Bk 40°14′20″Rh / 37.91072°Bk 40.23875°Rh / 37.91072; 40.23875
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dêra Surp Gregos an jî Dêra Surp Gregos a Ermeniyan yek ji dêrên navdar û dîrokî yên li Amedê li hundirê Sûra Amedê ye.

Ev dêr li ser kuçeya Yenîkapiyê ye. Li gorî agahiyên tomargehên tapûyan ev dêr ji hêla ermeniyan ve hatiye bikaranîn. Her çiqas niha qubeya wê xera bûbe, hin aliyên wê di rewşeke ne baş de bin jî, bi mîmariya xwe hêjayî dîtinê ye.

Di dîroka yekemîn belgeya ku tê de qala Dêra Surp Gregos hatiye kirin, Seyahatnameya Simeonê polonî ya ku salên 1610-1615'an de hatiye nivîsandin e.

Dêr li ser navê Gregos ê sê salî hatiye çêkirin. Dêr di dema Komkujiya Ermeniyan de ji aliyê dewleta Tirk ve hate rûxandin.

Serpêhatiya Gregos[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gregos (Gîragos[çavkanî hewce ye]) lawê Hûgîdaya Konyayî ye. Gregos hêj di sê saliya xwe de ji ber pêkutiyên li xristiyanan tê kirin bi diya xwe re direve Tarsûsê. Li wir tên dîlgirtin û dertînin dadgehê. Gelek êşkence li diya wî tên kirin. Dadger di dadgehê de di dileke xemgîn û xapanok li Gregos dinêre. Ev yeka han dilê Gîragos diêşîne. Gregos pirr li ber diya xwe dikeve û tenê wê difikire.

Diya wî di dadgehê de berevaniyê dike û dibêje "Ez Mesîhî me û bawerî bi Îsa tînim". Ev gotina wî dadger diqeherîne. Dadger dixwaze Gregos bixapîne lê Gregos jî herçendî sê saliye jî, gotina diya diqîre. Dadger gelek aciz dibe û Gregos ji pêpelûkên kevirî davêje û dikuje. Piştre diya wî jî di sala 305'î de bi êşkenceyan dikujin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]