Bêrî (eşîr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Eşira Bêrtîyan hat beralîkirin)

Eşîra Bêrtiyan eşîreke koçer e ku, li rojhilat û başûrê Tirkiyeyê, li bakurê Sûriyê û bakurê rojavaya Iraqê dijîn.

Bêrtiyan li ser erdên bajarên Amed, Elezîz, Riha, Bîngol (Çewlîg), Mêrdîn, Mûş, Erzîrom û Erzincanê bi çend sedsalan koçertî kirine. Eşîra Bêrtiyan bi navê "Qerqûlaxan" û "Melemeran" û "Qosan" ji sê beşên mezin pêk tê. Îro gelek malbatên Bêrtiyan jî, ji ber sebebên aborî û siyasî li bajarên Tirkiyê yên metropol, welatên Ewropayê û welatên parzemînên din cihwar bûne.

Ji kesên ku bi eslê xwe ji vê eşîrê ne re "Bêrtî" tê gotin. Eşîra Bêrtiyan ji ber ku bi sedsalan li van bajarên ku behsa wan hatiye kirin jiyaneke koçertî dewam kiriye, xwediyê çand, kultur û wêjeyeke dewlemend e. Piraniya Bêrtiyên ku îro li gund û navçeyan dimînin, bi karên xwedîkirina heywanan, cotkarî û ticaretê re mijûl dibin. Yên ku li welatên xerîb û bajarên din cihwar bûne jî, dîsa ticaretê û kar û xebatên din dikin.

Herweha ji eşîra Bêrtiyan gelek kesên xwedîmeqam, siyasetmedar û hunermend jî derketine ku ji bo miletê kurd xizmetên girîng kirine. Nivîskar û lêkolînvanê kurd Ayhanê Bêrtî kitêbeke bi navê "Eşîra Bêrtiyan" li ser vê eşîrê bi zimanê kurdî nivîsiye ku, li Berlîna Almanyayê ji aliyê Weşanxaneya Han ve di sala 2009an de, hatiye weşandin[1]. Di vê kitêbê de li ser edet, tarîx, kultûr û dîroka bêrtiyan gelek agahî û belgeyên ji arşîvên dewleta Tirkiyê jî hatine dayîn ku, pir bi qîmet in.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Ayhanê Bêrtî, Eşîra Bêrtiyan. Weşanxaneya Han, Berlin. ISBN: 978-3-940997-24-1