Ebû Bekir Şaşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Ebû Bekir Şaşî yek ji zanyarekî îslamê yê girîng yê kurd ê mezheba şafiî ye.[1]

Navê wî yê rastî Muhemmed Meyahanî ye lê Ew bi xwe bi navê Ebû Bekir Şaşî hatiye naskirin. Şaş navê herêmekî li Farqînê ye. Navdanka wî Fexrul-Îslam e.

Di sala 1037-38an de li Farqînê ji dayik bûye, Navê bavê wî Ehmed e. Ji bo perwerdehiya xwe çûye Bexdayê li cem Şêx Ebû Îshaq Şîrazî xwendiye. Li ser fiqihê gelek pirtûk nîvîsandiye.[2][3]

Bi xwe di sala 1113-14an de li Bexdayê wefat kir.

Pirtûkên wî[biguherîne]

  • 1-“Hilyet-ul ulema
  • 2- El-Mutemed
  • 3- Et-Terxîb fil-mezheb,
  • 4- Eş-Şafiî fî şerhi muhtasar-ul-Muzenî,
  • 5- El-Umdet
  • 6- Eş-Şafî şerh-iş-Şamil li Ebî Nasr bin Sebbax.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Muhemmed Emîn Zekî, Navdarên Kurd û Kurdistanê
  2. Vefeyât-ül-a’yân cild-4, sh. 219
  3. Kamûs-ul-a’lam cild-5, sh. 3343