Ebû Xetab Elkurdî
Ebû Xetab Elkurdî (Abu Khattab al-Kurdi, jdb. 1978 li Helebce, Başûrê Kurdistanê - m. 17ê mijdar 2014an Tell Bakr, Kobanî, Rojavaya Kurdistanê) fermandar û terorîstekî DAIŞê bû ku bi eslê xwe kurd bû. Ebû Xetab di êrîşên li ser Kobaniyê de yek ji fermandarên DAIŞê bû.
Jiyana wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ebû Xetab Elkurdî li bajarê Helebce yê Herêma Kurdistanê li nêzîkî sinorê Rojhilata Kurdistanê ji dayik bûye. Ew di destpêkê de tevlî Ensarulîslam bû lê piştî ku Ebûbekir el-Bexdadî di 2014an de damezrandina DAIŞê ragihandiye beşdarî DAIŞê bûye. Piştî ku DAIŞê vîdyoyeke propagandayê ya 24 deqeyan belav kir ku bi temamî bi kurdî hatibû nivîsandin û tê de Ebû Xetab, kurê wî yê 9 salî û gelek çekdarên din ên bi maske yên kurd ên DAIŞê soz dabûn ku “xîlafetê bînin Kurdistanê” û “dawî li ateîzma PDK û YNKê” bînin, Ebû Xetab meşhûr bû û bûye fermandarê DAIŞê. Ebû Xetab yek ji êrîşkarên şerê Kobaniyê bû. Li gor berpirsên kurd, iraqî û sûrî hinek kurd bi serokatiya Ebû Xetabî ji bo DAIŞê şer kirine û zanyariyên erdnîgarî dane wan û alîkariya wergerê kirine.[1][2][3]
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ebû Xetab yek ji fermandarên sereke bû ku êrîşî Kobaniyê kiriye.[4] Demeke kin piştî DAIŞê wêneyên propagandayê yên din yên Ebû Xetabî belav kiribû ku cil û bergên kurdî li xwe kiribû û li ber cesedên kurdan rawestiyabû, Ebû Xetab di 17ê mijdara 2014an de li gundê Tell Bakr nezîkî Kobaniyê ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel ve li gel 28 çekdarên din ên DAIŞê hatiye kuştin ku di nav wan de 2 fermandarên din Ebû Elî Eskerî û Ebû Mihemed el-Mesrî jî hebûn.[5][6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Kurds help ISIS with terrain, language in battle for Kobani". Associated Press (bi îngilîziya amerîkî). 24 adar 2015. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Kurds help Islamic militants in battle for Kobani - Salon.com". web.archive.org. 29 sibat 2016. Ji orîjînalê di 29 sibat 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Small number of Kurds reportedly fighting alongside IS in Kobane: officials". Middle East Eye (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Islamistischer Terror: IS misshandelt und indoktriniert kurdische Schüler - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2025.
- ^ "New IS 'Execution' Video Targets Kurds". Radio Free Europe/Radio Liberty (bi îngilîzî). 23 adar 2015. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Kurds help Islamic militants in battle for Kobani". The Columbian (bi îngilîziya amerîkî). 26 kanûna paşîn 2025. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2025.