Ebûbekir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ebûbekir Etîq bin Ebî Quhafe
Ebûbekir
Navê rastî
عبد الله بن أبي قحافة عثمان بن كعب التيمي القرشي أبو بكر الصديق
Jidayikbûn573
Mirin23ê tebaxa 634an
Medîne
EsilEreb
BernavEbûbekirê Sidîq
HevwelatîDewleta îslam
MeqamXelîfeyê Îslamê yê 1'emîn
DewrSerdem 632-634
DînÎslam
Dê û bav
  • Osman Ebî Quhafe (bav)
  • Ummul Xeyr Selma (dê)
MalbatTeym
biguhêreBelge

Ebûbekir Etîq bin Ebî Quhafe an bi tenê Ebû Bekir, (erebî: أبو بكر, z. 573[1] - m. 23ê tebaxa 634an) di sala 573ê da li bajarê Mekeyê ji dayîk bûye. Navê diya wî Um el-Xeyr Selma bint Sexr, navê bavê wî jî Osman Ebî Quhafe bû. Ji eşîra Teym û mirovekî dewlemend bû. Pîştî ku bûbû Misilman dewlemendiya xwe ji bo îslamê bi kar aniye.

Piştî wefata Muhemmed ew bû yekem xelîfeyê îslamê (632-634).Dû wî re jî Omer bû xelîfeyê duyem.

Bi pejirandina wî a dînê Îslamê gelek kesên navdar di bin bandora wî da mane û bûne misilman. Ji bo ku dînê Îslamê di nav ereban da belav bû, di nav hewildanên gelek mezin da bû. Bi tevahî du sal û sê meh xelîfetî kir.

Piştî ku wefat kiribû li kêleka Muhemmed da binax kirin.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Die Datierung des Geburtsjahrs legt die Überlieferung zugrunde, er sei drei Jahre jünger als Mohammed gewesen, so dass von einer Geburt kurz nach 570 ausgegangen wird, vgl. Watt 1986, 109.
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 30 adar 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)