Here naverokê

Ebûeswar Şewur

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ebûsewar Şewur
Aplêsfares
Hikumdarê Dvîn û Erranê
Dirhemê sê zengî yê Ebûeswar Şewur
Serwerî1022-1067
Yê pêşîAnûşîrvan kurê Leşkerî
Yê paşîFedl kurê Şewur
Jînenîgarî
Roja jidayikbûnênêz. dawiya sedsala 10an
Cihê jidayikbûnêDvîn, Dewleta Şedadiyan
(îro Ermenistan)
Mirin19ê mijdara 1067an
Cihê mirinêGence, Dewleta Şedadiyan
(îro Azerbaycan)
Consort toJinekê Bagratîd yê bênav
XanedanŞedadiyan
BavFedl kurê Mihemmed
ZarokFedl
Aşot
Îskender
Manûçîr
Merzûban
Keçikek bê nav

Ebûeswar Şewur[a] ku wekî Aplêsfares jî tê nasîn, endamekî xanedana kurdşedadiyan bû ku di navbera salên 1049 û 1067an de ew heştemîn hikumdarê dewleta şedadiyan yê Erranê ji Genceyê bû. Berî hikûmdariya xanedaniya şedaditan wî ji sala 1022an vir ve wekê serwerekî xweser bajarê Dvînê (li herêma ku niha di navbera Ermenistan û Bakurê Kurdistanê de ye) hikum kiribû. Ebûeswar di dema hikûmdariya xwe de wekê şervanekî zana bi cîranên xwe re di nav gelek şeran de bû.

Di dema serweriya xwe ya li ser Dvînê de, ew bi piranî bi karûbarên mîrekiyên ermenî re elaqedar dibû. Wî bi Împeratoriya Bîzansê re di sala 1045an de di fetihkirina bermahiyên dawîn ên Ermenistana Bagratîd de hevkariyê kiriye lê dema ku bîzansî paşê li dijî wî derketin, ew ji sê êrîşên li pey hev ên ku dixwestin Genceyê bigirin sax maye. Di sala 1049an de, serhildanek li Gencayê neviyê wî yê pitik, Anuşîrvanê Leşkerî, ji text avêt. Serhildêran ew vexwendin ku mîrnişîniya malbatê bigir û ew ji Dvînê koçî Genceyê dike. Her çiqas sinorên desthilatdariya şedadiyan bi têkçûna wî ya girtina mîrektyia Tiflîsê û bi êrîşên wêranker ên alanan eşkere bin jî, di bin serweriya wî de, dewleta şedadiyan gihîştibû lûtkeya xwe. Wî kampanyayên serketî ber bi Gurcistan û Şîrvanê ve kir. Di heman demê de, serweriya wî şahidiya bilindbûna bilez a împeratoriya selcûqiyan û berfirehkirina kontrola wê li ser mîrekiyên Qefqasya û herêma Serhedê kiribû.

Ebûeswar di sala 1054/5an de xweserî ya di bin desthildariya selcûqiyan qebûl kiriye. Her çiqas wî di sala 1065an de bi piştgiriya selcûqiyan paytexta berê ya Ermenistanê Anî bi dest xisti be jî, vê yekê piştî mirina wî, di mijdara 1067an de rê li ber hilweşîna xanedaniyê vekiriye.

Çavkaniya dîrokî ya sereke li ser Şedadiyan xebata dîroknasê osmanî Mûneccimbaşî (mirin: 1702) ye.[1][2] Damezrînerê malbatê, Muhemmedê Şedad, di destpêka salên 950an de demeke kurt kontrola Dvînê girtiye.[3][4] Piştre malbat koçî Genceyê dibe, bajarokê sereke yê misilmanan ê Erranê ku ji aliyê kurên Mihemed Leşkerî I, Merzûban û Fedl I ve di nêz. 970an de hatiye kontrol kirin.[1][5][6] Birayan piştî vê yekê li pey hev wekê mîr van bajar birêve birine. Ebûeswar Şewur kurê duyem ê herî biçûk ji sê birayan û çarem hikumdarê şedadîyan, Fadl bû. Di serdema xwe ya dirêj de (985–1031), Fadl kontrola malbatê li ser piraniya Erran û herwiha hinek deverên Ermenistanê berfireh dike û Sûnîqê digire.[5][7] Li cihê Fadl, kurê wî yê mezin Mûsa (hikûmdarî: 1031–1034) wekê mîr li Genceyê hatiye wezîfedarkirin ku ew jî ji aliyê kurê xwe Leşkerî II (hik. 1034–1049) ve hatiye kuştin.[5][8] Navê Ebûeswar Şewur tevlîheviyek erebî-farisî ye: "Şewur" navê kevin ê farisî "Şapur" e lê kunyeya wî forma erebîzekirî ya navê îranî (dibe ku deylemî) "Eswar" (bi savar, "siwar, şovalye" re têkildar e) vedihewîne.[9]

Xwediyê Dvînê (1022-49)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Map of the Caucasus region with the various principalities in different colours
Nexşeya siyasî yê Qefqasyayê nêz. 1060

Mûneccimbaşî tomar dike ku di dema mirina wî de, di sala 1067an de, serweriya tevahî ya Ebûeswar, hem li Genceyê û hem jî berê serweriya Genceyê "li ser hinek axan", 46 salan berdewam kiribû. "Hin axa" bi eşkereyî behsa serweriya wî ya li ser Dvînê dike ku ji çavkaniyên din tê zanin, ev tê vê wateyê ku ew di nêz. sala 1022an de bûye serwerê bajêr.[10][11] Bajar, her çend beşek ji qiraliteya Bagratîd be jî, piştî mirina Gagîk I yê Ermenistanê di sala 1020an de û nakokiya kurên wî li ser mîrata wan bêparastin mabû û di sala 1021an de rastî êrîşeke wêranker a deylamiyan hatiye ku bi bandor wan ji mayî ya qiraliteya Ermenistanê qut kiriye. Piştî wê, hatiye dîtin ku bajêr parastina şedadiyan xwestiye û Ebûeswar bûye serwerê bajêr.[12] Ji vê bingehê, wî rêyek bi rastî serbixwe ji birayê xwe şopandiye û paşê biraziyê wî, li Genceyê, ji Erranê bêtir li ser Ermenistanê sekiniye.[5][13] Ebûeswar ji ber ku bi xwişka Dawid I Anhox, qiralê Taşîrê re zewicî bû, bi malbatên mîrên ermenî ve girêdayî bû. Kurê wî yê duyem tewra navê tîpîk ê ermenî yê Aşot jî li xwe dikir.[14] Ji ber ku ew li ser karûbarên mîrata xwe disekinî, heta ku Mûneccimbaşî di sala 1049an de kursiya sereke ya malbatê li Genceyê girt, behsa wî nayê kirin. Ji bo çalakiyên wî yên di navbera salên 1022 û 1049an de, çavkaniyên sereke ji dijberên wî yên ermenî û bizansî tên.[9]

Ebûeswar cara yekem di dîroka Metta yê Edessayê de, di sala 1040an de hatiye tomar kirin, dema ku esilzade yê ermenî Abîrat ku di nakokiya di navbera kurên Gagîk I, Aşot IV û Hovhannes-Smbat III de ketibû nav nakokiyê, hatiye Dvînê. Ji tirsa nerazîbûna wî, Abîrat bi 12.000 siwaran parastina Ebûeswar xwestiye. Ebûeswar di destpêkê de pêşwazî li Abîrat kiriye û meqamê bilind da ye wî lê di demek kurt de baweriya xwe pê neanî û wî kuştiye ku li ser vê yekê cîgirê Abîrat Sare bi alîgirên Abîrat re ber bi Anîyê ve çûne.[14][15] Tevî xizmtiya wan, di heman demê de Ebûeswar êrîşî Dawidê û Taşîrê kiriye. Artêşa şedadiyan ku li gorî Metta ya Edessayê bi qasî 150.000 kesan bû ku piraniya Taşîrê girtiye lê Dawid karîbû li dijî Ebûeswar hevpeymaniyek berfireh çêbike. Dawid bi xwe 10.000 leşker, Hovhannes-Smbat III yê Anî 3.000 leşker, qiralê Kapanê 2.000 û heta qiralê Gurcistanê jî 4.000 leşker şandine, di heman demê de Dawid piştgiriya gel a Katolîkên Albanyaya Qefqasî jî bi dest xist. Di encamê de vê şerê de Ebûeswar têk çûye û ji Taşîrê hatiye derxistin.[15][16]

Aşot IV û Hovhannes-Smbat III di nêzikî heman demê de mirin (nêzîkî 1040/41) û kurê Aşot, Gagîk II (di salên 1042 û 1045an de hikum kiribû) cîgirê herduyan girtiye û dest bi xurtkirina meqama xwe kiriye. Xetereya sereke ya li ser textê wî împeratoriya bîzansê bû ku di destpêka sedsala 11an de êrîşî mîrektiyên ermenî dikir. Hovhannes-Smbat heta qiralîteya xwe jî hiştibû împeratoriyê û piştî mirina wî, împerator Mîxaîl IV yê Paflagonî (1034–1041 hikum kir) leşker şandin da ku bajarê Anîyê bigirin. Gagîk karî êrîşê paşve bixe û aloziya siyasî li Konstantînopolîsê piştî vê yekê çend salan bêhnvedan bi dest dixe lê di sala 1042an de împeratorekî nû, Konstantîn IX (hikûm: 1042–1055), bi biryardariya ewlekirina îdiayên bîzansî li Ermenistanê hatiye ser textê.[17][18]

Medieval illuminated miniature showing one group of horsemen pursuing another, with fallen soldiers at their feet
Têkçûna bîzansan li ber Dvînê, mîniyatûra Madrîd Skîlîtzes

Ji bo vê armancê, wî bi Ebûeswar re têkilî danî û jê xwestiye ku ji pişt ve êrîşî ermeniyan bike. Ebûeswar, li hember garantiyên parastina fetihên xwe ku di krîsobuleke împeratorî de hatiye qebûlkirin, razî dibe. Gagîk bi êrîşeke du alî re rûbirû maye û neçar dimîne ku serdana Konstantînopolîsê bike. Li wir ew dîl hatiye girtin û Anî di sala 1045an de radestî bîzansan hatiye kirin.[19][20] Tevî sozên xwe yên berê, di cih de piştî ku Anî girt, împerator daxwaz kiriye ku Ebûeswar kelehên ku wî fetih kiribûn vala bike. Dema ku ew daxwazên dawî red dike, artêşeke mezin di bin serokatiya Mîxaîl Îasît û magîstros Konstantînê Alanî de ku gelek ermenî tê de bûn, li dijî Dvînê meşiyan. Ebûeswar hişt ku ew nêzîk bibin û dûv re kanalên avdanê vekirin û deşta li dora bajêr tijî kirin. Di nav heriyê de asê man, dorpêçker ji bo tîrvanên şedadiyan nêçîrek hêsan bûn ku windahiyên mezin dane hêza bîzansî.[19][21] Konstantîn IX bi danîna Katakalon Kekavmenos û parakoimomenos Konstantîn bo serpereştiya Ermenistanê bersiv da. Lêbelê, li cihê ku êrîşî Dvîn bike, serokatiya nû ya bîzansan hewlên xwe li ser vegerandina kelehên ku ji aliyê Ebûeswar ve hatibûn girtin, sekinand. Dema ku destpêkirina serhildanek bi serokatiya Leo Tornikios artêşê neçar dile ku vekişe Konstantînopolîsê, Îdir, Amberd û Xor Vîrap dikeve destê artêşa bîzansî lê Çelîdoniyon (Êrivana îro) heta îlona sala 1047an li ber xwe daye. Peymanek aştiyê bi lez û bez hatibû îmzekirin ku tê de Ebûeswar razî bûye ku êrîşî axa bîzansî neke û desthilatdariya împerator nas bike.[22][23]

Berxwedana serketî ya Dvînê dawî li pêşveçûna bîzansê li Ermenistanê anî û alîkarî da ku serxwebûna dewletên biçûk ên ermenî yên Sûnîq, Taşîr û Xaçên were parastin.[24] Di demek kurt de piştî wê, hevsengiya hêzê ya herêmî bi êrîşa yekem a mezin a tirkên selcûqî di bin fermandariya Qutlumûş ibn Arslan Îsraîl û Îbrahîm Înal de li Ermenistana Bîzansê di sala 1048an de bi awayekî mayînde hate guhertin.[24] Her çend şedadîyan dixwestin ku di wan de hevalbendên xweş li dijî bîzansê bibînin jî,[24] ew bi heman awayî wekê ku di êrîşa Qutlumûş a li ser Genceyê di sala 1046/47an de hatibû nîşandan ihtimal hebû ku bibin gef.[4][25]

Piştî demek kurt, di dawiya sala 1048an de û destpêka sala 1049an de, her çiqas hinek nivîskaran dîrokek paşîn pêşniyar kirine nêz. 1050an (A.F. Gfrörer û M.H. Yinanç) an jî nêz. 1055/56 (E. Honigmann)[26] ku bîzansan di bin serokatiya raîktor Nikephoros de êrîşek din li dijî Dvînê dane destpêkirin. Li gorî dîroknasê bîzansiyan ê hemdem Îones Skîlîtzes, ev êrîş ji ber ku Ebûeswar ("Aplêsferes", wekê ku bîzansan jê re digotin) peymana berê binpê kiribû û êrîşî axên bîzansan kiribû ye. Hikumdarê şedadîyan li Dvînê asê dimîne û di heman demê de bîzansan derdora wê "heta Pira Hesinî û Genceyê" wêran dikin û Ebûeswar neçar dikin ku sonda xwe ya berê ya bindestiyê nû bike û biraziyê xwe yê mezin Erdeşîr, kurê Hesenê Leşkerî, wekî dîlgirtî radest bike.[4][24][27]

Mîrê Genceyê (1049-67)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1049an de, biraziyê Ebûeswar, Leşkerî, mîrê Genceyê, piştî serweriyeke aloz a 15 salan dimire. Kurê wî yê zarok Anûşîrvan kurê Leşkerî li cihê wî hatiye girtin lê desthilata rastîn di destê odebeyê wî (hacîb), Ebû Mensûr de bû. Piştî du mehan, komek mezinên ku li dijî polîtîkayên desthildariya nû bûn, dema ku Ebû Mensûr li Şemkirê bû, ji text avêtin û gazî Ebûeswar kirin ku kontrola Genceyê jî bigire ser xwe.[28] Ebûeswar vê yekê qebûl dike û dev ji Dvîn berdide ku ji bîzansan re pir eşkere bû. Dema ku wî kurê xwe Ebû Nesir Îskender wekê serwerê bajar û herêmên derdorê erkdar dike, bajar heta sala 1053an di destê rêze waliyan de maye.[24] Serwerê şedadîyan pêşî li Şemkirê tiştan rêz kir û piştre ket Genceyê, "hemû axa Erranê û kelehên wê" distîne.[29]

Di vê qonaxa pêşveçûna wî de, Ebûeswar wekê serwer û şervanekî navdar bû; mîrê ziyarî Keykavûs (hikûmdarî: 1050–1087) piştî ku heşt salan li dadgeha Mewdûdê Xezn derbas kiriye ku paşê ji bo kitêba xwe Eynik ji bo Mîran, Qabûsname, heta hat Genceyê û çend salan li dadgeha şedadiyan derbas dike ku beşdarî şerê li dijî xiristiyanan bibe.[30][31] Li gorî Keykavûs, mêvandarê wî "qiralekî mezin, mirovekî hişk û jîr, [...] dadperwer, wêrek, zaravenasekî xweş, xwedî baweriya paqij û dûrbîn" bû.[30] Ev texmîn ji aliyê bîzansiyan ve jî hatibû parvekirin, ji ber ku Skîlîtzes jî wî wekê "stratejîstekî jîr wekî ku dikare her kesê bi taktîk û polîtîkayên dijminan têk bibe"[30] bi nav dike, di heman demê de Mûneccimbaşî dinivîse ku piştî bidestxistina Genceyê, "Ebûeswar [...] navê xanedanê piştî ku yavaş nemabû, ji nû ve zindî kiriye. Ew bihêz bû û rewşa bindestan û artêşê rêkûpêk bû."[29]

Photograph of an iron-covered door with Arabic inscriptions in two bands across it
Deriyên Genceyê ku di sala 1062an de bi fermana Ebûeswar hatine çêkirin, niha li Manastira Gelatiyê li Gurcistanê ne.

Li gorî Mûneccimbaşî, di sala 1053an de, Ebûeswar keleha (nenas) a Besrayê ji gurciyan distîne û gelek kesên xwe lê bi cih dike û li kelehê garnîzon ava kiriye.[29] Di sala 1054/5an de, digel gelek hikumdarên cîran, ew bûye rêveberiyeke otonom ê girêdayê siltanê selcûqî Toxrul Beg (hikûndarî: 1037–1063). Her çiqas di destpêkê de bandora serdestiya selcûqî sivik xuya bibe jî, ji ber ku ne Toxrul û ne jî cîgirê wî Alp Arslan (hikûmdarî: 1063–1072) di wê demê de li ser pereyên şedadiyan xuya nebûne.[5][31] Di sala 1062an de, Ebûeswar şandeyek ji mîrektiya Tiflîsê, kelehek misilman a dûr di nav qiralên gurcan ên xiristiyan de, pêşwazî kiriye. Piştî mirina mîr Cefer kurê Elî, xelkê herêmî kurên wî yên pevçûn derxistin û niha ji Ebûleswar xwestin ku kontrola bajêr bigire ser xwe. Hikumdarê şedadîyan di meyla qebûlkirinê de bû lê wezîrê wî, Bextiyar ibn Selman, bi hişyarkirina ku çalakiyek wisa dê hêzên wî yên sinorkirî belav bike, wî asteng kir. Piştî redkirina Ebûeswar, Tiflîs ji aliyê gurciyan ve hatiye dagirkirin ku heta sala 1068an de ji aliyê Alp Arslan ve hatine derxistin.[32] Ev bûyer sinordarkirinên desthilatdariya şedadiyan nîşan daye[5] ku di heman salê de bi dagirkirina Alan bi rêya Deriyê Dariyalê ve bêtir hate nîşandan: li gorî vegotina Mûneccimbaşî, zêdetirî 20.000 niştecihên Erranê wekî kole hatine revandin. Di bersiva gefa Alan de, Ebûeswar li dora taxa (rabad) a paytexta xwe Genceyê dîwar û xendek ava kiriye.[5][33] Deriyên ku ji aliyê Ebûeswar ve ji bo vê keleha nû hatine danîn, ji aliyê gurciyan ve di bin desthilatdariya Demetre I de di sala 1139an de hatin birin û hê jî li Manastira Gelatiyê li Gurcistana îro têne parastin.[34] Di salên 2012-14an de, kopiyên deriyên orîjînal li Muzexaneya Arkeolojî û Etnografiyê ya Genceyê hatin danîn.[1][35]

Di heman demê de, têkiliyên Ebûeswar bi cîranê wî, Şîrvanşah Ferîburz I (hikûmdarî: 1063–1069), ji nişkê ve xirab bûn. Herdu xanedan bi têkiliyên malbatî ve girêdayî bûn - pêşiyê Ferîburz, Sellar (hik. 1050–1063), heta bi keça Ebûeswar re zewicî bû - lê niha hikumdarê şedadîyan rêze êrîş li dijî Şîrvanê dest pê kirin. Di bihara 1063an de, Ebûeswar keleha Quylamiyan girt, ber bi paytexta Şîrvanê û Şemaxî ve meşiya, hêzên Şîrvanşah di şer de têk bir, wargeha wan talan kir û keça xwe, xezîneya wê û hevalên wê dîl girt. Piştre ew vekişiya Erranê, lê di tîrmehê de vegeriya Şîrvanê da ku êrîşî wê bike. Di sala din de, wî dîsa êrîşî Şîrvanê kir û hejmarek keleh girtin, di heman demê de eşîrên kurd ên herêmî çûn aliyê wî. Piştî vegera wî bo Genceyê, di hezîran/tîrmeha 1064an de bi Şîrvanşah re peymanek aştiyê hate îmzekirin ku li gorî wê Ebûeswar Quylamiyan di berdêla 40,000 dînarên zêr de vegerand.[36] Di sala 1064an de, siltanê selcûqiyan Alp Arslan êrîşî Ermenistana Bîzansî kir û Anî girt. Ebûeswar bi xwe serkêşiya êrîşan li ser herêmê kir, û keleha nenas a Wyjyn (li gorî Mûneccimbaşî yek ji baştirîn kelehên Ermenistanê) girt. Mûneccimbaşî herwiha tomar dike ku Alp Arslan kontrola bajarê Anî daye wî; Îbn Esîr veguhastinê dide mîrekî bênav, lê Vardan Areveltsi tomar dike ku keleh tenê daye kur û cîgirê Ebûeswar, Fedl.[5][37] Lêbelê, yekser piştî vegera wî ya Genceyê û belavbûna artêşa wî, Alan dîsa di cotmeha 1065an de ji Deriyê Dariyalê derbas bûn û bi niştecihên Şekiyê re hevalbendî kirin û êrîşî Erranê kirin. Li Şemkirè wan ji 200î zêdetir xwebexş ji bo cîhadê kuştin û heta deriyên Genceyê jî êrîş kirin, berî ku ber bi êrîşkirina derdora Berdeyê ve biçin. Ebûeswar û leşkerên wî tercîh kirin ku di nav parastina bajarên bi dîwar de bimînin ji bilî ku li qadê bi êrîşkaran re rû bi rû bimînin û Alan berî ku vegerin bakur, digel girtiyên ku ew girtibûn, gihîştin hemû rêyan heta Erezê.

Ebûeswar di 19ê mijdara 1067an de mir û li mizgefta sereke ya Genceyê hate definkirin.[38] Kurê wî yê mezin, Fadl II ku wî berê wekî mîratgirê xwe îlan kiribû, li şûna wî text hat danîn û malbata şedadiyan, artêş û gelê Erranê sonda dilsoziyê (biyat) lê dabûn.[39] Ji bilî Fadl, Ebûeswar çar kurên din jî hebûn - Aşot, Îskender, Manûçîr û Merzûban - û herwiha keçek bênav, jina Şîrvanşah Sellar.[40]

Serweriya Ebûeswar lûtkeya xanedana şedadiyan temsîl dikir,[5][41] lê hilweşîna wan yavaş piştî mirina wî dest pê kir: selcûqiyan kontrola xwe li ser Erran û mîrekiyên din ên herêmê xurt kirin û Alp Arslan bi xwe serdana Genceyê kir da ku bacgiriyek mezin bistîne. Serweriya Fadl II aloz bû - di demekê de ew hat girtin û heşt mehan ji hêla gurcan ve hat girtin - lê wî karî Derbentê bigire. Fadl II di sala 1073an de ji hêla kurê wî Fedlûn (Fedl III) ve hat hilweşandin ku di sala 1075an de ji hêla xulamê tirk Sav Tegîn ve hat ji kar dûrxistin ku selcûqiyan kontrola Erran û Derbentê dabûn wî.[5][31][42] Ev yek dawî li serweriya malbatê li ser Erran anî, lê rêzek piçûktir, bi serokatiya kurê sêyem ê Ebûeswar Manûçîr, bajarê Anî wekî mîr, di destpêkê de wekî selcûqî û paşê wekî vasalê gurcan, birêve bir. Ev şaxê dawî yê şedadiyan heta dawiya xanedaniya xwe di nêz. sala 1200an de serxwebûnek ne aram parast.[5][31][43]

  1. ^ Navê temanî: Ebûeswar Şewur kurê Fedl kurê Mihemmedê Şedad
  1. ^ a b c Ter-Ghewondyan 1976, r. 119.
  2. ^ Minorsky 1977, rr. 2–4.
  3. ^ Minorsky 1977, rr. 33–34.
  4. ^ a b c Bosworth 1968, r. 34.
  5. ^ a b c d e f g h i j k Peacock 2011.
  6. ^ Minorsky 1977, rr. 5–16, 34–39.
  7. ^ Minorsky 1977, rr. 6, 16–17, 40–45.
  8. ^ Minorsky 1977, rr. 6, 17–18, 46–50.
  9. ^ a b Minorsky 1977, r. 50.
  10. ^ Minorsky 1977, r. 22.
  11. ^ Ter-Ghewondyan 1976, rr. 120–121.
  12. ^ Ter-Ghewondyan 1976, r. 120.
  13. ^ Minorsky 1977, r. 44.
  14. ^ a b Minorsky 1977, r. 51.
  15. ^ a b Ter-Ghewondyan 1976, r. 121.
  16. ^ Minorsky 1977, rr. 51–52.
  17. ^ Minorsky 1977, r. 52.
  18. ^ Ter-Ghewondyan 1976, rr. 121–122.
  19. ^ a b Ter-Ghewondyan 1976, r. 122.
  20. ^ Minorsky 1977, rr. 52–53.
  21. ^ Minorsky 1977, r. 53.
  22. ^ Ter-Ghewondyan 1976, rr. 122–123.
  23. ^ Minorsky 1977, rr. 53–54.
  24. ^ a b c d e Ter-Ghewondyan 1976, r. 123.
  25. ^ Minorsky 1977, rr. 18, 48.
  26. ^ Minorsky 1977, rr. 55, 60–61.
  27. ^ Minorsky 1977, rr. 48–49, 54–56, 59–64.
  28. ^ Minorsky 1977, rr. 18–19.
  29. ^ a b c Minorsky 1977, r. 19.
  30. ^ a b c Minorsky 1977, r. 56.
  31. ^ a b c d Bosworth 1968, r. 35.
  32. ^ Minorsky 1977, rr. 19–20, 56–58.
  33. ^ Minorsky 1977, r. 20.
  34. ^ Minorsky 1977, r. 31 (note 14).
  35. ^ "Ilham Aliyev reviewed the monumental complex Ganja Fortress Gates - the Museum of Archeology and Ethnography". Official website of the President of Azerbaijan. 21 kanûna paşîn 2014. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2015.
  36. ^ Minorsky 1977, rr. 20–21, 31–32 (notes 15–18), 58.
  37. ^ Minorsky 1977, r. 21.
  38. ^ Minorsky 1977, rr. 22, 59.
  39. ^ Minorsky 1977, rr. 22–23, 59.
  40. ^ Minorsky 1977, rr. 6, 21, 22.
  41. ^ Minorsky 1977, r. 64.
  42. ^ Minorsky 1977, rr. 64–68.
  43. ^ Minorsky 1977, rr. 79–101.