Here naverokê

Ebdûl Letîf Belûçî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Saqî
Jidayikbûn
Mirin
Hevwelatî
Pîşe
Salên çalak
1955-1986
Zarok
6

Ebdûl Letîf Belûçî, (jdb. 2ê nîsan a 1925an, Bexda, Mandaya Brîtanî ya Iraqê - m. 22ê kanûna pêşîn a 1986an, Lahore, Pakistan) bêhtir wekî Saqî tê naskirin, artîstekî pakistanî bû ku herî zêde bi fîlmên Lollywoodê hatiye naskirin. Ew di zêdetirî 500 fîlimên urdû, pencabî, sindî û peşto de lîstiye.

Jiyana berê û malbat

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Saqî di 2ê nîsan a 1925an li Bexdayê, paytexta komara Iraq a îro, ji dayik bûye. Li vir bavê wî di dema Şerê Cîhanî yê Yekem wekê leşkerê brîtanî xizmet kiriye û piştre jî demeke wekî karmendê rêhesinê xebitiye. Bavê wî ji malbatekî belûçî bû ku ji navçeya Daduyê ya başûrê Pakistanê bû. Dayikê wî jî ji malbateke kurd bû. Birayê wî Ebdûl Qerîm Belûçî wekî gerînendeyê giştî ê kanala dewletê a Pakistanê xizmet kiriye.[1]

Saqî ji bêhtir bi deh zimanan zaniye û şiyana wî ya ku bi îngilîzî bi rihetî diaxive alîkariya wî kir ku roleke piçûk di fîlmekî navneteweyî yê Bhowani Junction (1956) de ku beşek li bajarê Lahore hatiye kişandin, rol wergirtiye.[2] Yekem filmê wî yê urdû Ilteja di sala 1955an de derketiye. Ew li gel artîstê Nixat Siltana di fîlimê Lakhpati (1958) de wekê rola sereke de cih girtiye. Di sala 1959an de di fîlmê Nagin de rola marekî dilîze.[2] Fîlmekî din ê girîng ê di kariyera wî de filmê Lakhon Mein Aik bû ku di sala 1967an de hate kişandin. Ew bi piranî bi rol û karakter xerab di fîlman rol wergirtiye.[2]

Saqi di zêdeyî 500 fîlmên urdû, pencabî, sindî û peşto de rol wergirtiye.[1] Wî herwiha du fîlmên wekê Paapi (1968) û Hum Log (1970) kişandine. Wî di lîstikên televîzyonê yên mîna Deewarein, Jungle û Gardish de jî rolên girîng wergirtine.[2] Wî du stranbêjên mêr ên playback Mujeeb Aalam û Masood Rana bi fîlimên Lollywood re daye naskirin.[2] Fîlima wî ya dawîn Duşmanî di sala 1990an de, çar sal piştî mirina wî derketiye.

Jiyana taybet û mirin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji yekem zewiciya xwe Saqî bavê du qîz û du lawikan bû. Paşê ew bi artîstê navdar ê Pakistanê Yasmîn Xan re zewicî ku gelek ji bo fîlmên peşto xizmet kiriye. Saqî di 22ê çileya pêşîn a 1986an de miriye.[3]

  • Iltija (1955)
  • Raaz (1957)
  • Lakhpati (1958)
  • Sassi Punnu (1958)
  • Raaz (1959)
  • Nagin (1959)
  • Raat Kay Rahi (1960)
  • Clerk (1960)
  • Rahguzar (1960)
  • Izzat (1960)
  • Bombay Wala (1961)
  • Zamana Kya Kahega (1961)
  • Shaheed (1962)
  • Hazar Dastan (1965)
  • Aag Ka Darya (1966)
  • Lakhon Mein Aik (1967)
  • Mera Ghar Meri Jannat (1968)
  • Zarqa (1969)
  • Afsana (1970)
  • Naseeb Apna Apna (1970)
  • Mohabbat (1972)
  • Angarey (1972)
  • Farz (1973)
  • Naya Suraj (1977)
  • Seeta Maryam Margaret (1978)
  • Permit (1979)
  • Behan Bhai (1979)
  • Pakeeza (1979)
  • Chotay Nawab (1980)
  • Aap Ki Khatir (1980)
  • Muqaddar Ka Sikandar (1984)
  1. ^ a b Zafar, Abdul Hafeez (9 tebax 2014). "ساقی…پاکستانی فلمی صنعت کا بیش قیمت اثاثہ". Roznama Duniya (bi urdûyî). Ji orîjînalê di 15 tebax 2022 de hat arşîvkirin.
  2. ^ a b c d e "اداکار ساقی کی برسی خاموشی سے گزر گئی". Nawai Waqt (bi urdûyî). 23 kanûna pêşîn 2012.
  3. ^ "فلم اسٹار ساقی کو مداحوں سے بچھڑے 27 برس ہوگئے". Express News (bi urdûyî). 22 kanûna pêşîn 2014.