Letîf Reşîd
| Serokkomarê Iraqê (en) | |
|---|---|
| dp. | |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Navê rastî |
لەتیف ڕەشید |
| Bernav |
Latif Rashid |
| Hevwelatî | |
| Perwerde | |
| Pîşe | |
| Hevjîn |
Shanaz Ibrahim Ahmad (en) |
| Partiya siyasî | |
| Xelat |
Knight Grand Cross with Collar of the Order of Merit of the Italian Republic (d) () |
Ebduletîf Cemal Reşîd, berniyas bi Letîf Reşîd (jdb. 10ê tebaxa 1944an,[1] li Silêmanî) siyasetmedarekî kurd ê ji Başûrê Kurdistanê ye ku wekê serokkomarê nehem ê Komara Iraqê xizmet dike. Berê erka serokkomariyê ew di hikûmeta Nûrî Malikî de wek Wezîrê Çavkaniyên Avê xebitiye. Berî van erkan wî hem di Hikûmeta Veguhêz a Iraqê de û hem jî di Hikûmeta Demkî ya Iraqê de di heman pozîsyonê de xizmet kiriye. Reşîd demek wekê berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Keyaniya Yekbûyî kar kiriye. Mihan çarem serokê neereb ê Iraqê ye ku piştî Berhem Salih hatiye hilbijartin.
Ji îlona 2003 heya kanûna 2010an, ew wekî Wezîrê Çavkaniyên Avê ku berpirsiyarê rêzek erkan bû ku di nav wan de avdanî, dabînkirina avê ya bajar û pîşesaziyê, hîdroenerjî, kontrolkirina lehiyê û pêdiviyên jîngehê ku di nav de sererastkirina zozanan hebû.
Jiyana berê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ebduletîf Reşîd dibistana navîn li Wêlsê xwendiye[2] û xwendina xwe yê zanîngehê li Zanîngeha Liverpoolê beşa endezyariya sivîl xwendiye. Di heman demê de doktoraya xwe jî ji Zanîngeha Manchesterê wergirtiye.[2] Di sala 1992an de ew wekî cîgirê serokê Kongreya Neteweyî ya Iraqê û di sala 1998an de ji bo serokatiya partiyê ya şeş endamî hatiye hilbijartin.[2]
Kariyera wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kariyera akademîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Reşîd beşdarî gelek bername û rêxistinên têkildarî pêşkevtinên endezyarî û çandiniyê bûye. Berê wî wekê Rêvebirê Projeyê yê Payebilind a ji bo Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFAO) li Yemen û Erebistana Siûdî xebitîye.[3] Ji sala 1986an vir ve wekê endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Iraqê (INC) û Nûnerê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ya li Keyaniya Yekbûyî û berdevkê Eniya Kurdistanê ye.[2]
Reşîd endezyarekî pejirandî û endamê Saziya Endezyariya Sivîl,[3] Komîsyona Navneteweyî ya Avdanî û Kanalîzasyonê (ICID) ye.[2] Ew şêwirmendê serbixwe ji bo projeyên avdanî û kanalîzasyonê bûye û bi Rêveberiya Endezyariya Avê re xebitiye.[3]
Reşîd di sala 1992an de wekê cîgirê serok û Endamê Rêveber ê Kongreya Neteweyî ya Iraqê (INC) hatiye hilbijartin[2] û di sala 1998an de ji bo serokatiya şeş endamî ya INCê hatiye hilbijartin.[2]
Kariyera siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ebduletîf Reşîd ji xeynî jêhatîbûn û karên teknîkî, bi awayekî çalak beşdarî siyaseta kurd û Iraqê bûye. Di sala 1986an de bûye berdevkê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê ya li Keyaniya Yekbûyî.[3] Di dema rejîma Sedam Huseyn de li ser navê partiyên siyasî yên kurd û komên opozîsyona Iraqê beşdarî gelek konferans û civînên fermî bûye. Herwiha di civînên fermî yên bi sazî û hikûmetên navneteweyî yên cûrbecûr re li gel Sedam Huseyn nûnertiya siyaseta kurd û komên opozîsyona Iraqê kiriye. Di sala 2003an de ew bûye Wezîrê Çavkaniyên Avê ku wî erkê heta sala 2010an berdewam kiriye.[4]
Serokkomarî (2022-)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 13ê cotmeha sala 2022an de Reşîd wekê serokkomarê 9em a Iraqê piştî yek ji serokkomarê piştî hilweşîna rejîma Sedam Huseyn e, hatiye hilbijartin. Reşîd piştî dengdana du-gerî ya li Parlamenta Iraqê piştî Berhem Salih wek serokkomar hatiye hilbijartin û "li hemberî Berhem Salih bi 162 dengan" hatiye hilbijartin.[5] Reşîd "di cih de" siyasetmedar Mihemed Şîa el-Sûdanî wek serokwezîr tayîn kir. Bi vê tayînkirinê, rewşa bêçalak a salekê bi dawî bû.
Di çileya sala 2025an de serokkomar Reşîd doz li Serokwezîr Mihemed Şîa el-Sûdanî û Wezîrê Darayî Taîf Samî vekir û daxwaza biryara dadgehê kir ku mûçeyên karmendên sivîl ên Herêma Kurdistanê bênavber û di wextê xwe de ji bo Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) bê şandin.[6]
Siyaseta derveyî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Reşîd heya ku Tirkiye serweriya Iraqê binpê bike li dijî normalkirina têkiliyên dîplomatîk e.[7] Di 8ê nîsana 2023an de, Reşîd bombebarana Tirkiyeyê ya li ser herêmek nêzîkî balafirgeha Silêmaniyê di nav herêma xweser a kurdan de şermezar kir.[8]
Di 27ê sibata 2023an de Reşîd got ku dagirkirina Iraqê ya di bin desthilatdariya Sedam Huseynê de ji aliyê Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê ve di 2003an de ji ber "hovîtiya" rejîmê "pêwîst" bû. Wî îdia kiriye ku "piştî bîst salan," niha "aştî û ewlehî li seranserê welêt heye." Lêbelê projeyên giştî yên ku demek dirêj li bendê bûn, nemaze di sektora veguhastinê de, nehatine pêkanîn, ku kêmasiyek wî bi gendeliya domdar ve girêda.[9][10] Serokkomarê Iraqê baweriya xwe anî ziman ku "baştirkirina têkiliyan bi cîranan re, di nav de Îran, Sûriye, Kuweyt, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Urdun heye, çavkaniyeke hêzê ye ji bo Iraqê."[9]
Jiyana taybet
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Reşîd bi Şanaz Îbrahîm Ehmed re ku siyasetmedar û nivîskareke kurd e, zewicî ye û bavê sê zarokan e.[2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Curriculum Vitae | Dr. Latif Rashid". latifrashid.iq. Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
- ^ a b c d e f g h "Abdul Latif Rashid biography. 9th President of Iraq from October 17, 2022". biographs.org. Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
- ^ a b c d "Meet President Latif Rashid, Iraq's new president". Kurdsat news (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.[girêdan daimî miriye]
- ^ "Iraq's new president Latif Rashid, veteran Kurdish politician". RFI (bi îngilîzî). 13 çiriya pêşîn 2022. Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
- ^ "Iraqi parliament elects Abdul Latif Rashid as new president" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
- ^ "Iraqi president sues premiership over delayed Kurdistan Region salaries". The New Region (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
- ^ "Normalization with Türkiye not possible amid border violations, says Iraq's president". bianet.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
- ^ "Iraqi president condemns Turkish bombardment of autonomous Kurdish region". France 24 (bi îngilîzî). 8 nîsan 2023. Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
- ^ a b "Iraqi president says country now peaceful, life is returning". AP NEWS (bi îngilîzî). 27 sibat 2023. Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
- ^ "Iraqi president says country now peaceful, life is returning". Yahoo News (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 hezîran 2025.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Letîf Reşîd de hene