Ebdulkerîm Surûş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ebdilkerîm Surûş hat beralîkirin)
Evdilkerîmê Surûş

Ebdulkerîmê Surûş (bi Farisî عبدالكريم سروش, bi Inglîzî ‘‘Abdolkarim Soroush‘‘), yek ji navdartirîn hizirvan, feylesûf û Mewlana-niyasên nûdemên Îranî ye.

Jînenîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ebdulkerîm li sala 1945‘ê li Tehranê hat dinyayê. Dawîtirîn qonaxên xwîndina dibistanê li Debîristana Elewî li Tehran qedandin. Li zanîngehê dermanzanist xwînd.

Paştir ji bo dûmandina xwîndina xwe çû Brîtanyayê û li diktora ya xwe li kîmyaya şirovekarî (analytical chemistry) li Londonê wergirt. Piştra ji bo heyama pênc sal û nîvan li zankoma Çêlsî (Chelsea College) felsefeya zanistî xwînd. Li wan salên ko ew li Brîtanyayê, germegerma Şoreşa Îslamî ya Îranê dijberî rijêma Şayê Îranê bû. Ew jî têkhilî wan bizavên siyasî yên xurtên Îranî li drveyî welatî bû.

Hema piştî serkevtina Şoreşê vegeriya Îranê û li Bingehê Fêrkirina Dersdêran li Tehranê wekî dersdêr damezriya. Wî kitêba xwe ya pêşîn ko li Britanyayê nivîsîbû bi navê ‘‘Zanist û Biha‘‘ (Danêş ve Erzêş) li Tehranê çapkir.

Piştî hatine serdesthilatê ya Komara Îslamî ya Îranê bo heyama 2 salan hemî zanîngehên Îranê hatin daêxistin. Destekeka heft kesî bi firmana Ayetullah Xomeynî hat destnîşankirin ko berpirsyarî ya wê rêxweşkirin ji bo jinûvevekirina zanîngehan bû. Evdilkerîm yek bû ji wan kesan. Paşî ji ber hindek lihevnegirtinan wî jikarvekêşana xwe ji wê destekê ko bi navê Civata Bilind ya Şoreşa Ferhengî dazanîn û ji wê demê heta evro çi karekê dewletî qebûlnekirîye.

Piştî ko li kovareka navdara Îranî bi navê Keyhanê Ferhengî gotarek bo navê ‘‘Bertesikkirin û Berfirehkirina Bîrdoziyane ya Şerîetî‘‘ () ew kovar hat daêxistin. Dr. Evdilkerîmî û hindek hevalên wî ko li wê kovarê kar dikir kovareka dî bi navê ‘‘Kiyan‘‘ê belavkir. Ew kovar li salên destpêkê li piştî Şerê Îran û Îraqê yek ji bandordartirîn kovarên hizrî yên Îranê bû. Rêjîmê kovar daêxist. Piştî hingî givaşa hukmetê li ser wî hergav zêde dibûn. Çend caran gotarên wî û dersên wî li zanîngehên Îranê bi awayekê nebajêrwarane ji layê tundrêyên Îslamî ve hatine şêwandin. Wî êdî cane xwe jî di bin gefeyê da didît. Ji sala 2000‘ê were kêmtir li Îranê dimînit û piraniya deman li derveyî welatî ye.

Ew dersdêrê Zanîngeha Harvard, Zanîngeha Yêyl û Wissenschaftkolleg li Berlînê ye.

Felsefeya Surûşî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hizra bingehîna Evdilkerîmî ew e ya di kitêba wî ya navdar, ‘‘Bertesikkirin û Berfirehkirina Bîrdoziyane ya Şerîetî‘‘ da hatîye. Ew dibêjit ko dîn wekî tiştekî esmanî û Xudêyî tiştekê pîroz û negihor e. Lê ew tiştê ko ew bi navê ‘‘şerîet‘‘î binavdikit, têgehiştina me mirovan ji wî dînî ye. Zanîna Dînî anko şerîet wekî her zanîneka dî ya mirovî li ber tirsa şaşiyên me mirovan e. Dînê esmanî kirasê erdî liber xwe dikit. Kin dibit, dirêj dinit û şaşî tê dikevin û ew şaşî bi aqilê tevane yê mirovan dihên rastvekirin.

Ew bawer e ko çi mirovekî hemî zanîn li nik nine û rastî berhemê xebata tevaneya hemî zanînweran e. Demokrasî wekî biyava vê pardarî ya tevane ji bo vedîtina rastiyan yek ji bingehên parastina her dînekî ye. Hizriîna çi kitekesekî an komekê an rêbazeka dînî an siyasî nikarit bibit tefsîra yekane ya dînî. Lewma ew dijberî tefsîra firmî radiwestit. Ew dibêjit ko Aydîyolocî tiştekê gelek bertesiktir ji dînî ye û Aydîyolociyan komek an desthilatek (wekî Partiya Komyonîst) heye ko tefsîreka fermî ji wê aydîyolociyê didit. Lê dîn ji wê gelek berfirhtir e. Ev bawerî ya wî bi berfirehî di kitêbekê da (Qelewtir ji Aydîyolocîyê) hatîye behskirin.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kitêb[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zanist û Biha,
  • Zanist çi ye? Felsefe çi ye?
  • Lihevnegirtina Dîyalektîkî
  • Hinava Ne-Arama Cîhanê
  • Teferruca Sun‘î
  • Çîroka Xudanên Zanînê
  • Hedîsa Dilberî û Dildanê
  • Rewşenhizrî, Nihênîzanî û Dîndarî
  • Vehewandina yê Beranber û Rêvebirin
  • Qelewtir ji Aydîyolocîyê
  • Sîratên Misteqîm
  • Berfirehkirina Tecrîbeya Pêxemberî
  • Siyasetname
  • Exlaqê Xudêyan
  • Felsefeya Zanistên Civakî

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]