Ebdulkerîm Qasîm
| Serokwezîrê Iraqê (en) | |
|---|---|
| - | |
Ahmad Mukhtar Baban (en) Ahmed Hassan al-Bakr (en) |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Navê rastî |
عبد الكريم قاسم |
| Navê jidayikbûnê |
عبد الكريم قاسم مُحمَّد بكر عُثمان الزبيدي |
| Hevwelatî | |
| Sernavê rûmetî |
The Unique Leader (d) |
| Sernavê esilzade |
The Unique Leader (d) |
| Pîşe |
Leşker, mamoste, siyasetmedar |
| Partiya siyasî |
Siyasetmedarê serbixwe (en) |
| Endamê |
Homeland Officers' Organization (en) |
| Artêş |
Artêşa Iraqê (en) |
| Payeya leşkerî |
Lieutenant general (en) |
| Şerên tevlêbûyî |
1941 Iraqi coup d'état (en) 1948 Arab–Israeli War (en) Şoreşa 14ê Tîrmehê |
Ebdulkerîm Qasîm[a] (jdb. 21ê mijdara 1914an - m. 9ê sibata 1963an) fermandar û siyasetmedarekî iraqî bû ku di navbera salên 1958an heta 1963an wekî serokwezîr û serokê de facto yê Iraqê xizmet kiribû.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Jiyana berê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ebdulkerîm Qasîm di 21ê mijdara 1914an de li Bexdayê di malbatekî kurd de jidayik bû ye.[1][2] Bavê wî misilmanekî sunî bû ku hinek piştî jidayik bûna Ebdulkerîm, wekî leşkerek ji bo artêşa osmanî xizmet kiribû û dimire.[1] Dayika wî şiî bû ku ji êla feylî bû.[3] Dema ku Ebdulkerîm şeş salî dibe, ew û dayika wî ji bo demeke kurt bajarê Suweyre bar dikin, lê paşê dîsa vedigerina Bexdayê.[2]
Qasîm xizmê Mihemed Cawad bû ku di salên 1930ê de di bin sîwana siyasî ya Bekir Sidqî de fermandarê giştî yê hêzên hewayî bû.[1]
Pêşveçûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Qasîm xwendekarekî pir baş bû û di sala 1932an de ew dikeve akademiya leşkerî li Bexdayê. Du sala paşê ew perwedehiya xwe temam kirî û dibe lîtnant. Qasîm di şerê Filîstinê di navbera salên 1948an heta 1949an de di tevgerekî ji Iraqê xizmet kirîbû.
Di sala 1951an de, wî dewreyeke perwedahiya fermandaran li Devizes, Îngiltere temam kiriye û ew digehê pileya general. Di Şoreşa 14ê Tîrmeha sala 1958an de, ew “Fermandarên Azad” bû ye ku key Feysal II ji desthildariyê bi derbeyeke avêtin û dawiya monarşiya Iraqê anîn. Key, piraniya malbata wî û endamên hikûmeta wî bi eşkere hatin kuştin. Sedema hilweşandina monarşiyê polîtîkayên wê yên yekalî yên pro-rojavayî û dijî-ereb dibûn ku di nav tiştên din de di Peymana Bexdayê bi hêza dagirker a berê, Brîtanyaya Mezin (1955), û di damezrandina “Federasyona Erebî” bi Keyaniya Urdunê re (adara 1958an) hatin derbirîn. Wekî din, hikûmetê niyeta wê hebû ku artêşê xwe bişîne Urdunê da ku xwepêşandanên dijî-monarşîst tepeser bike ku ev yek bû sedema serhildanê. Di demek kurt de piştî şoreşê, fermandaran li Mûsil û Kerkûk li dijî desthildariya Qasîm serhildan kirin. Her du serhildan jî bi alîkariya komunîstên iraqî û kurdan hatin tepeserkirin.
Piştî hilbijartina wî wek serokwezîrê Komara Iraqê ya nû damezrandî, Qasîm van tedbîrên ne populer guherand: yekîtiya bi Urdunê re di sala 1958an de hate hilweşandin, û di sala 1959an de Iraq ji Peymana Bexdayê vekişiya. Wekî din, Iraqê têkiliyên nêzîk bi Komara Yekîtiya Ereb re danî. Wî bi Partiya Komunîst a Iraqê re ji nêz ve xebitî. Wî rêberê kurd Mistefa Barzanî ji sirgûnê vegerand da ku eşîrên kurd li dijî serokên eşîrên alîgirê monarşîst û alîgirên bees qezenc bike. Qasîm encumaneke şoreşger ava kirîbû ku ji erebê sunî Mihemed Necip el-Rubeyi, erebê şiî Mihemed Mehdî Kube, û kurdê sunî Halîd Neqşbendî pêk dihat.
Lêbelê, wî red kir ku teslîmî sendîkaya Cemal Ebdul Nasir bibe ku ev yek dîsa bû sedema xirabûna têkiliyan û dijberiya nasirîst di hundurê welêt de. Di 14ê îlona 1960an de, OPEC li Bexdayê hate damezrandin, û sala din hikûmetê destûrnameya Şîrketa Petrolê a Iraqê ya Brîtanî betal kiriye. Dagirkeriya Kuweytê ya plankirî ji aliyê brîtaniyan û Hêza Ewlehiyê ya Nav-Erebî ve hatiye asteng kirin. Li hundir, hikûmetê partîyên siyasî û sendîkayên karker qanûnî kirin û dest bi pêşxistina binesaziya welêt kirin.
Ji bilî populerbûna xwe, Qasîm gelek dijminên siyasî jî peyda kiriye û bû hedefa çend hewldanên suîqestê. Êrîşa yekem di sala 1959an de ji aliyê endamên Partiya Beesê ve, di nav de dîktatorê pêşerojê Sedam Huseyn jî ku daxwaza helwesteke pan-ereb a bihêztir dikirin, hate kirin.
Têkçûn û kuştina wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Piştî çewisandina alîgirên beesê, hewldanek din a derbeyê bi ser ket û partiya Beesê di 8ê sibata 1963an de hikûmet girtiye destê xwe. Di 9ê sibatê de, Qasîm piştî darizandinek kurt hatiye îdamkirin. Nivîskar Con Coughlin îdîa dike ku îstîxbarata brîtanî û CIA bi tevahî ji derbeyê agahdar bûn û erêkirina wê kirin.[4]
Wêneyên laşê Qasîm paşê li ser televîzyona Iraqê hatin nîşandan.
Di tîrmeha 2004an de, tîmek ji Radyoya Diylah bermahiyên laşê Qasîm li Bexdayê keşif kirin.[5]
Nîşe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c Iraq - a country study Federal Research Division, Library of Congress
- ^ a b "من ماهيات سيرة الزعيم عبد الكريم قاسم" (bi erebî). Am Mad as Supplements. 29 çiriya pêşîn 2014. Ji orîjînalê di 3 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 gulan 2017.
- ^ "Modern Iraqi History and the Day After: Part 2, March 7, 2003". 16 gulan 2013. Ji orîjînalê di 16 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 îlon 2024.
- ^ Coughlin, Con (2005). Saddam: his rise and fall (Çapa 1st Harper Perennial ed., fully updated and rev). New York, NY: Harper Perennial. r. 39. ISBN 978-0-06-050543-1.
- ^ "Iraqis Recall Golden Age". www.iwpr.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 adar 2026.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Ebdulkerîm Qasîm de hene