Abdullah Öcalan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ebdulla Ocalan hat beralîkirin)
Abdullah Öcalan
Jidayikbûn
Abdullah Öcalan

4ê nîsana 1949an (74 salî)
EsilKurd
BernavApo
HevwelatîTirkiye
Perwerde
Pîşe
Salên çalak1970-1999
Tevger Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)
HevjînKesire Yıldırım (24ê gulanê 1978)
Dê û bav
  • Ömer Öcalan (bav)
  • Öveyş Öcalan (dê)
XizmDîlek Öcalan (xwerzî) Ömer Öcalan (xwerzî)
MalbatMehmet Öcalan (bira)
Osman Öcalan (bira)
MalperMalpera fermî
biguhêreBelge

Abdullah Öcalan, an jî bi tenê Ocalan[1], (bi kurdî: /ɑːbdullɑːh ɑːlɑːn/) (jdb. 4ê nîsana 1949an li gundê Emeran, Xelfetî, Riha) îdeolog, siyasetmedar û damezrînerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) ye. Ocalan di 15ê sibata 1999an de ji aliyê sîxurên DYAyê[çavkanî hewce ye] bi komployek[çavkanî hewce ye] hate revandin û di 16ê sibata sala 1999an de radestî dewleta Tirk hate kirin. Abdullah Ocalan niha wekê girtiyek siyasî ji sala 1999an ve li girava Îmraliyê girtî ye.[2]

Ocalan ji sala 1979 heta 1998an xebatên xwe yê siyasî li Sûriyê dimeşand û li wir dijiya.[3] Ocalan piştî ku neçar ma ji Sûriyê derkeve, di sala 1999an de li Nayrobîyê ji aliyê dezgeha Saziya Sîxuriyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MİT) ve bi alîkariya sixûrên DYAyê ve hate revandin û wî anîne Tirkiyeyê.[4]

Abdullah Öcalan li girtîgeha Girava Îmraliyê bi caran hewlên çareserkirina Pirsgirêka Kurdî pêk aniye û ji 1993an vir ve li ser daxwaza wî bi caran ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdî li Bakurê Kurdistanê, Partiya Karkerên Kurdistanê agirbest ragihandiye.[5]

Li gel hewlên çareserkirina Pirsgirêka Kurdî li Girava Îmraliyê heta niha 21 pirtûk ji aliyê Abdullah Öcalan ve hatiye nivîsandin.

Jînenîgarî

Ciwanî û salên xwendekariyê

Abdullah Öcalan, di 1949an de li gundê Amara yê bi ser navçeya Xelfetiyê ya girêdayî Rihayê ji dayik bûye.[6] Dibistana seretayî li Cîbînê xwendiye. Di sala 1966an de li Enqereyê li lîseya pîşeyî (bi tirkî: Ankara Tapu-Kadastro Meslek Lisesi) dest bi xwendina xwe ya lîseyê dike. Di salên xwendekariya lîseyê de beşdarî civînên antî-komunîstan dibe û di heman demê de beşdarî derdorên ku di siyaseta çepgir de çalak in ku pêşdebirina mafên kurdan dixwazin dibe.[7] Abdullah Ocalan piştî ku di sala 1969an de ji lîseyê bawernameya xwe werdigire, li Amedê wekê karmendê qeydkirina erdê dest bi kar dike.[7] Di vê dema karmendiyê de fikirên wî yên siyasî derdive holê.[7] Piştî salekê koçê bajarê Stenbolê dibe û li wir beşdarî Civîngehên Çandî yên Şoreşgerê Rojhilat dibe. Piştre diçe Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê û li vir jî piştî sala yekem ji bo xwendina zanistên siyasî derbasî Zanîngeha Enqereyê dibe. Vegera wî ya Enqereyê ji bo parçekirina Federasyona Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyeyê (Dev-Genç) ji aliyê dewletê ve hate hêsankirin. Paşê serokkomarê wî demê Süleyman Demirel ji vê biryarê poşman bû, ji ber ku ew pêşbînî dike ku PKK ji Dev-Gençê zêdetir ji sîstema dewletê re dibe xetere.[8]

Ji ber ku di Abdullah Öcalan di 7ê nîsana 1972an de beşdarî mîtînga li dijî qetilkirina Mahîr Çayan dibe tê girtin, xwendina wî ya zanîngehê ya Zanîngeha Enqereyê xilas nabe.[9][10] Bi hinceta belavkirina kovara siyasî ya çepgir Şafak ku ji aliyê Dogu Perînçek ve dihate weşandin hat sûcdarkirin û 7 mehan li girtîgeha Mamakê girtî dimîne.[11] Di mijdara sala 1973an de Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê (bi tirkî: Ankara Demokratik Yüksek Öğrenim Demeği, ADYÖD) hat damezrandin û piştî demeke kurt Abdullah Ocalan wekî endamê rêveberiya komeleyê hate hilbijartin.[12] Di kanûna sala 1974an de komeleya ADYÖD hate girtin. Di sala 1975an de bi Mazlum Dogan û Mehmet Hayri Durmuş re pirtûkek siyasî ya ku tê de armancên sereke yên Şoreşa Kurdistanê vedibêje weşandin.[13] Di hevdîtinên li Enqereyê yên di navbera salên 1974-1975an de Ocalan û hevalên wî yên din gihîştin wê qenaetê ku Kurdistan bûye kolonî û divê amadekariyên şoreşê bên kirin.[14] Komê biryar da ku li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê belav bibin ku bingehek ji alîgirên şoreşa çekdarî ava bikin.[14] Di destpêkê de tenê çend alîgirên vî fikirê hebûn lê piştî gera Ocalan di sala 1977an de li bajarên wekê Agirî, Êlih, Amed, Çewlik, Qers û Rihayê pêk hat, kom gihişte 300 kesên alîgir û nêzîkî sîh şervanên çekdarên organîzekirî ya komê çêbû.[14]

Destpêka jiyana wî ya siyasî

Di wan salan de Stembol di bin tesîra bayê 1968an de bû. Ocalan jî kete bin tesîra vî bayî û Marksîzm - Lenînîzm nas kir. Ew sal wekê salên werçerxa jiyana wî ne û herwiha ew Sosyalîzm, yeksanî û azadî pir nêzîkî xeyalên xwe yên zarokatiyê dîtin[çavkanî hewce ye]. Ocalan biryar dabû ku Sosyalîzm û pirsgirêka Kurd li hev biguncîne[çavkanî hewce ye]. Bi vê armancê biryar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeydiya xwe li Fakulteya Îlmên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê çêkir. Li vê derê xwe di nav atmosfereke tund a guftûgoyan de dît û şeklek da ramanên xwe. Di 30yê adara 1972an de pêşengên şoreşê Mahir Çayan û hevalên wî li Qizildereyê hatin kuştin û vê bûyerê şopên kûr di jiyan û ramanên wî de de hiştin. Di 7ê nîsanê de di çalakiya şermezarkirina bûyera komkujiyê de hat binçavkirin û wî şandin Girtîgeha Mamakê. 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvajoyê de xwe gihand fikira avakirina rêxistinekê û ji bo vê yekê gav avêt nav pêvajoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Piştî 1972an Pirsgirêka Kurdî bi gelek derûdoran re guftûgo dike û di heman demê de Komeleya Perwerdehiya Bilind a Demokratîk a Enqereyê ava dike. Di heman demê de ew xebatên xwe yên îdeolojîk yên ku di nava komekê de dimeşîne, digihîne merhaleya dawî. Koma di bin pêşengiya Ocalan de di dawiya sala 1975an de civînekê li dar dixe û biryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimeşîne.

Avabûna PKKê

Di sala 1978an de, di nava nakokiyên rastgir û çepgiran de ku bi derbeya dewleta tirk a sala 1980an bi dawî bû, Öcalan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) damezirand.[15] Di 27ê çiriya paşîn a 1978an de Ocalan û hevalên xwe li Diyarbekirê li gundê Fîsê ya Licê li hev kom dibin û biryara avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) didin. Xebatên rêxistinê yên Ocalan û partiya wî PKK yên li Kurdistanê di demeke kin de bala Dewleta tirk dikişîne. Li ser vê şêweya nû ya Ocalan a li hemberî Tirkiyeyê ji bo pirsgirêka kurd zextên xwe zêde dike. Dewletê bi awayekî eşkere li hemberî koma Ocalan şer dide destpêkirin û ji ber vê yekê Ocalan di sala 1979an derdikeve derve û diçe Libnanê.

PKKê bi damezrandina xwe ve giranî da ser perwerdeya îdeolojîk.[16] Marksîzm-Lenînîzm, dîrok û milkê Kurdistanê di nava PKKê de xwedî roleke navendî bû.[16] Ocalan li ser girîngiya îdeolojiyê heta radeya ku bê îdeolojiyê şermezar kir û îdeolojî bi dînê re ku li gorî wî şûna îdeolojiyê girtiye, wekhev kir.[16] "Eger hûn têkiliya xwe û îdeolojiyê bişkînin hûn ê bibin cinawir." Bi piştgiriya Hikûmeta Sûriyê, Ocalan du kampên rahênanê ji bo PKKê li Libnanê ava kir ku tê de gerîllayên kurd perwerdeya siyasî û leşkerî bibînin.[17]

PKKê li Libnanê di 1982an de kongreya xwe ya duyem pêk anî û biryara vegera nava axa welêt girt. Milîtanên PKKê di bin pêşengiya Öcalan de perwerdehiya xwe ya îdeolojîk û leşkerî qedandibûn. Di sala 1984an de PKKê li Bakurê Kurdistanê li hemberî dewleta tirk dest bi şerê çekdarî ya li dijî hêzên Dewleta Tirk kirin.[18]

Ocalan hewl daye ku tevgerên azadîxwaz ên kurd ên PKKê û tevgera li dijî Seddam Husên li Iraqê bike yek. Di biryarên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, li hev kirine ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikare bi serbestî li Başûrê Kurdistanê tev bigere.

Girtina wî

Di encama şerê çekdarî de li ser daxwazên ku ji Tirkiyeyê tên, ji 1993an û şûn ve PKKê 3 caran agirbestê ragihand. Ev gavên ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd hatin avêtin, rastî pênûs û astengiyên derûdorên rentxwir hatibûn[çavkanî hewce ye]. Di 9ê çiriya pêşîn a 1998an de di encama komployeke ku bi hevkariya hêzên navneteweyî hat amadekirin, Ocalan neçar ma ku ji Suriyê derkeve. 9ê çiriya pêşînê de Ocalan dema dest bi rêwîtiya ber bi Ewrûpayê ve kir wiha dibêje: Ez ji niha û şûn ve dixwazim rola xwe di kanala siyasî de bilîzim. Ocalan dema li Îtalyayê bû gelek caran bangên ji bo aştiyê kirin lê belê ji Yekîtiya Ewropayê hêviya ku dikir bidest nexist. Ocalan di 2ê sibata 1999an de bi zordayîna Yewnanîstanê heta Kenyayê diçe. Di 15ê sibata heman salê de jî li paytextê Kenya Nayrobiyê li pêşiya avahiya sefaretxaneya Yûnanîstanê ber bi Tirkiyê ve tê revandin. Serokê giştî yê PKKê Abdullah Öcalan li girava Îmralî ya li nav deryaya Marmarayê bi tena serê xwe di girtîgehê de hat bicîhkirin. Ocalan li Îmraliyê bi parêznameya xwe ya pêşî de daxwaz kir ku Pirsgirêka Kurd li ser bingeha aştiyê were çareserkirin.

Parastina Gelekî

Serlêdana namzetiya Xelata Aştiyê ya Nobelê

Serlêdana Xelata Nobelê ya Aşitiyê ya 2014an ji aliyê Parlamenterê parlamena Başûrê Kurdistanê ya Tevgera Goran, Heval Kwêstanî ve li Norwêcê serlêdan namzetiya Xelata Aştiyê ya Nobelê li enstîtuya Xelata Aştiyê ya Nobelê re hat lêdan.

Serdema serlêdana xelatê ji bo ku Abdullah Öcalan li ser bingeha peyama Newroza sala 2013an de û kovara Time Abdullah Ocalan wekî yek ji 100 mirovên herî bibandor li cîhanê nîşan da.[19]

Xelata Aşitiyê ya Nobelê her sal ji li ser vîna Alfred Nobel, ji aliyê Komîteya Nobelê ya ve li bajar Osloyê tê dayîn. Xelat, ji kesên an jî rêxistinên ku herî zêde hewl didin ku kongreyên aştiyê û biratiya netewe û gelan, kêmkirina çek û artêşan saz bikin, ji aliyê Komîteya Xelata Aştiyê ya Nobelê ve tê dayîn.[20]

Tecrîda li ser wî

Heta niha gelek caran, bi awayekî bêqanûnî ji aliyê dewleta tirk ve tecrîd li ser Ocalan hatiye kirin. Bi van astengiyan hevdîtinên Ocalan û parêzerên wî û malbata wî hatiye astengkirin. Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li parlamena tirk gelek caran di derbarê tecrîdê û rewşa Ocalan de pirs li Wezareta Dadê ya Dewleta Tirk pirsî.[21]

Ji bo Ocalan bangawaziya (CPT)

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo Ocalan bangawaziya Komîsyona Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT)yê kir[21]

Partiya Demokratîk ya (HDP) di bangawaziya xwe de deng li saziyên mafên mirovan ya Ewrûpayê û li CPTyê kir ku derbarê rewşa tenduristiya Ocalan û rewşa wî rojek zûtir dest bi hevdîtinan bike.[21]

Bangewaziya xelatgirên Nobelê

Ji 50 xelatgirên Nobelê jibo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bang li ser saziyên navnetewî kirin.[22]

50 xwedan xelatên Nobelê nameyek hevbeş ji saziyên navneteweyî re şandine da ku qedexeya dîtinên li dijî Rêberê PKKê Abdullah Öcalan bi dawî bikin. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1980an Adolfo Pérez nameya bi navê Esquivel ji aliyê 50 xwediyên Xelata Nobelê ve bi biryarek hevbeş hatiye îmzekirin.

Name ji hêla Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpayê Thorbjørn Jagland, Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropî ya Polîtîkaya Derve Federica Mogherini, Seroka niha ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropa (OSCE) Miroslav Lajčák, û Sekreterê Birêvebir ê Komîteya Pêşîgirtina ortşkenceyê (CPT) ve hatiye nivîsandin.

Nameya bi navê Esquivel di nameyê de bangên hevpar ên 50 xwedanxelatan destnîşan kir. Encûmena Ewropî, EU, OSCE û CPT ji înkara Tirkiyê ya mafên mirovan ên gewre ji wan xwest ku hemî tedbîrên guncan bigirin da ku dawî lê were.

Pirtûkên Ocalan ên bi kurdî

Çavkanî

  1. https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2503202110-amp
  2. "Rebel Kurdish leader's treatment criticised by Welsh Assembly". BBC News (bi British English). 20 adar 2019. Roja wergirtinê: 6 adar 2023.
  3. "Salên Abdullah Ocalan li Suriyê". www.rudaw.net. Roja wergirtinê: 6 adar 2023.
  4. Weiner, Tim (20 sibat 1999). "U.S. Helped Turkey Find and Capture Kurd Rebel". The New York Times (bi American English). Roja wergirtinê: 6 adar 2023.
  5. Özcan, Ali Kemal (2006). Turkey's Kurds : a theoretical analysis of the PKK and Abdullah Öcalan. London: Routledge. ISBN 0-203-01959-8. OCLC 62456367.
  6. "Jînenîgari ya Abdullah Ocalan Kurdistan - PKK Official Site". web.archive.org. 24 îlon 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 24 îlon 2015. Roja wergirtinê: 6 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  7. a b c Brauns, Nikolaus; Kiechle, Brigitte (2010). PKK - Perspektiven des kurdischen Freiheitskampfes: zwischen Selbstbestimmung, EU und Islam (bi elmanî). Schmetterling Verlag. ISBN 978-3-89657-564-7.
  8. "Çûyîna Abdullah Ocalan li Enqereyê". web.archive.org. 9 tebax 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 9 tebax 2008. Roja wergirtinê: 6 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  9. "Ocalan Used Charisma, Guns, Bombs". AP NEWS (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 6 adar 2023.
  10. Brauns, Nikolaus; Kiechle, Brigitte (2010). PKK - Perspektiven des kurdischen Freiheitskampfes: zwischen Selbstbestimmung, EU und Islam (bi elmanî). Schmetterling Verlag. ISBN 978-3-89657-564-7.
  11. "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 15 çiriya paşîn 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 15 çiriya paşîn 2019. Roja wergirtinê: 6 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  12. "The Kurdistan Workers Party and a New Left in Turkey: Analysis of the revolutionary movement in Turkey through the PKK's memorial text on Haki Karer". web.archive.org. 16 sibat 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 16 sibat 2020. Roja wergirtinê: 6 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  13. Stein, Gottfried (1994). Endkampf um Kurdistan? : die PKK, die Türkei und Deutschland. München: Aktuell. ISBN 3-87959-510-0. OCLC 31480644.
  14. a b c Yilmaz, Özcan. La formation de la nation kurde en Turquie. Miroslav,. Hroch. Paris: Presses universitaires de France. ISBN 978-2-940503-17-9. OCLC 863119682.
  15. "CNN - Kurdish leader Ocalan apologizes during trial- May 31, 1999". web.archive.org. 9 kanûna pêşîn 2001. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 9 kanûna pêşîn 2001. Roja wergirtinê: 12 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  16. a b c Kemal., Özcan, Ali (2006). Turkey's Kurds in perspective : a theoretical analysis of Abdullah Öcalan and the PKK. Routledge. ISBN 0-415-36687-9. OCLC 217856301.
  17. Stein, Gottfried (1994). Endkampf um Kurdistan? : die PKK, die Türkei und Deutschland. München: Aktuell. ISBN 3-87959-510-0. OCLC 31480644.
  18. "Letter to Italian Prime Minister Massimo D'Alema". Human Rights Watch (bi îngilîzî). 20 çiriya paşîn 1998. Roja wergirtinê: 12 adar 2023.
  19. Gazetesi, Evrensel. "Time'a göre Öcalan dünyanın en etkili 100 ismi arasında". Evrensel.net (bi tirkî). Roja wergirtinê: 18 çiriya pêşîn 2020.
  20. "Öcalan'ın Nobel Adaylığı Kabul Edildi". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. Roja wergirtinê: 18 çiriya pêşîn 2020.
  21. a b c Duvar, Gazete (23 îlon 2018). "HDP'den bakanlığa Öcalan'a tecrit sorusu". https://www.gazeteduvar.com.tr/politika/2018/09/23/hdpden-bakanliga-ocalana-tecrit-sorusu (bi tirkî). Roja wergirtinê: 21 çiriya pêşîn 2020. {{cite web}}: External link in |website= (alîkarî)
  22. "Jêderka nûçeyê bi zimanê tirkî".[Girêdan daimî miriye]

Girêdanên derve

Pirtûkên Abdullah Ocalan

Girêdanên din