Ebdulselam Erîf
| Serokkomarê Iraqê (en) | |
|---|---|
| - | |
Muhammad Najib Al-Rubaiy (en) |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Navê rastî |
عبد السلام عارف |
| Hevwelatî | |
| Pîşe |
Siyasetmedar, leşker |
| Xwişk û bira | |
| Partiya siyasî |
Arab Socialist Ba'ath Party – Iraq Region (en) |
| Artêş |
Artêşa Iraqê (en) |
| Payeya leşkerî |
General (en) |
| Şerên tevlêbûyî |
1948 Arab–Israeli War (en) Şoreşa 14ê Tîrmehê |
Ebdulselam Mihemed Erîf yê Çumayilî (bi erebî: عبد السلام محمد عارف الجميلي; jdb. 21ê adara 1921an - m. 13ê nîsana 1966an) fermandarekî arteşa Iraqê û siyasetmedarekî bû ku ji sala 1963an heta mirina wî di sala 1966an de, wekî duyem serokkomarê Iraqê xizmet kiribû. Ew roleke girîng di Şoreşa 14ê Tîrmehê de lîstiye ku hikûmeta Keyaniya Haşemî yê Iraqê di 14ê tîrmeha 1958an de hilweşand.
Qezayê balafirê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 13ê nîsana 1966an de Erîf di qezayek balafirê bi De Havilland Dove ya Hêza Hewayî ya Iraqê, li başûrê Iraqê, nêzîkî 10 kîlometre dûrî Balafirgeha Besreyê jiyana xwe ji dest da û birayê wî Ebdurehman li şûna wî wekî serokkomar hatiye hilbijartin.[1] Raportên wê demê digotin ku Erîf di qezayeke bi helîkopterê de miriye. Ebdurehman el-Bezzaz ji bo sê rojan wekî serokkomarê demkî hatiye hilbijartin û ji vir vê ji bo meqama serokkomariyê de tekoşînek di nav hevrikan çebûye. Di civîna yekem a Encumana Parastinê û kabîneyê de ji bo hilbijartina serokkomarê nû, ji bo ku el-Bezzaz serokkomariyê bi dest bixe, du ji sê dengan hewce bûn. Lê el-Bezzaz bi ser neketiye û birayê wî Ebdurehman Erîf wekî serokkomarê nû hatiye hilbijartin. Efserên arteşa Iraqê wî wekî kesek qelstir û hêsantir manîpulekirî ji birayê wî didîtin.[2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Harro Ranter. "incident". aviation-safety.net.
- ^ Tripp, Charles (2010). A History of Iraq. Cambridge University Press. ISBN 978-0-5215-2900-6.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Ebdulselam Erîf de hene