Ebdurrizaq Bedirxan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ebdurrizaq Bedirxan
Ebdurrizak Bedirxan
Jidayikbûn1864, li Konstantînopolîs, împeratoriya Osmanî.
Mirin1918
PîşeSiyasetmedar, rewşenbîr
NeteweKurd
biguhêreBelge

Ebdurrizaq Bedirxan[1] (bi tirkî: Abdürrezak Bedirhan), kurê Necîb Paşa û neviyê Bedirxan Beg bû. Ebdurrizaq Bedirxan li sala 1864, li bajarê Stembolê ji dayik bûye.

Li destpêka jiyana xwe Ebdurizaq Bedirxan zimanên rojhilat û ewropî xwendine, ji wan jî zimanê fransî, vî yekê arîkariya wî ji bo nasîna edeb û dîroka fransî kiriye, her wusa jêder (çavkanî) xuya dikin ku helbestvanê bi nav û deng Hecî Qadirê Koyî (1810–1897) hestê neteweyî li cem Ebdurrizaq berz kiriye. Ebdurrizaq Bedirxan hewl daye ji bo temamkirina xwendina xwe ber bi Fransa ve biçe, belê Ebdulhemîdê duyem derfet nedayê. Li destpêka salên nodî ji çerxê nozdehê Ebdurrizaq wek karmend li wezareta derve ya Osmanî hate destnîşankirin. Paşê bo balyozê osmanî li Sankt Petersburg hate veguhastin, belê ji ber hevbendiyên wî digel Rusya, dewletê ji balyozxaneya rusî veguhaste balyozxaneya osmanî li Tehranê û dewletê çavdêriya wî dikir heta careka dî bo Stembolê vegerand. Belê Ebdurrizaq berê xwe neda Stembolê, belku ber bi Rusyayê ve çû û bi arîkariya karmendên balyozxaneya rusî gihişte bajarê Tiblîsê yê li ser Rusyayê.

Dema Ebdurezaq gihiştiye di nav axa Rusya de, siltanê Osmanî gelek pê ne xweş bû û rêyên dîplomasî di gel Rusya bikaranî da ku Ebdurrizaq ji axa xwe dûr bike, her di wê demê de guvaştin li Necîb Paşayî dikirin da Ebdurrizaq vegerîne Stembolê û şiya bi rêka babê wî careka dî Ebdurrizaq li Stembolê akincî bike. Dema ku Ebdurezak hatiye wir careke dî kete li jêr çavdêrîya polîsên siltan Ebdulhemîdî û siltan navberê Ebdurrizaq li serokatiya karûbarên balyozan li koçka sultan destnîşan kir da her li jêr çavdêriya wî be. Ji ber çavdêrîya siltan û polîsên wî careka dî Ebdurrizaq ligel balyozê Rusya Zînufîf kete di gengeşî de. Ebdurrizaq daxwaz jê kir ku derfetê bide ku ew careke dî biçe Rusyayê. Belê Zinufîf razî nebû, çunke nediviya hevbendî di navbera Rusya û Osmaniyan de nexweş bibin. Her li wê demê balyozê rusî peyman da Ebdurrizaq ku dê ligel sultanê osmanî sebaret serederya osmaniyan digel Ebdurrizaq axive. Belam sultan siyaseta xwe li hember Ebdurrizaq Bedirxan neguherî. Li 22ê adara sala 1906an Ridwan Paşayê serokê polîsên osmanî li Stembomlê hate kuştin. Ebdurrizaq û mamê wî Elî Şamil bi vî kuştinî hatine gunehbarkirin. Gelek dîroknas dibêjin kuştina Ridwan Paşa di dîroka Bedirxaniyanyan de bûyerek girîng bû, lewra siltan Ebdulhemîd vê bûyerê bi deliv dît da ku endamên malbata Bedirxanîyan ji Konstantînopelê dûr bike û di encamê Ebdurrizaq Bedirxan û Elî Şamil bo bajarê Trablusa Libyayê hatine surgûnkirin.

Ebdurezaq Bedirxan di navbera salên 1910–1917 ji bo damezrandina Kurdistaneke xweserî û di bin çavdêrîya Rusya de karekî berçav, her li wî demê digel kesên siyasî yên rusî kom dibû. Behsa damezrandina Kurdistana xweserî dihate kirin. Her wisa, dema ku Şerê Cîhanî yê Yekem çêbûye ku Ebdurrizaq Bedirxan pişkdarî ligel leşkerê Rusyayê kiriye û bi arîkariya wî Rusya çendîn deverên dewleta Osmanî girtine.

Ebdurrizaq Bedirxan wek sîyasetmedar û rewşenbirekî kurd, bawerîyeke daîmî hebû ku xizmetkirin û geşkirina bizava çandî li Kurdistanê roleke her karîger di rizgarkirina wî de heye. Wî ji bo vê meremê projektên ber bi çav hebûn ku yên ji hemîyan girîngtir ev bûn: 1. Avakirina Komeleya Cîhanzan 1913 ku komelayeke çanda kurdî bû; 2. Vekirina xwendegeheke kurdî li bajarê Xoyê ku bajarekî Kurdistana rojhilatê ye. Destekêseya hikûmeta osmanî berdewam divçûna bizav û livalivînên wî dikir. Heta şiyaye li sala 1918 li derdora bajarê Rewanduzê bigirin, pişt re Ebdurrizaq wek esîr da destê Elî Îhsan Paşayê serkirdeyê feleqa şeşê ya leşkerê Osmanî li eniya Îraqê ku serkirde navber bêyî dadgeh bi biryara dardekirinê hate hukûmkirin û ev biryar li bajarê Mûsilê û bi veşartî hate encamdan.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ebdurrizaq Bedirxan/Celîle Celîl (1999). Autobîografîya Ebdurrizaq Bedirxan. Weşanên kovara Havûbûn 1, Berlîn. ISBN: 3-926522-16-X.
  2. ^ Celilê Celîl, Otobîografîya Ebdurrizaq Bedirxan, ISBN 9786052003206