El-Durr el-semîn fî şerhî Mem we Zîn (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Eldur Elsemîn fî şerhî Mem we Zîn (bi erebî: الدر الثمين في شرح مم و زين‎, lat. al-Durr al-thamin fi sharhi Mam wa Zin) navekî erebî ye ji şiroveya Mem û Zînê re, wateya vî navî: mirwariya bi nirx di şirove ya Mem û Zînê de. Wergera yekem a bi zimanê erebî ji Mem û Zînê re ji aliyê Dr Elbûtî ve di salên pênciyan de li Şamê çap bû. Di wê wergerê de hinek kêmanî hebûn û ji ber sansûrê pêşgotina Mem û Zînê ya derbarî milletperweriyê û pirsên felsefî û dînî ve nehate belavkirin. Lê wê wergera Elbûtî roleke mezin lîst û bi saya wê çavên xwendevanên ereb di tevaya cîhana erebî de li çand û wêjeya kurdan vebû. el-Durr el-semîn ji aliyê nivîskarê kurd Jan Dost ve hatiye nivîsîn û sala 2006an li Dihokê ji hêla Spîrêzê ve, hate belavkirin. Li ser vê wergera Jan Dost a bi erebî rewşenbîrê ereb yê mezin û gorbuhuşt Hadî el-Elewî dibêje: "tu wergerên erebî ji Mem û Zîne re, nagihin wergera Jan Dost ku lêkolîneke berfireh û pêşgotineke dirêj jê re danîye û şiroveyên têrwate ji peyvên wê yên mijokî û sembolên wê re daniye ku destnîşanî pêkanîna Jan Dost ya çanda sofîzmê dikin."

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]