Eddie Redmayne

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Eddie Redmayne
Eddie Redmayne (2016)
Navê rastî
Edward John David Redmayne
Esil Keyaniya Yekbûyî
PîşeLîstikvan
Salên çalak1992-îro
HevjînHannah Bagshawe
ZarokIris Mary Redmayne
biguhêreBelge

Edward "Eddie" John David Redmayne ( 6ê kanûna paşîn, 1982 li Londonê, Brîtanya), lîstikvan, stranbêj û modelekî brîtanî ye ku temaşvanan re bi taybetî bi fîlmê Les Misérables bi nav û deng bû. Ji bo nimandina rola xwe wek Stephen Hawking di fîlmê The Theory of Everything de Redmayne pir xelat wergirt û di bin wan xelatan de Xelata Oscar jî bû.

Jiyana wê û kariyera niyarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eddie Redmayne zarokek di nav pênc zarok de bû û li Londonê mezin bûye . Dayika wî Patricia Burke e, rêvebera servîsa malbirinê de dexibitî û bavê wî jî bazirganê londonî Richard Redmayne ye. Eddie Redmanye High Wycombe de diçû li Jackie Palmer Stage School (Dibistana Niyarî ya Jackie Palm) û li Eton Collegeyê dixwend. Li vir ew û Prens William hemdibistanî bûn.[1] Li Trinity College li Cambridgeyê de jî ew dîroka hûnerê dixwend. Tevî rengkoriya xwe, ew teza xwe li ser rengê karakterîstîk a Yves Klein, International Klein Blue nivîsand.

Di navê din de ew ji bo rola xwe di filmê Elizabeth: The Golden Age dihat nasîn. Di sala 2008ê Eddie Redmayne ji bo marka kincê Burberry model bû. Di sala 2010an de Xelata Laurence Olivier ku xelata herî giring ya şanoyê ye jî wek rindtirîn berlîstikvan danê. Ew xelatê ji bo piyesa Red hildida li ku ew tevî Alfred Molina dilîst. Di eynî salê de ew Xelata Tony distand. Ew xelata herî girîng ya xelata şanoya amerîkî ye. Di kanûna paşîn a 2012an de ew ji bo rola xwe ya sernavê wek Richard II li şanoya londonî Donmare Warehouse de wek lîstikvanê herî rind ê piyesên Shakespeare Xelata Critics’ Circle Theatre distand. Redmayne ji bo pêşwîsteya xwe di fîlma Les Misérables (Mirovên hejar) pêşde wane ji mamosteyê stranê Mark Meylan hildida.[2] Dengirtin ne li studyoya muzîkê de  hatin amade kirin, çawa di fîlmên muzîkê de rojane ye - Lê dengên muzîkê li cihê fîlmkişandinê bixwe  li ber kamerayê hatin girtin. Di sala 2014an de  Redmanye li ber kamerayê ji bo fîlmê drama yê James Marsh "The Theory of Everything" dilîst. Ji ber vê yekê ew di sala 2015an de di Kategoriya serlîstikvanê rindtirîn yê dramayê Xelata Kûreya Zêrin ,  Xelata Oscar ji bo serlîstikvanê rindtirîn yek jî Xelata BAFTA û Xelata SAG herdu xelat  jî ji bo serlîstikvaniya rindtirîn werdigerand . Di sala 2016an de ew  ji bo serlîstikvaniyê di dramaya The Danish Girl dîsa bi Xelata Oscar ve navzedî bû. Di 15kanûna pêşîn a 2014an de Redmayne hevala xwe Hannah Bagshawe dizewicî . Di 12ê hezîrana 2016an de dota wan herdu Iris Mary zayîn dibû. Di 12ê hezîrana 2015an de Redmayne ji aliye Keybanû Elizabeth II ve Nîşana Împaratoriya Brîtanya wergirt .

Kariyera modelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Redmayne tevî Cara Delevigne ji bo Burberry modeltiyê dike.

Fîlmnîgarî (hilbijar)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2003: Doctors
  • 2005: Elizabeth I
  • 2006: The Good Sheperd
  • 2006: Like Minds
  • 2007: Savage Grace
  • 2007: Elizabeth: The Golden Age
  • 2008: The Other Boleyn Girl)
  • 2008: The Yellow Handkerchief
  • 2008: Tess of the d’Urbervilles
  • 2009: Powder Blue
  • 2009: Glorious 39
  • 2010: Black Death
  • 2010: The Pillars of the Earth
  • 2011: My Week with Marilyn
  • 2011: Runaway Girl
  • 2012: Birdsong
  • 2012: Les Misérables
  • 2014: The Theory of Everything
  • 2015: Jupiter Ascending
  • 2015: Thomas & Friends: Sodor’s Legend of the Lost Treasure
  • 2015: The Danish Girl
  • 2015: Lego Dimensions ( Lîstika xêvjimêrê)
  • 2016: Fantastic Beasts and Where to Find Them.
  • 2016: Children in Need: Fantastic Beasts Special

Xelat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2010: Xelata Laurence Olivier ji wek rindtirîn berlîstikvan
  • 2010: Xelata Tony ji wek rindtirîn berlîstikvan
  • 2011: Xelata London Critics’ Circle Theatre ji wek rindtirîn lîstikvanê piyesên Shakespeare
  • 2012: Berandamî ji bo Xelats BAFTA ji wek rindtirîn lîstîkvanê nifşên nû (Xelata temaşvanan)
  • 2012: Berandamî ji bo Xelata Satellite ji wek rindtirîn berlîstikvan (Les Misérables)
  • 2015: Golden Globe ji wek rindtirîn serlîstikvan – Drama (The Theory of Everything)
  • 2015: Xelata SAG ji rindtirîn serlîstikvan (The Theory of Everything)
  • 2015: Xelata BAFTA ji wek rindtirîn serlîstikvan (The Theory of Everything)
  • 2015: Xelata Oscar ji wek rindtirîn serlîstikvan (The Theory of Everything)
  • 2016: Berandami ji bo Xelata Oscar ji wek rindtirîn serlîstikvan (The Danish Girl)
  • 2016: Xelata Tûşemiya Zêrin ji wek xirabtirîn berlîstikvan (Jupiter Ascending)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Prince William with the Birdsong heart-throb and fellow Eton prefects... and some VERY wacky waistcoats".
  2. ^ "OSCARS Q&A: Eddie Redmayne". deadline.com.