Edip Yüksel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Edip Yüksel
Edip Yüksel 2015
Jidayikbûn20ê kanûna pêşîn a 1957
Norşîn , Bidlîs , Bakurê Kurdistanê
PîşeNivîskar, lêkolîner
Zimanê nivîsinêtirkî, îngilîzî
NeteweKurd
HevwelatîDYA
Berhemên navdar
Üzerinde 19 Var ("Li serê 19 heye") (2002)
BandorbarReşad Xelîfe
biguhêreBelge

Edîp Yuksel, (jdb. 20ê kanûna pêşîn, 1957 Norşîn) nivîskar, lêkolînerek kurd e ku li DYAyê dijî.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1957an de li Norşên a Bidlîsê hatiye dinê. Kurê Sadrettin Yüksel û birayê Metîn, Mufîd, Sureyya û Nedîm Yuksel e. Berî derbeya 12e îlonê li bajarê Stembolê, bi navê komeleya Akincilarê beşdarê çalakiyan bû.

Piştî derbeya 12e îlonê hatiye dadwerkirin. Di wan salan de di nav civaka Îslamî de nivîskarek ciwan û popûler bû. Edîp Yuksel, di tîrmeha sala 1986an vir de dest bi belavkirina ramanên xwe yên "reformîst" kir. Ev reform ji aliyê kesên hedîs, sûnnet û îcmayê (yekfikrên mucdehîdan ve) wekî hînkirinên mezhebî û hevparê daraza Xwedê hatiye îlankirin.

Ji bo vê fikrê, ji aliyê zanyarî îslamî ya mezheba sûnnî, ku bavê wî jî tevlî vê civakê ye, îlankirin ku Edîp Yuksel ji derdora îslamê derketiye. Ji ber vê yekê Edîp Yuksel koçê DYAê bû û bû xwendevanê Reşad Xelîfe. Piştî demekî koçê Tucsonê bû û li vir di qada hiqûqê de sernava doktorî girt û di United Submitters Internationalê de bû endamekî naskirî. Di sala 1993an de bû hevwelatiyê DYEyê. Ji bo ramanên xwe binivîse li ser tora înternetê websîteyên xwe weşand û pirtûkên xwe nivîsî û li Tirkiyê beşdarî çend bernameyên nîqaşan bû.

Edîp Yuksel, zewicî ye bavê du zarokan e û li Arîzona yê di saziyek de mamostetiya felsefeyê dike.[1]

Pirtûkên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi zimanê tirkî

  • Kuran En Büyük Mucize (Quran mucîzeya herî mezin e)
  • Yusuf'un 40. Emri (helbest)
  • Kuran'da Demirin Kimyasal Esrarı
  • Kuran: Görülen Mucize
  • İlginç Sorular-1
  • İlginç Sorular-2
  • Kitap Okumanın Zararları (%20 Mîzah e)
  • Sakıncalı Yazılar
  • Müslüman Din Adamlarına 19 Soru
  • Türkçe Kuran Çevirilerindeki Hatalar
  • Üzerinde 19 Var
  • Demokrasi/Oligarşi/Teokrasi
  • Asal Tartışma
  • Mesaj: Kuran Çevirisi
  • Mor Mektuplar
  • Hristiyan Din Adamlarına 19 Soru
  • Takanlar ve Takılanlar (Türban Nedir, Ne Değildir?)
  • Norşin'den Arizona'ya - Sıradan Bir Adamın Sıradışı Öyküsü

Bi zimanê ingilîzî

  • 19 Nineteen: God's Signature in Nature and Scripture
  • Peacemaker's Guide to Warmongers: Exposing Robert Spencer, David Horowitz, and other Enemies of Peace
  • 19 Questions for Muslim Scholars
  • Test Your Quranic Knowledge
  • 19 Questions for Christian Clergy
  • An Unconventional Skirmish on "Unintentional" Lies
  • Unorthodox Articles
  • The Prime Argument
  • Running Like Zebras: An Internet Debate
  • Miscellanous Articles on Philosophy and Law
  • Quran: A Reformist Translation (iki yazarla birlikte)
  • Manifesto for Islamic Reform

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Edip Yüksel". www.biyografya.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 nîsan 2020.