Ehmedê Eflakî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Şemsedîn Ehmedê Eflakî (bi farisî: شمس‌الدین احمد افلاکی) (z. 675ê heta 690ê koçî/1286ê heta 1291ê piştî zayînê - m. 761ê koçî/1360ê piştî zayînê) yek ji mirîdên terîqeta mewlewiye ya sofîtiyê û ji mesnewîxwînên xaneqaya Qonyeyê bû. Ew çend salan bi nivîsîna pirtûka Menaqib el-arifîn, li ser jiyan û kerametên Behaedîn Weled (babê Celaledînê Rûmî), Birhanedînê Tirmizî, Celaledînê Rûmî, Şemsê Tewrêzî, Selahedînê Zerkûb, Hisamedînê Çelebî, û şêxên dî yên wê terîqetê nivîsiye.

Jînenîgar[biguherîne]

Cihê jidayikbûna wî nayê zanîn, lê li goreyê wî bi xwe, babê wî yek ji zanayên dîwana Ewreng Xanê Ordiya Zêrrîn bû. Ji nasnavê wî jî wesa diyar e ko karê wan stêrnasî (eflakî) bûye. Lê çawa be paşî ew hat Qonyayê û digel kesên wekî Seracedînê Mesnewîxwîn, Ebdilmuminê Tûqatî û Nizamedînê Erzincanî li xaneqaya mewlewiyeyê dest bi xwandina mesnewiyê kir. Wekî diayr, di wan heyaman da hindek karên stêrnasîyê jî kirine. Lê paştir bû yek ji mirîdên herî nêzîk yên Arifê Çelebî û digel wî çû gelek bajaran, mîna Tebrêz û Siltaniyeyê.

Piştî mirina Arifê Çelebî, ew bû yek ji mirîdên Abidê Çelebî. Di wan salan da wî xwe bi nivîsîna pirtûka xwe ve mijûl kir.

Çavkanî[biguherîne]