Ehmed Muxtar Paşa
| Serokwezîrê osmanî (d) | |
|---|---|
| - | |
| Beglerbegê Yemenê (d) |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Cihê goristanê | |
| Navê rastî |
Ahmed Muhtar-paşa û Ahmet Muhtar Paşa |
| Hevwelatî | |
| Perwerde |
Dibistana Leşkerî ya Osmanî (en) |
| Pîşe | |
| Zarok | |
| Payeyên leşlerî | |
| Şerên tevlêbûyî | |
| Xelat |
Ehmed Muxtar Paşa (osmanî: احمد مختار پاشا; jdb. 1ê mijdara 1839an - m. 21ê çileya 1919an) dewletmedar û sedrazmê Împeratoriya Osmanî bû ku di şerên Krîmê û di navbera rûs û osmaniyan xizmet kir.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ehmed kurê karmendekî payebilind bû, li dibistana leşkerî ya li Stembolê xwend û di 1854an de wek efser tevlî artêşê bû.[1] Wek fermandar beşdarî Şerê Krîmê bû. Paşê li dibistana leşkerî (Harbije Mektebi) dersên zanista leşkerî da û di 1865an de bû mamosteyê leşkerî yê Mîr Yusuf Îzedîn, kurê bijarte yê siltan Ebdulezîz.[1] Di 1867an de bû komîserê împeratoriyê li ser sînorê Montenegroyê û lîtnant-kolonel. Di 1870an de bû general-mareşal û duyem fermandar (li kêleka Redîf Paşa) di sefera Yemenê de. Di 1871an de li wir bû fermandarê giştî û mareşal.[1] Di 1873an de li Şumenê fermandariya Kolorduya Artêşa 2em û di 1874an de jî li Erzîromê fermandariya Kolorduya 4em kir.[1]
Di 1875-76an de ew li Herzegovînayê fermandarê giştî bû, li wir li dijî serhildêr û serban bi awayekî nebaş tevdigere û li derbasbûna Dugayê ji destê wan têk çûneke giran distîne.[1]
Di 1877an de, di destpêka şerê rûs û osmanî de, ew dîsa fermandarê giştî li Erzîromê bû.[1] Berî êrîşa yekem a rûsan, ew vekişiya Avnîgê, lê di hezîrana de, piştî wergirtina hêzên piştgiriyê, ew êrîş kir, di 21 û 22ê hezîrana de li Elbar û di 25ê hezîrana de li Sevînê rûsan têk bir.[1] Di 10ê tîrmehê de, ew ket Qersê ya wêranbûyî, di 18ê tebaxê de êrîşa rûsan paşve xist û di 25ê tebaxê de cihê wan li Başkadiklarê ji nû ve bi dest xist. Ji bo van serkeftinan, wî ji siltan nasnavê Gazî wergirt.[2] Lê gava ku rûsan hêzên xwe bi girîngî xurt kirin, wan di 15ê cotmehê de cihê Muxtar li ser Alacadağ şikandin û di 4ê kanûnê de li Deveboyunê têk birin. Piştre Muxtar Paşa ji bo fermandariya parastina Stembolê hate gazîkirin û di îlona 1878an de ji bo şerkirina serhildana li wir hate şandin Krîtê. Piştî serkeftina wî di vê yekê de, ew wek fermandarê giştî yê Têsaliya û Epîrosê, di 1879an de wek waliyê Monastirê hat tayînkirin û di 1884an de ji bo temsîlkirina berjewendiyên Porta Bilind hat şandin Misirê.[1]
Kurekî Muxtar Paşa hebû, navê wî Mehmûd Muxtar Paşa bû.
Wêje
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Buğra Atsız: Ehmed Muxtar Paşa. Di: Ansîklopediya Biyografîk a Dîroka Başûrê Rojhilatê Ewropayê. 1. Munîh 1974, rr. 19–21.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Ehmed Muxtar Paşa de hene