Here naverokê

Ehmed Tewfîq Paşa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ehmed Tewfîq Paşa
Image dans Infobox.
Serokwezîrê osmanî (d)
-
Serokwezîrê osmanî (d)
-
Serokwezîrê osmanî (d)
-
Ottoman Secretary of Foreign Affairs (d)
Balyoz (en)
Ambassador of the Ottoman Empire to the United Kingdom of Great Britain and Ireland (d)
Ambassador of the Ottoman Empire to the Russian Empire (d)
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Goristana Şehîdan ya Edirnekapıyê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
Ahmed Tevfik OkdayLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Zarok
Ismail Hakki Okday
Ali Nuri Okday (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
1st class, Order of the Medjidie (d)
Imtiyaz Medal (en)
Liakat Medal (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Wêneyê goristanê

Ehmed Tewfîq Paşa (osmanî: احمد توفیق پاشا, jdb. 11ê sibata 1843an - m. 8ê cotmeha 1936an), piştî Qanûna Paşnavê a 1934an de Ahmet Tevfik Okday, dewletmedar û dîplomatekî osmanî bû. Ew Wezîrê Mezin ê dawî yê Împeratoriya Osmanî bû.[1]

Bavê wî İsmail Hakkı Paşa û dayika wî Gülşinas Banu bû. Li gorî gelek çavkaniyan ew bi eslê xwe teterên Krîmê bû.[2]

Tewfîq di 1865an de wek lîtnantê yekem dev ji leşkeriyê berda da ku li nivîsgeha wergerê ya Porta Bilind bixebite. Ji 1868 heta 1875an, Tewfîq wek Sekreterê Duyem li balyozxaneyên li Roma, Viyena û Berlînê xebitî. Di 1875an de, ew li Atînayê bû Sekreterê Yekem. Piştî 1872an, ew wek balyoz li Berlîn û Atînayê xebitî, paşê wek Wezîrê Bazirganî û Karên Giştî xebitî.[3]

Piştî şoreşa Ciwanên Tirk Ehmed Tewfîq di 1908an de bû endamê meclîsê.[3]

Dema ku Wezîrê Mezin a vê demê Hüseyin Hilmi Paşa piştî serhildana 31ê adarê îstifa kir, Tewfîq Paşa wekî cîgirê wî hate tayînkirin. Piştî ku siltan Ebdulhemîd II di 27ê nîsana 1909an de ji text hate dûrxistin, Tewfîq Paşa îstifa kir û bû balyoz li Londonê. Dema wî ya duyem wekî Wezîrê Mezin ji 11ê mijdara 1918an heya 10ê adara 1919an dom kir. Di çileya 1919an de, wî hikûmetek nêzîkî bi asasên siltanê ava kir. Lêbelê, ev yek Partiya Azadî û Yekîtîyê nerazî kir û ew neçar ma ku îstifa bike.[3]

Di Konferansa Aştiyê ya Parîsê ya 1919an de, Tewfîq Paşa serokatiya şandeya osmanî kir. Dema wî ya sêyem û ya dawîn wekî Wezîrê Mezin di 21ê cotmeha 1920an de dest pê kir û di 17ê mijdara 1922an de bi dawî bû, dema ku meqamê Wezîrê Mezin bi rakirina siltanatî re hate betalkirin.[3]

Ehmed Tewfîq Paşa di 8ê cotmeha 1936an de li Stembolê miriye.[3]

  • Hans-Jürgen Kornrumpf: Tevfik Pascha, Ahmed. Di: Biyografiya dîroka başûr-rojhilata Ewropayê. Band 4. Mûnih 1981, rr. 292–294.
  • Şefik Okday: Wezîrê Mezin yê dawîn û lawikên wî. Weşanxaneya Muster-Schmidt, Göttingen û Zürich 1991, ISBN 3-7881-1533-5.
  1. İsmail Hâmi Danişmend, Osmanlı Devlet Erkânı, Türkiye Yayınevi, İstanbul, 1971 (tirkî)
  2. Kalyoncu, Cemal A. "Son Sadrazamın Torunu." Aksiyon 20 Nov 1999: n. pag. Son Sadrazamın Torunu. Aksiyon.com.tr, 20 Nov 1999. Web. 1 Sep 2013. <"Haber 5552 son sadrazamin torunu". Ji orîjînalê di 9 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 îlon 2013.>.
  3. 1 2 3 4 5 Beydilli, Kemal. "Ahmet Tevfik Paşa". İslâm Ansiklopedisi.